Ji çapemenî û raya giştî re!
Rûdaw TV, ragihand ku di encama êrîşên hewayî de 30 gerîlayên me şehîd û 40 gerîlayên me birîndar bûne. Nûçeyên Rûdaw TV li gel ku ne rast in , tê fêmkirin ku ev weşangeriya bi awayekî bê hurmet li hember gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê meşandin, bi rêya serwîsên istixbaratê ve tên kirin.”
Rûdaw TV weşanên ne rast û yên rastiyan berevajî dike gelek caran bi awayekî aşkera didomîne û hewl dide nûçeyên provokatîf belav bike.
Rûdaw TV bi vê polîtîkaya xwe ya weşanê re li şûna rastiyan rast û vekirî pêşkêş bike xeteke dijberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dişopîne.
Em weke Navenda Ragihandin û Çapemeniyê me xwest êrîşa artêşa Tirk a 24’ê Tîrmehê hember Herêmên Parastina Medyayê bi hemû aliyên wê ve ji gelê xwe û raya giştî re bidin nîşandan. Lê Rûdaw TV’yê ragihandiye ku di encama êrîşê de 30 gerîlayên me şehîd û 40 gerîlayên me jî birîndar bûne. Nûçeyên Rûdaw TV li gel ku ne rast in, tê fêmkirin ku ev weşangeriya bi awayekî bê hurmet li hember gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê meşandin bi rêya serwîsên istixbaratê ve tên kirin. Pêwîst e gelê me ji ti nûçeyên ji Rûdaw TV yên der barê Herêmên Parastinê yên Medyayê de bawer neke .
26 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG