Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Têkoşîna heqîqetê ya dayikên me yên Şemiyê ku bi daxwaz, îrade û biryardariyeke mezin dimeşîin kete hefteya 1000'emîn. Aqûbeta bi hezaran şehîdên gelê Kurd ku jê re kiryar nediyar tê gotin, lê belê her kes zane ku kiryar dewleta Tirk a qirker bi xwe ye, îro jî hîn zelal nebûye. Em têkoşîna dayik û malbatên şehîdan a ku ji cîhanê re bûye mînak, bi hurmet silav dikin.
Mixabin êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelê Kurd ê bêguneh îro jî bi giranî dewam dikin. Li gundê Nenyas ê navçeya Licê ya Amedê di 24'ê Gulana 2024'an de welatparêzê hêja Mehmet Yildirim ji aliyê dewleta Tirk ve li mala xwe û li pêş çavên malbata xwe bi hovane hate qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê sondxwarî yê geê Kurd e, beriya niha jî ji malbata Yildirim Adnan Yildirim di 3'ê Hezîrana 1994'an de tevî Savaş Bûldan û Haci Karay hate revandin û qetilkirin. Pismamê Şehîd Mehmet Yildirim Medenî Yildirim di 18 saliya xwe de di 28'ê Hezîrana 2013'an di dema çalakiyeke şermezarkirinê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû qetilkirin.
Mehmet Yildirim ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2008'an hate girtin û 3 salan li girtîgehê hate hiştin, mirovekî me bû ku ji sekna xwe ya welatparêziyê ti carî tawîz neda. Li gundê xwe, li cih û warê xwe bi malbat û nasnameya xwe bi rengekî bi rûmet dixwest bijî, yekane armanca xwe ev bû. Dewleta Tirk a qirker çawa ku ferdên din ê vê malbatê bi xwînxwarî qetil kir, bi hovane êriş bir ser Mehmet Yildirim jî û ew şehîd xist. Vê bûyerê careke din nîşan da ku her kesayetekî Kurd ê azad ku di jiyaneke bi rûmet de israr dike, di hedefa dewleta Tirk a qirker de ye. Gerîla yan jî mirovekî sivîl be, ferq nake. Mehmet Yildirim weke mînakeke mezin a welatparêziya Kurdistanê serî li ber dijmin netewand, teslîm nebû û mîna milîtanekî fedaî ji bo parastina rûmeta xwe ya welatparêziyê li ber xwe da, şer kir û şehîd bû. Ev sekkna welatparêziya bi pîvan a Mehmet Yildirim lehengiyeke gelekî bi rûmet e. Ji ber ku nexwest careke din dîl bikeve destê dijminê qirker û di vê oxirê de şehadet da ber çavên xwe.
Di şexsê Şehîd Mehmet Yildirim de em hemû şehîdên malbata Yildirim û şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin. Ji bo hêjayî sekneke bi vî rengî ya welatparêziyê ya bi rûmet û hêja bin, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin û xwîna wî li erdê nehêlin. Em ji malbata Yildirim a hêja û tevahiya xelkê xwe yê Licê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 24'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyekê hate xistin û karê vê kepçeyê hate rawestandin.
— 24'ê Gulanê saet di 15:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
— 26'ê Gulanê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku rê çêdikir. Di encamê de kepçe hate îmhakirin.
— 26'ê Gulanê saet di 17:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, derb li çeperekê hate xistin.
— 26'ê Gulanê saet di 15:16'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Li Herêma Metînayê;
— 25'ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
— 25'ê Gulanê saet di 20:30'î de û 27'ê Gulanê saet di 00:10'an de li Qadên Berxwedanê yên Golka û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan.
— 26'ê Gulanê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek ku li qadê rê çêdikir, hate rawestandin.
4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 24, 25 û 26'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 53 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 24 û 25'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
— 25'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 25 û 26'ê Gulanê li Herêma Xakurkê qadên Kolît, Sinînê, Xinêrêya Jor 3 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê û Bazê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Ddeşta Kafya 4 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 24, 25 û 26'ê Gulanê li Herêm Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
27ê Gulana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê