HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di 15’ê Hezîranê de saet di 05.30’an de dema ku dagirker ji Girê Azad a li Metînayê ber bi bejahiya gundê Serero diçûn,

di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbû. Di van şeran de 3 dagirker hatine cezakirin. Hevrêyê me Demhat Kobanê yê ku derbên giran li dijmin da û bi qehremanî şer kir, şehîd bû. Piştî van şeran dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

 

Nasnav: Demhat Kobanê
Nav Paşnav: Heysem Şêxo
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê
Dayik – Bav: Şemsê – Şêxo
Dem û Cihê Şehadetê: 15’ê Pûşpera 2021 / Metîna

Demhat – Heysem Şêxo

Hevrêyê me Demhat li bajarê berxwedanê Kobanê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Malbata hevrêyê me Demhat dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Kobanê de anî bi gel di nav mewziyên berxwedanê de cih girtin û bicihanîna peywira welatparêzî weke peywirê ditiye.

Hevrêyê me Demah ji ber ku malbata xwe jî welatparêz bû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye û di nav xebatên ciwnan de çalak bûye. Hevrêyê me Demhat vê pêvajoyê bi rexnegirî li derdorê neriye, hewl daye ji pirsên gelê me û tevahiya mirovahiyê re bersivên radîkal bibîne. Di vê dema rapirsînê de fikrên mîmarê Şoreşa Rojava Rêber Apo nas kiriye. Her wiha dema ku dibîne fikrên Rêber Apo bi Şoreşa Rojava re jiyanî dibe vê kelecaniyeke mezin a şoreşê daye hevrêyê me Demhat. Dmea ku êrîş têne ser Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêrê ser jiyana hevpar gelan û komkujiya DAÎŞ'ê li Kobanê dibe hevrêyê me Demhat dîtiye ku li pişt çeteyan dewleta Tirk heye. J ibo tolê ji vî dijminê qirker hilîne û ji bo ku bawer dikir heta ku şoreşa Bakurê Kurdistanê nebe şoreşa Rojava wê ne mayinde be bi biryareke şoreşger tevlî nav refên gerîla dibe.

Hevrêyê me piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe pir ji çiya û cografyaya Kurdistanê hez dike, li çiyayên azad ên Kurdistanê ku evîndarî wan dibe rastiya xwe jî dibîne. Kelecanî û coşiya xwe li her qada jiyanê dide nîşan, ji bo hemû hevalên xwe bûye kana moralê. Xwe li gorî taktîka gerîla ya serdema nû perwerde kiriye, ji bo perwerdehiya ku standî pratîk bike pir hewl daye. Her wiha bi perwerdehiya îdeolojîk ku ji rêxistinê dîtî xwe pir guherandiye, diyarkirina, ''em ê ne weke berê bijîn ne weke berê şer bikin'' ya Rêbertî ji xwe re kiriye rêgezeke sereke û hewl daye li gorî vê bijî.

Hevrêyê me Demhat ku ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve gerîlayekî zîrek e derbasî herêma Metîna die, piştî ku artêşa Tirk a mêtinger operasyona dagirkeriyê dide destpÊkirin, ji bo ku ev operasyon were şişkand û derbên giran li dijmin bide bûye xwedî helwesteke lêrawestiyeyî û biryardar. Hevrêyê me ku di vê lêrawestîne serkeftî bûye û tevlî gelek çalakiyan bûye bûye xwedî pratîkeke serkeftî. Herî dawî li dijî tevgera dagirker ku dijminê dagirker dixwest li ser derdora gundê Serero bide destpêkirin bi wêrekiyeke mezi nû şêwaza fedayî ya Apoyî bi ser dijmin de çûye, sing sing şer kiriye û di nav şehîdên leheng ên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de cih girtiye.

Di serî de malbata welatparêz ya hevrêyê me yê şehîd, serê hemû gelê Kobanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz xax be. Em sond dixwin ku li pey şopa bîranîn û armancên şehîdên xwe bin.

2. Di 15’ê Hezîranê de saet di 19.00’an de li qada Koordîneyê ya li Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran êvarî bi helîkopterên leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

3. Di 15’ê Hezîranê de saet di 11.30’an de dagirkeran xwestin bi bombeyên gazê têkevin tunelên şer ên li Girê Silêman a Avaşînê. Hêzên me bi çekan li dagirkeran dane û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Dagirkeran xwestine saet di 12.10’an de jî dîsa têkevin tunelan lê hêzên me dîsa li wan dane, li vir dagirkerek hatiye cezakirin. Li heman cihî di 16’ê Hezîranê de saet di 00.50’an de bi sabotajê li komek dagirkeran hatiye xistin û 2 dagirker hatine cezakirin.

4. Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de helîkopteran xwestine leşkeran bînin qada Girê Spî ya Avaşînê, hêzên me bi çekên giran li helîkopteran dane û helîkopter neçar mane vekişin.

5. Hêzên girêdayî PDK’ê yên li Metînayê bi cih bûne, li qadê çeperan ava dikin. Ber bi cihê ku hêzên me lê ne, xebatên çêkirina rêyan ligel hemû bang û hişyarin jî didome.

6. Herêmên Parastinê yên Medyayê û gundên li Başûrê Kurdistanê bi helîkopter û balefirên şer hatin bomberdûmankirin.

Agahîyên berfireh ên di derbarê êrîşan de wiha ye:

– Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 01.00’na de gundên Serero, Deşîşe û Orê yên Kanîmasiya Amêdiyê bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin.

– Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 19.00 û 02.30’an de qadên Girê Nizmo, Girê Spî û Girê Sor ên li Avaşînê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

– Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 21.15 û 03.20’an de li ser qadên Mam Reşo, Tabûra Ereban, Mernavos û Girê Silêman ên Avaşînê helîkopter geriyane.

– Di 16’ê Hezîranê de saet di 01.30’an de qadên Girê Spî û Girê Sor ên Avaşînê bi helîkopteran hate bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye. 

16’ê Pûşpera 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê