Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Hêzên me yên li eyaleta Serhedê ji bo silavkirina 27'ê Mijdarê Cejna Vejînê ku salvegera damezrandina partiya me ye, bi taktîkên gerîla yên serdema nû çalakî li dar xistin.
Li gorî agahiyên ku nû gihîştin ber destê me detayên çalakiyan wiha ne:
– 1'ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker li qada Demîrkapi ya herêma Glîdaxê ya Agiriyê bi yekîneyên veşartî dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Hêzên me heman rojê yekîneyeke veşartî ya li qadê şopand. Dagirkerên ku hate kontrolkirin, roja 2'ê Kanûnê saet di 17:00 de bûn hedefa çalakiya gerîla ya bi koordîne ya ji du baskan ve. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
– 25'ê Mijdarê li herêma Glîdaxê ya Agiriyê, yekîneyeke dagirkeran a veşartî ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. Hêzên me heman rojê saet di 09:30'î de li du çeperên dagirkeran xistin. Ev çalakiya gerîla ji 2 baskan ve bi koordîneyî hate kirin. Tîmên me yên êrişê bi lez bi ser çeperan de girtin û di nava 10 deqeyan de çeperên dagirkeran hatin xistin. Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên mayî jî ji çeperên xwe reviyan.
Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistin û derbên giran li dagirkeran xistin, bêyî ku windahiyê bidin ji qada çalakiyê vekişiyan.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;
– 17'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li rêzegirên Koordîne yên qada Pîrbilayê, hêzên me yên YJA Starê li çepereke dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin.
– 19'ê Kanûnê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê li qada Pîrbilayê careke din çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, çepereke dagirkeran hate îmhakirin.
3. 16'ê Kanûnê saet di 19:45'an artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer qada Kafya ya herêma Garê bombe kir.
– 16, 17 û 18'ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Şehîd Şahîn, Girê Karker, Çiyayê Rêş, Şehîd Rustem, Çemço û Kunîşka bi balafirên şer bombebaran kir.
– 19'ê Kanûnê saet di 17:45'an de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê bi balafirên şer bombe li qadên Şikefta Birîndaran û Karker barand.
Di van êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên bi balafirên şer hatin kirin, tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.
20’ê Kanûna 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê