Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Cotmehê de di saet 16.30’an de li navçeya Xozata Dersimê li herêma Çetê gerîlayên me xwestine mudaxeleyî gundiyên daran dibire bikin û di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye kemînê vedin pevçûneke qewimiye. Di encama pevçûna du saetan berdewam kiriye hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin, du rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Cîlo Cûdî
Nav û paşnav: Yusuf Ahmet Hamedî
Cihê jidayikbûnê: Kotol, Başûrê Kurdistanê
Dîrok û cihê şahadetê: 5 Cotmeh 2012 / Xozat Dersîm
Nasnav: Özgür Amed
Nav û paşnav: İbrahim Kaya
Navê dayik û bav: Muhterem – Halîs
Dîrok û cihê şahadetê: 5 Cotmeh 2012 / Xozat Dersîm
2. Di 7’ê Cotmehê de di saet 20.00’an de l inavenda Bedlîsê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên Nme ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî texrîp bûye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatiye lidarxistin.
Di 5’ê Cotmehê de di saet 23.00’an de li navenda Colemergê li dijî wesayiteke zirxî ya akrep ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita zirxî hatiye derbekirin, yek jê giran 2 polîsê tevgera taybet birîndar bûye. Piştî çalakiyê operasyona li herêmê destpêkiriye di 7’ê Cotmehê de paş de vekişiyaye.
Di 7’ê Cotmehê de di navbera saetên 09.00-18.00’an de li ser riya Çelê-Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 150 wesayit hatiye rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê û komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê de hatiye agahdarkirin. Herweha di vê çalakiyê de wesayiteke saziyên dewletê jî hatiye rûxandin.
Di heman rojê de di saet 11.30’an de helîkoptoreke skorsky ya ji Çelê ber bi Colemergê ve diçe li navbera Gundê Rindikê û Dizê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera skorsky ya derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Di heman rojê de helîkoptereke skorsky a ji Colemergê ber bi Çelê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye, agir girtiye di aqûbeta wê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 7’ê Cotmehê de di saet 18.35’an de xeta telofon û ceryanê ya diçe qereqolên Oramar û Şitazinê ji aliê gerîlayên me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin.
Di 7’ê Cotmehê de ji saet 06.00’an heta 8’ê Cotmehê de danê sibê li dijî herêmên Çarçela û Mêrgezerê ya bi ser Geverê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye lidarxistin.
Ji 5’ê Cotmehê û vir ve li dijî herêma Ertûşa ya bi ser Çelê ye û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Cîloyê biçûk û Herêma Karker a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 7’ê Cotmehê de di navbera saet 13.00-13.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Silê ya bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.
8 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê