HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî, carekê jî bi bombeyên qedexe, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî Herêma Çemço ya nehiya Şêladize ya Amediyê bombe kir. Ev bomberdûman ji 29’ê Kanûnê destê sibehê heta êvarî domiya.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

29’ê Kanûnê ji destê sibehê heta danê êvarê çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amedê 14 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

29’ê Kanûnê  15:30’an de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amedê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin

 

30 yê Kanûn a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê