Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. 8 û 9’ê Mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya herêma Metînayê ji aliyê balefirên şer 13 caran hatiye bomberdûmankirin.
Çapemeniya şerê taybet a Tirk bi îddîaya 4 gerîla şehîd bûye weşandiye û ev îddîa ne rast e. Di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
2. 11'ê Mijdarê saet di 14:00'an de heya saetên danê êvarê Gundê Dêşîşê û qada Koordîne ya girêdayî herêma Metîna ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.
– Di roja 9 û 12'ê Mijdarê de danê êvarê li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Tabûra Ereban, Mervanos, Werxelê û Banistayê geriyan.
13’ê Mijdara 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê