HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê fedaî li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a mêtinger şer dikin, ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Pûşperê çalakiyên xwe dewam dikin.

Di encama çalakiyan de 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin û dûrbîneke lazer hate desteserkirin. Tunelên şer ên li Qadên Berxwedanan 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 6 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh yên çalakî û êrîşan wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de;

25'ê Pûşperê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî ve bi pêş ve biçin. Piştî şerê ku 30 deqeyan dewam kir, dagirker neçar man vekişin. Li vê derê dûrbîneke lazer a dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin. Heman rojê saet di 17:00 de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Pûşperê saet di 12:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkerên li Girê Şehîd Çekdar hate xistin. Di encama derbên giran de dagirker ketin nava panîkê û li qadê belav bûn.

25'ê Pûşperê saet di 19:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkerên li dora tunelên şer ên li Girê Şehîd Akîf kom bibûn, tîmên me yên nîv bi tevger ji du baskan ve çalakiya serdegirtinê kirin. Baskê yekemîn bi bombeyan û çekên ferdî avêtin ser çeperekê ku 4 dagirker tê de bûn. Li vê derê 4 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin. Baskê duyemîn jî ji nêz ve li komeke ji dagirkeran xist û 3 dagirker ceza kir.

25'ê Pûşperê saet di 19:00 de li dijî dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Girê FM 5 caran bi sûîqestê çalakî hate lidarxistin û 5 dagirker hatin cezakirin.

25'ê Pûşperê saet di 19.20'î de hêzên me derb li dagirkerên li Girê Şehîd Çekdar xistin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

25'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tunelên şer ên li Girê Şehîd Akîf û Şehîd Zemanî 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin.

25'ê Pûşperê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs 12 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

25'ê Pûşperê qada Girê Hakkarî ya Metînayê bi obusan hate bombekirin.

25'ê Pûşperê li herêma Zapê qadên Girê Amediye û Girê Bihar 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

 

26 ê Pûşper a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê