Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 7'ê Tîrmehê saet di 21:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin.
— 7'ê Tîrmehê saet di 17:09'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
— 8'ê Tîrmehê saet di 06:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî droneyek hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 8'ê Tîrmehê saet di 17:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 7'ê Tîrmehê saet di 14:45, 16:07, 19:47 û 21:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin.
— 7'ê Tîrmehê saet di 06:45, 12:08, 17:27 û 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
— 5'ê Tîrmehê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 6'ê Tîrmehê saet di 16:30 û 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dagirkeran dema ku dar dibirîn û hewl didan bi cih bibin, 2 caran bûn hedefa çalakiya bi çekên giran. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 8'ê Tîrmehê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran dest li helîkopteran hate werdan ku hewl didan hêzên xwe li qadê dînin. Di encama çalakiyan de helîkopter bêyî ku hêzên xwe dîne neçar man ji herêmê vekişin.
— 8'ê Tîrmehê saet di 16.20'î de li Qada Berxwedanê ya Sergelê vînçekî dagirkeran bi çekên giran hate îmhakirin.
— 8'ê Tîrmehê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
2. Li Herêma Xakurkê;
— 4'ê Tîrmehê saet di 06:15'an de li Girê Koordîneyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, mobesseyek hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Li Herêma Heftanînê;
— 30'ê Hezîranê saet di 10:15'an de li qada Kanî Biyê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 5'ê Tîrmehê li qada Kanî Biyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 7'ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 7 û 8'ê Tîrmehê li Herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor, Kendekola 4 caran, li Herêma Garê qadên Çemrobotkî, Yekmalê, Dêreşê, Spîndarê, Xêrê, Deşta Kafya 11 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî û Dergelê 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 7 û 8'ê Tîrmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
9ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê