HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji bona bîranîna Şehîd Hakî Karer û şehîdên 18’ê Gulanê, ji hêla Fermandariya Biryargeha me ya HPG’ê ve li Akademiya Hakî Karer merasîmeke bîranînê li dar ket.
Di merasîma ku li Dewreya Şehîd Orhan Yilmazkaya li dar ket de, di axaftinan hate dest nîşandin ku, wê ev kevneşopiya berxwedaniyê ya ku bi Mahîran destpêkiriye û bi Hakiyan, Ferhadan, Necmiyan berdewam kiriye û bi Orhan Yilmazkayayan bilintir bûye. Wê ji niha û şûn ve wekî pêwîstiya bîranîna şehîdan, têkoşîn li her derî hatiye bilind kirin. Di bîranînê şehîdê enternasyonalîst Orhan Yilmazkaya jî ku navê xwe daye dewreya akademiyê hate bibîranîn û li gotinên şehîd Orhan hat gotin ku, ji bona yekîtiya têkoşîna gelên kurd û tirk wê ji niha û şûn ve têkoşîn berdewam bike û em ê girêdayî vê sozê bin.
Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê rêheval Sofî Nûredîn axaftinek kir û da zanîn ku meha gulanê meha şehîdan e û di vê wateyê de di şexsê Hakî Karer de PKK bûye partî, di bingeha azadiya gelê kurd û tirk de bûye partiyek ku bi hezaran şehîdên wê hene. Şehîd ewlekariya hebûna gelê kurd û tirk, temînata pêşerojê û azadiyê ne.
Di berdewamiya axaftina xwe de rêheval Sofî Nûredîn da diyar kirin ku, em wekî HPG mîrateya berxwedaniya xwe dispêrin Egîdan, Zîlanan, Adilan, Sîdaran û Nûdayan. Ji niha û şûn ve em ê di bingeha azadiya Rêber Apo de, ji bona azadiya gelê kurd û biratiya gelan, wekî hêzeke azadî, demokrasî û hêza parastina gel, çi peywir bikeve ser milên me bînin cî.

19 Gulan 2009