Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingehê gerîlatiya modernîteya demokratîk, xwe jinûve ava dike û di qonaxa ku têkoşîna me ya çekdarî ya 40 salî gihiştiyê de ji bo kûrbûna taktîkê û serweriya li ser teknîkê asteke girîng bi dest xistiye.
Hêzên me yên gerîla bi tarzê şer ê tîmên pispor, li ser erd û binerd bi rengekî serketî berxwedanê raber dike û bi pêşketinên taktîkî ev berxwedan gihandiye asîmanên Kurdistanê jî. Gerîlayên me yên azadiyê, ji xeynî xistina balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a mêtinger û qirker, gihiştiye wê qabîliyetê ku ji hewayî ve jî derbe li artêşa Tirk a dagirker bixe.
Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ku navê xwe ji Endamê Komîteya Avakirina Jinûve ya PKK’ê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Qada Navîn û Fermandarê Fedayî yê Nemir şehîd Dogan Zinar digire, di meha fedayiyan a Hezîranê de pêşveçûneke girîng pêk aniye.
Li ser vî bingehî di navbera 6 – 25’ê Hezîranê de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar derbe li baregehên Artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistiye. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê, baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran û baregehên li Girê Amediyê jî 13 caran, bi giştî 16 caran hatine hedefgirtin û derbe lê hatine xistin. Di encama van çalakiyan de li gorî agahiyên hatine zelalkirin; herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin û baregehên dagirkeran di rêjeyeke girîng de texrîb bûne.
29ê Hezîranê 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê