HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hêzên me tespît kirine ku hinek kes li ser navê rêxistina me li herêma Serhedê xwestine ji gelê me yê welatparêz pere bidizin.

Yaşar Karadenîz, Harûn Oral û bavê wî Halît Oral li ser navê rêxistina me hewl didin ji gelê me pere kom bikin. Bi taybetî jî agahiya me heye ku Yaşar Karadenîz berê jî sûcên heman awayî kirine; sûcên mîna dizîna nirxên rêxistin û gelê me kiriye.

Em bang li gelê Serhedê yê welatparêz dikin ku bawerî bi dizên bi vî rengî neyînin, bi hestiyar û xwedî helwest bin. Divê bê zanîn ku rêxistina me ti wezîfeyeke bi vî rengî nedaye van kesan. Em bi rengekî cidî hişyarî li van kesên navborî dikin, destdirêjiya li nirxên gelê me sûcekî mezin e û divê demildest dest ji vê yekê berdin.

16’ê Kanûnê 2023

Fermandariya Eyaleta Serhedê