HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Em weke gerîlayên Kurdistanê bi tecrûbe û mîrasa 30 salan li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ bi armanca parastina gelê Êzidî heya ku tehdît bi dawî dibe wê berxwedana xwe bidomînin. Di vê çerçovê de ji 6’ê Tebaxê û virve li Şengalê êrîşên berxwedanê hatin destpêkirin. Di hindrê vê demê gelek mirovên ji bo xwe ji çeteyan Daişê biparêzin xwe spartin cihên bi ewle. (ji derveyî veguhastina bi sed hezaran mirovan). Di serî de jin û zarok, me 17 mirovên me yên li gundekî di bin dorpêça çeteyan de rizgar kirin û anîn çiyayê Şengalê û cihên bi ewle. Her weha 3 kesên birîndar ji komkujiya gundê Koço xwe rizgarkirin ji aliyê hêzên me yên gerîla di ewlehiyê de ne û hatin tedawîkirin.

gerîlayên me yê girêdayî Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re rêzeçalakî li dar xistine li gora wê

Bilançoya şerên 12 rojên dawî weha ye:

Li gor vê, bîlançoya çalakî û şerên 12 rojan ên li dijî çeteyan wiha ye:

- Di nav wan de emîrê çeteyan ê bi navê (Ferhan Qasim Zeko) jî ku heye 29 çete hatin kuştin, 4 çete birîndar bûn

- 8 wesayîtên aîdî çeteyan hatin rûxandin, 2 wesayît hatin derbkirin

her weha di van pevçun û çalakiyan de ji bilî yên bi çav hatine dîtin kuştî û birîndarê dijmin gelek zêde ne.

Kelûpelên li ser çetyan hatine rakirin

- 4 kalaşnîkof, 2 G3, tebenceyek û gelek kelûpelên aîdî wan hatin desteserkirin

Di roja 18'ê Tebaxê de hêzên me yên Gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi hevre çalakiyek li darxistine. Di vê çalakiyê de 1 çete hatiye kuştin 1 çete birîndar buye. Her weha wesayîtek hatiye derbkirin. Di navbera 8-10 hezar mirovên me yên naxwazin ji herêmê biçin hene û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Bi taybet pêdiviya lezgîn bi xwarin û pêdviyên jiyanî û tiştên sereke heye. Hêzên me ji bo parastina Gel li wir xebat dimeşînê. Divê gelê me ji bo gelê me yê Şengalê hemu pêdiviyên wan peyda bikin di nava seferberiyê de bin ev goreveke sereke ye.

Her weha nûçeya bi rêya hin saziyên cur bi cur ên medya hat servîskirin û tê gotin ku gerîla di qereqolan de bicih bûne derew e. Gerîla li çiyayê Şengalê di çeperan de ne.

18 Tebax 2014

Fermandariya Herêma Şengal ya HPG