ji gelê me û raya giştî re!
ji ber sedemê dewleta Tirka dagirker bersiv û gavên pêwîst yên ji bo pêvajoya aştiyê ya Rêber Apo pêşxistî nade, di demên dawî de tevlîbûna refên gêrîla zêde bûye. Dewleta Tirka nikare pêşiya vê tevlîbûnê bigre. Vê dawiyê bi şixwilandian hinek malbatan, dixwaze xwestek û jimara ciwanên tevlî refên gêrîla dibin bixînin astek jêr. Bi vî şeklî bi xapandina hinek malbatan “dibin navê malbatên zarokên wan hatîn revandin de” wan tînin leyîstokan.
Em li pêşiya hertiştî diyardikin ku, herkesê tevlî refê gêrîla dibe bi dilê xwe tevlî PKK dibe. Ji xwe ger bidilê xwe tevlî nebe em nikarin ti kesî dinava refên xwe de bigrin. Ji ber vê sedemê heta niha ti kes nehatiye revandin, herkesê tevlîbûyî bi dilê xwe tevlîbûye.
Ji derveyî wê temenê tevlîbûnê diyare. Di derbarê sînorê temen de Fermandariya Biryargeha Navendiya me bi saziyên navnetewî re peymanên pêwîst pêkaniye û ev peyman guncawin. Ji ber wê sedemê kesên dibin sînor temen de, ne ji ber sedem hinek dixwazin lê belê bi biryara tevgera me tên zivirandin. Lê belê ev jî ji bo herkesê ne xalek derbazkere. Wekû ji aliyê herkesî ve tê zanîn, dewleta Tirka dagirker zarokên meyên di temenê biçûk de di girtîgeha de di rizîne, tecawuz dike û hemû kiryarên ji derveyî mirovatiyê li ser wan dide meşandin. Zivirandina ciwanên dibin vê gefê de yên dixwazin tevlî me bibin, wê ji bo wan bibe felaketek. Ji ber vê sedemê em ne zivirandina van ciwanan lê belê perwerdekirina wan bingeh digrin. Ji xwe ji aliyê me ve kesek dibin sînorê temen de tevlî şer kirin ne mijara gotinêye jî.
Ev senaryoya ji aliyê AKP’ê û îstîxbaratê hatî pêşxistin ti encaman nade. Em bang li malbatên xweyên welatparêz dikin ku tevlî van leyîstokên wekû şerê taybet ji bo tevlîbûna gêrîla kêm bikin dileyîzin, nebin.
27 Gulan 2014
Fermandariya Saha Navê ya HPG’ê