HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Gelek caran me dabû xuyakirin ku dewleta TC’ê di pêvajoya dawî de bi zêdekirina operasyona ku xwe dispêrin îstîxbarat û keşê û bi serdegirtina baregehan, cardin bi karanîna balefirên bêînsan a keşfê bikartîne. Di operasyonan gelek caran ji bo pevçûn biqewimin ji aliyê yekîneyên veşartî operasyon tê lidarxistin. Ji xwe cerdewan û kontra jî gelek caran tevlî van operasyona dibin.

Ev ne bese di demê dawî de bi cil û bergên nêçirvanan li çiyayên Kurdîstanê bi armanca cîhê gerîla deşîfre bikin hewldanên kontra tê meşandin. Ku nêçirvanî di kevneşopiya gelê kurd de cîhekî xwe heye, ku mêzêna ekolojîk li berçavan were girtin êmê wate bidin lê li gor agahiyên di dest me de ku ji bo êrîşî gerîla tê bikaranîn em nikarin bi feraset nêzik bibin û destûr nadin.

 

Artêşa TC’ê li qadê ku operasyona lidarxdixe destûr nade ku gelê sîvîl biçin lê bi cil û bergên nêçirvaniyê destûrê dide hin derdoran, niyeta wan li ber çavan radixîne. Armanç ne nêçir e. Armanç ewe ku nuqteyên gerîla deşîfrekirin û rê liber wendakirina gerîla vebikin. Van derdoran a ne di hedefa  me de ne lê wê destûr ji bo hewldanên wan nayê dayîn. Ji berk u operasyon her ku diçe zêde dibin û di van operasyonan de ji bo pêşî li bûyerên neyînî were girtin me tevdîreke bi vî rengî pêşxistiye. Ji îro û şûnve em didin xuyakirin ku di nav sînorên sehaya Amedê de hewldanên nêçirvanîyê divê neyê lidarxistin. Em bang li gelê xwe dikin da ku neyên van leystokên qirêj yên Artêşa TC’ê û divê bihistyar û hişyar tevbigerin.

16 Cotmeh 2010

Fermandariya Seha ya Amedê