ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê bi Hêzên me yên Berxwedêr re berdewam dike, li ser vê çerçoveyê:
1. Di 7’ê Çile de saet di 13:00’an de li derdora taxa Şarê Minare HPG-YJA Star, YBŞ û hêzên berxwedanê û peşmerge jî di nav de operasyonek berfireh pêk anÎn. Li hinek kolanên ku çete bicih bibûn opersyon pêk hat û saeat di 19:00’an de pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Di operasyonên pêk hatin de 6 çete hatin kuştin û 11 heb jî birîndar bûn. Hejmara miriyên çeteyan li vir zêde ne. Dîsa divê operasyonê de wesayîtek aydê çeteyan hat Îmhakirin û yek jî darbeyên li hatin xistin.
Di encama operasyonên Berxwedanê de pevçûnên dijwar derketin 2 Gerîlayên me Şehîd bûne.
Di van operasyonên berxwedanê de 1 Pêşmerge bi tevlê buna bi hempa de Şehîd bûye.
2. di 7’ê Çile de saet di 16.30’an de li Serê Sukê Çeteyên Daîşê ketine hewldana êrîşê. Hêzên me yên gerîla ev ferq kirine û demildest bersiv dane û çete neçar mane vekişin. Li vir hejmara mirî an jî birîndaran diyar nebûye.
3. Di şeva 7’ê Çile de saet di 17.30’an de balafirên şer yên aydê hêzên Koalîasyonê du caran çete bombebaran kirine.
4. Di 7’ê Çile de di operasyona Şarê Minare de Gerîlayên me bi navê kod Zerdeşt Şoreş - Zennur Ozdaş û Birusk Rojhilat - Mehsun Gafurî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye di vê berxwedanê de rolek girîng lîstine. Em her du gerîlayên xwe yên qehreman bi rêz bibîr tînin û emê têkoşîna wan bilind bikin.
Nasnameya rêhevalên me yên Şehîd weha ne:
Navê Kod: Zerdeşt Şoreş |
Zerdeşt – Zennur Ozdaş
Navê Kod: Birusk |
Birusk – Mehsun Gafurî
8 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ