HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Li ser navê parastina ewlekariya xeta lûleyê ya gaza xwezayî ku ji gundên Karpûla, Sevîk, Kurdalî, Sarê û Gatûra ku bi ser navçeya Eleşkîrta Agiriyê ve girêdayî ne û di navbera gundê Atma ku bi ser Îxdirê ve girêdayî ye, fîrmaya BOTAŞ’ê û sîstema TC’ê vê projeyê bi hev re bi awayekî hevbeş bi rê ve dibin.

Di nava vê xebata hevbeş de ji her gundekî 10 kes bi armanca ewlekariyê dikine cahş û li ser vî navî li hember tevgera me bikartînin. Ev projeyeke leşkerî ye û hewl tê dayîn gelê me bixin nava van lîstikên qirêj.

Em wekî Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê bang li gundên ku me navên wan diyar kiriye dikin ku neyên van lîstikên qirêj û 7 cahşên ku ji gundê Atmayê ne tevlî vê projeyê bûne jî hişyar dikin ku dev ji cahşîtiyê berdin.

19 Îlon 2009

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê