HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“Ez ber bi nemiriya di bedewiya te de didavim, ez ber bi demên Zîlanî didavim.”

Di girêdanên herî mezin de bi Rêbertiya me re, di yekîtiya dilan û fedakariyên pîroz de gihiştina hev; agirê azadiyê bi hemû şewatê hîs kirin û di têkoşînê de xwe afirandin e. Fedayîtî di navbera dilan de girêdaneke zirav e. Bayekî germ e ku ber bi Rêbertiyê ve diçe, yekîtiya dilan e. Jiyana fedayî. Di vê yekîtiyê de hestên xwe mezin dikin, di hîsan de xwe bilind dikin. Û em hevdu digihînin rûmeta bi mirovekî fedayî re jiyînê. Dema armanc li ser xeta Rêbertiyê gihiştina hev di prensîban de û afirandina jiyana nû be, her parvekirin hê zêdetir mane digire. Rêheval Harun jî yek ji zencîreyên herî xurt ên zincîra maneyê bû. Min Heval Harun di demeke ku me hestên pir kûr dijiyan de nas kiribû. Di radyoyê de nûçeyên der barê Rêbertiya me de dihatin dayîn. Rêbertiyê gotibû ku “di serê wî de gelek werim hene, lêvên wî birîndar in, şevan heta saetekê jî ranaze, di nefesgirtinê de zehmetiyê dikişîne û her deqeyekê şiyar dibe.” Me hemûyan hinek hêrs, hinek jî xezeb hebû. Lê di nihêrînên wî de maneyeke din hebû. Hêrs ewqas di çavên wî de kom bûbû, hest ewqas kûr bûbûn ku ne dîtina wan ne pêkan bû. Diviya ji vê çûnê re bê gotin bisekine û destwerdan bihata kirin. Min paşê fam kir ku biryardariya ku Rêheval Harun jiyabû di tevgerên wî de xuya dibû. Rêheval Harun digot ku di vê pêvajoyê de tevlîbûn û çalakiyeke Zîlanî pêwîst e. Wî armanc dikir ku bi awayekî Zîlanî tevlî têkoşîna gelî ya xwe afirandinê bibe. Li dijî tunekirin û înkara ku dihat ferz kirin, wî armanc dikir ku bi perçe kirina bedenê xwe jiyan û berxwedanê biafirîne. Digot: “Ez kurê Zîlanê me.” Wî tu carî xiyanet li dayîka ku rêhevaleke bilind bû nekir. Rêheval Harun di dersa ku me fedayîtî lê nîqaş dikir de asta biryardariya xwe bi hemû rêhevalan re parve kir. Bi dilekî ku bi hêvî lêdida û bi dengê ku wêrekiya wî nîşan dida, bi evîn li her rêhevalî nihêrî û soza tevlîbûna fedayî pêş xist. Ew êdî rêwiyê nemiriyê bû. Mîna ku tîna ramana Rêbertiyê bû, ruhê azadiyê bask vedida, armanca ku wê bigihîjê didît û bi evîna rêhevaltiyê têr dibû.

Wî gotibû: “EZ DIXWAZIM BI ÇALAKIYA XWE PIRÊN GIRÊDANA XWE YA BI WE RE AVA BIKIM, JIYANA WE Û HEMÛ BEDEWIYÊN KU BERHEMA WE NE NEMIR BIKIM.” Bi vê gotinê têkiliya xwe ya bi Rêbertiyê re bi awayê herî sade îfade kiribû.

Her ku paqij dibû, dibû evîn û wek çemekî pîroz di jiyana me de diherikî. Ev çem wê her tim fedayîtiyê di ruh, dil û mejiyê me de şîn bike. “RÊBER APO” xwe şibandiye dara berûyê. Ger em fedayîyan wek fêkiyê darekê pênase bikin, ew fêkiyê gihîştineke mezin e. Gelê xwe ji aliyê moralî ve têr dike. Êdî demeke hindik mabû heta rêwîtiya nemiriyê. Efsaneya gihiştina bi Zîlanê re pêk dihat. Pir kêfxweş, bi kelecan û coşdar bû. Lê li gel vê yekê xem di çavên wî de hebû… Ji çiyayên xwe, ji van rêhevalên bedew diqetiya. Her çiqas wan hemûyan di dilê xwe de cih kir û bi xwe re bir jî… Şîva xwe ya dawî xwaribû. Di 27’ê Mijdarê de dev ji goşt xwarinê berdabû. Vê yekê wek têkoşîna li dijî nefsê girtibû dest. Ji ber wê, di şeva dawî de li ser sifra bê goşt xwarina xwe xwaribû. Cara dawî beşdarî civînê jî bûbû. Bi fedakariya pêkanîna soza “BI CAN BI XWÎN EM BI TE RE NE, EY SEROK” diçû. Demekê jî li cihê xwe ranedima. Wêneyên hemû hevalan dikişand. Wêneyên ku dixwest mayînde bike, bi rastî evîn û girêdana ku di xwe de hildigirt bûn. Kesî nedizanî ku ew derketiye rêwîtiya xwe ya mezin. Cara dawî bi rêhevalên xwe re çay vexwaribû, piyaleyên li ber hevalan kom kiribû û heta vê xizmetê jî ji bîr nekiribû. Deqeyên dawî bûn berî ku biçe. Ronahiyeke ecêb di nihêrînên wî de dîtina xwe di çavên rêhevalên wî de didît. Bi rêhevalên ku cara dawî hembêz kiribûn re, hêviyên bêdawî yên gelî hembêz kiribû û dest bi rêwîtiya xwe kiribû. Dema nêzî cihê ku kamp êdî nayê dîtin bû, cara dawî li çiyayên xwe temaşe kiribû û li rêhevalên kampê nihêrîbû. Li vir jiyan dîsa bi xwezaya xwe berdewam dikir. Lê dil û evîna wî ewqas mezin bûbû ku mîna ku ew ber bi Zîlanê ve dida bazdan. Kî dizane wê gavê di dilê xwe de bi xwe re çi gotiye… Li vir e ku Rêheval Harun digihîje sirra perperoka di nav agir de. Em ê tenê dema ku wek Harun di wan agirên pêta de bişewitin, bigihîjin zanîn û fazîleta wê. Lê niha em behsa evîna wî ya agir, bazdana wî ber bi agir û lêgerîna wî ya tiştekî di agir de dikin. Ji ber vê dikare behsa ji kêliya zanînê afirandinê bê kirin. Ji ber ku yê ku vê dizane, yê ku dijî ye. Her fedayî sirra xwe bi xwe diafirîne û dijî. Wek perperoka çaremîn ku di pêtan de dişewite, gihiştina vê sirrê wek wan jiyîn û şerkirin e. Lê tevî her tiştî, tu ji me nikare wê kêliya ku Zîlan bedenê xwe teqand îfade bike. Tu ji me nikare wê kêliya ku Viyan bi agir re bû yek pênase bike. Em dîsa nikarin wê kêliya ku Harun ben li stûyê xwe teng kir vebêjin. Ew kêliya dîrokî ya pîroz kêliya wan e ku jiyan û xwe afirandin. Ji bo ku em wê kêliyê fêm bikin, divê em jî di wê kêliyê de bibin. Em hîn jî yên ku li dora agir xelekê çêdikin in. Lê ew yên ku di nav agir de digihîjin hişmendiyê û dijîn in.

Her perperok beriya kêliya ku wê bijî vedibêje. Û her fedayî vedibêje ku çima xwe avêtiye agir. Lê di nav agir de şewitîn, teqîn û ji zinaran xwar ve firîn, ew dizanin. Ji ber ku wan wê kêliyê bi tîpên yekem jiyan kir. Di vê mijarê de, bi qebûlkirina nezaniya xwe li hember wan, em digihîjin wê rastiyê ku evîna ku wan afirand gihiştina sirra fedayîtiyê ye.

Kîjan perperokê, piştî ku bûye ax, vegotiye şewitîn çi ye! Şewitîn, di navbera wan û demê, wan û kêliyê de hevdîtina herî mezin e. Tenê yên ku dijîn sirra herî mezin a vê hevdîtinê dizanin. Wate fedayîtî çalakiya gihiştina evîn û sirra xwe ye. Evîna di Harun de ewqas mezin bû ku deriyên sar û kelepçeyên dijmin şikandin û ber bi axa pîroz a Kurdistanê ve herikî. Harun niha li Kurdistanê bi gurîn diherike. Evîna fedayîtiyê wek çemekî astengên li pêşiya xwe derbas dike û digihîje Wî, digihîje axa Kurdistanê. Hasreta wî ya sereke ew bû ku bi awayekî Zîlanî ronî bibe. Ev pêk nehatibû. Ji ber vê, bi şêwaza rûmeta samurayiyan, bi xwe dîsa li dijmin xist.

Bi gotina “HER ÇI BIKIN, MIN GIHAŞT SIRRA AZADIYÊ; HÛN NIKARIN MIN JI EVÎNA MIN DÛR BIXIN,” niha li axa xwe ya bi qasî dilê dayîkê germ, bi paqijiya zarokekî û mîna ku dîrokê şiyar dike, li benda roja ku em hemû wî bibînin e. Ew êdî pênaseya evîneke mezin e. Ew efsaneya evîna fedayîbûnê ye; efsaneya gelekî birûmet ku bi awayê Zîlanî, Harunî û Dengtavî dijî û mezin dibe, efsaneya gelê Kurdistanê yê ku Rêber Apo afirandiye.