HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Husên Engîzek

Ji 21 hêyfa adarê heya 28 tan heftayê qehramanîyê gelê Kurdê.28' adara 1986 li çîyayê Gabar ê şahadeta heval Egît ê.(Mahsûm Korkmaz) rêber Apo di der heqê heval Egît de wisa vedibêja:"Egît şêrîn ê.Egît,merxas a.Egît,mirovekî fedaker e.," Di heman demede 21 heyfa adarê tê zanîn ku,Newroz ê…Ango roja nû;roja nûyê ji bo gelê kurd,roja nûyê ji bo gelê rojhilata navîn,roja nû yê ji bo xwezaza ye,roja nûyê ku,xweza xwe di vê rojêde nû dike xweza xwe di xemilî ne,qirasê spîyê ku ji berfê li xwekirîyê,ji ser xwe diavêje,xwe dixemilîne,dar dibişkivin, kulîlk vedidin,   xweza rengîn dibe…

Egîdbûn çi yê? Wateye vê tegînê;ji bo gelê kurdgelê rojhilata navîn û ji bo gelê dinya yê çi ye?...Di pêvajoye dîrokî de,Egîdbûn; ji bo pirgirêkên dîrokî û bingehîn re Egîdbûn bûyîna çare ye… pirsgirêkên;wek bîrdozî,ol,felsefe,sîyaset û h.w.d re bûyîna çare ye..neçareserî di defterê Egîtbûnê de nîn e…

Egîdbûna gelê kûrd Ji H.z Zerdeşt destpêdike.Ji alî dîn,felsefe û ehlaq…Egîtbûna H.z Zerdeşt bi sê pêyvan desrpêdike;hizirîn,şîyandin, û kirin…Ango H.z Zerdeşt dibÊja bila hizir baş bê hizirandin,soz bila baş bê gotin,kar bila baş bê kirin…

Di ol û felsefeya H.z zerdeşt' ê;wîn he ye.ew qas wîn heye ku;li dîyarbûna xwede yê H.zZerdeşt AHÛRA MAZDA, H.z Zerdeşt wek pêsîre xwede yê xwe bigire jê pirs dike:

"Ez ve pirsdikim ji te,AHÛRA rastîye ji min re bêja!

Hêzên kê li ser xwe digerîne dinya û ezmanan cida cida?

Kî li av û nebatan dinêre li cîhê wan?

Kî bi ba re rêbertîye dike,diherîkîna ba de?

Kî li ser xwe digerîne,ew ewrên tarîyê ku ji baranê barkirî li ezmanan giran giran?"(Zerdeşt Gathalar Yasna44-4)

Ji ber ve yekê civak û mirovên ku li ser ol û felsefeya Zerdeşt gelek xwedan wîn in.EW qas xwedan wîn in ku,di kîjan şert û mercan dibe bila bibin,dijminên wan çi qas ;zilmkar,xwînmij û xurt dibin bila bibin li hemberî wan liberxwedidin.

Li ser ol,felsefe,ehlaqa Zerdeşt berxwedana gelê kurd;di pêşengtîya Kawa'yê Hesînkar de li dijî împaratorîya Asûrîyan destpêdike.Asûrîyên ku diz û hîz…Asûrîyên ku;ji serîyên mirovan bircên kelan û avahî hûnandin e…

Ango Zerdeşt di dîroke de ;Egîdbûna gelê kurda…

Di heman deme de;Kawa'yê Hesinkar jî,ev hizir û ramanên H.z Zerdeşt di kiryare de pêkanîn a. Ango ji bo azadî,wekhevî ya bav û kalên gelê kurd,ango gelê med û gelên rojhilata navîn pratîk buyîna H.z Zerdeşt'e.

Egîdbûn;ji alîyê bîrdozîya hemdem a gelê kurd ve dû peyv in. ev her dû pey jî ji alî yê Rêber Apo ve hatinê afirandin.Ev peyv jî ev in:"Kurdistan metingeh'e"Ev her dû gotinê wecîz û dîrokî ne ji rêze ne.ev her dû gotin,ji alî birdozî ve çarenûsa gelê kurd guherandin e.gotinê guherandin û veguherandine ne.

Eger ku;mirov dil û mêjîyê di doza Azadî û wekhevîya gelê kurd ê nehelînê,nikare du peyvên wisa biafirîne û bîne ziman.Rêber Apo di doja gelê kurd yê azadî û wekhevîye de wek dil û mejîyê xwe bi helîne xebitîye û hewldaye gelek Egît afirandin e.ev Egît ne li ser birdozîya rêber Apo bûne Egîd.Bi Egîdbûna van Egîdan gelê kurd bûye gelê kî Egîd…

Di serdema H.z Zerdeşt, Kawa yê Hesinkar û Îro jî gelê me gelekî Egîd ''e.Di serdemena H.z zerdeşt ê gelê kurd,ji alî birdojî,felsefe,ol, sîyaset,rêxistin, û ehlaqe pêşenge gêlê rojhilata navîn bû.Îro jî gelê me bi wî şewazî pêşenge.

Di egîdbûna gelê kurd ê gelek egît hene.Di her pêvajoyeka girîngde;egîdê ku canê xwe ye şêrîn ji bo gelê kurd dane hene.ji van kesayetê dîrokî yek jî;şehîd Hakî karer'e.Ji xwe ne kesayetî Kûrd'e. şoreşgerekî dîrokîyî Tirk'e.ji bo veguhestina îrdozîya rêber Apo;bîrdozîya vejîn,azadî,wekhevîye canê xweye şêrin ,ji bo gelê kurd,gelê Tirk û gelê cîhanê daye.Şehîd Hakî Karer şehîdê dema bîrdozî afirandin,bîrdozî veguhestine ye. Rêhevalê Serok Apo'ye.Şehîdê heza demazrandina P.K.K ye

Di heman deme de hakîbûn Egîdbûn'e

Egîdbûn berxwedana Zindana Amed'e .ye.

Egîdbûn;berxwadana kawa'ye hemdem Mazlûm Doağan'e,Agirê Newroze ye bi sê çopê kîbrîte(   )di bedenê xwe de nûve gêşkirine.di şert û mercên herî giran de"berxwedan jîyana kêrîn e. di berxwedane de her tim li pêş bûnê.

Mazlûmbûn Egîdbûn'e;di her Newroze debi mîlyonan di di meydanên de agirê newrozê geş kirine.durişme "berxwedan jîyane kêrîn e

Xeyrîbûn Egîdbûn e.

Şehîd mehmet Xeyrî Durmuş di wiêjeyê partî de wisa te nirxandin:Kesayetekî dîrokî, rêxistinê û dilnizm bû. Ji ber ve yekê di vesîyata xwe de gotibû:"li ser gora min deyndar binivîsinin.

Kemalbûn egîdbûn'a.

Te zanîn ku;şehîd Kemal Pîr qeyremanekî enternasyonalîstî Apoyî ye.Şoreşgerekî ku dijmin jî li pêşberî wî rêzgirtîye.

Di wêjeyê partî de,gelek taybemendîyên şehîd kemal pîr hatine pênase kirin.ji taybetmendîyên şehîd Kemal Pîr a herî sereke li hemberî dijmin û hevaltîya kem hêrs û kîna wî ye.di dema şoreşe vejîneyê gelê kurd ji bo pratikê ne di rê de,taybet ji bo pratîkê Hîlwan û Sîwereke wisa dibêja"eger ku,kî xwedî ve pratîka ne di rê deye ez dixwazin wan bibînim,bi pêsîra wan bigirim,ji wan hesap bibirsim…"

Wêjeyê partî ji bo Şehît Kemal Pîr wisa vegotî ye:"her tim,di qadên xebatede ji her cûrekî

Di nava çalakîyan de bû."

Kemalbûn ji alî çalakvanîyede lûtkeya Egîdbûne ye.

Egîdbûn;Zîlanbûn'e.di heman deme de Zilanbûn,Egîdbûn'a.

Zîlanbûn;Hêza jineyê wekhevî û azadîye ye

Bi taybet;Zîlanbûn parastin û azadkirina rêber Apo'ye .

Egîdbûn;nûdemek e.Serdemeka nûye.Piştî ku Rêber Apo paradîgma guherand,bîrdozîya xwe dijberî şaristanîya hîyararşîk û dewletparêz,ji bo şaristanîya demokratîk hîna kur û berfireh kir Egîdbûn;li dijî yekdestîya hêzên şaristanîya dewletparêz civaka demokratîk parastin û ji nû ve şaristanîya demokratîk,ji alî ehlaq ûsîyasete ve hunandin a.Egîtbûn;dema nûyê şaristanîya demokratîk li ser bingehe civaka ehlaqî û polîtîk hûnandin a;Ji alîyê jin, xort,mêr…bi kurtasî ji alîyê hemû civake ve şaristanîya demokratîk hûnandin e.

Egîdbûn;di nûdemê ku;em tê de navê gelê Kurd'e.