HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

felsefeMin têgîna qirkirina çandî bikaranîbû, dîsa bikartînim, ev têgîn ne li dijî qanûnên NY e. Ez dibêjim ku li herêmê qirkirina çandî heye. Ev gel nekare bi zimanê xwe navekî li zarokên xwe bike. Hîn ez pênc salî bûm. Min ji dayîka xwe re gotibû; Tu nikarî navekî bi kurdî li zarokê xwe bikî, ma ev e namûs? Min ji ber vê sedemê gotibû, ez ji zewacê nefret dikim. Ez li vir bang li jinan jî dikim, navekî Kurdî jî nekarî lê bikim, ez ê çi ji bikim ji vî zarokî! Ev qirkirinek çandî ye. Derdora kurdan çarçar hatiye dorpêçkirin, gelek vê rewşê dipejirîne, gelek ku vê rewşê helwestekî demokratîk nîşanî vê nekî, bila biçe xwe bişewitîne, biçe xwe bavêje avê. Ez, vî gelî nakim amûra polîtkayên hûkûmetê, divê bibin kesên azad, divê hebûna xwe yê mirovê azad biparêzin. Mirovekî felsefeya jiyan azad nepejirîne nexwe bêrûmetî tercîh kiriye. Di têgîna min a netewa jin de, jin jî netewek e. Makeziman jî hêmanekî netewa demoqratîk e, paşayan vebûnên min ên bîrdozî ji bo asteng bikin carekî din netew-dewletî anîn rojevê. Lê bi ser nakevin, ezê avakirina vebûna, avakirinên bîrdozî berdewam bikim. Di vê de mijarê ez ji xwe bawer im, hêza min jî heye.

            Gelê kurd ji bo çareseriyê tercîh kirî ye, nikarin vê ji nedîtî bên. Ji bo min dibêjin “Rûmeta gelê kurd” ji xwe ez rûmeta gelê kurd im, vêna ji bo pesnê xwe bidim nabêjim. Ji bo çareseriyê eşkere ye ez ê bi bandor bim. Tiştên vê dawiyê hatine jiyankirin vê nîşan dike. Jin jî di vê pêvajoyê de li rûmeta xwe xwedî derketine, di van çalakiyan de jin jî hene gelê me ji bo daxwaziya xwe ketiye nava tevgerê, serî hildaye. Tiştên vê dawî hatî jiyankirin helwestek ku serhildanê jî derbas dike. Di serhildana de kes beş bi beş bi serê xwe belawela tevdigerin. Lê belê evê tên jiyankirin bi rêxistinî , bi biryar, bi kontrol û helwesteke demokratîk a gel e, ne serhildanek e. Min li vir banga çalakiyê li gel nekiriye. Biryara gel bixwe ye. Ji ber vê sedemê ez li wan banga çalakiyê nakim, nakim jî, biryar standine, çalakiyên wan bi wate dibînim.

            Gelê me bi bilindkirina helwesta xwe bighîjin hûkûmetê û gel ji min bixwaze ez ê mudaxil bibim. Gelê me ji min re bêje “riya diyalogê yê bi rûmet û bi wate vebû û wer navbeynkariyê bike” ez ê tevlî bibim. Di vê mijarê de ji bo diyalogeke bi rûmet û bi wate pêşbikeve çi bikeve ser min ezê bikim, heta îroj jî min kir. Diyalogek bi wate çêbibe ez li vir ji bo çareseriyê amade me. Bi hemû hêza xwe çareserî çawa pêşbikeve lê sift dibim, rê û rêbaz nîşan bikim. Çareseriya formule bikim.

Ji pênûsa Gêrîlla