HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di civaknasiya Kurd de paşeroja dîroka xiyanetê

Hevkariya domdarî û Kurdê xayîn, penceşêra gelê Kurd e. Bi rastî jî bê ev penceşêr çiqasî kujer e di tevahiya dîroka gelê me de bi encamên trajîk re hat dîtin.

Ev gel, bi tercîhên di nava herkîna merhaleyên dîrokî ku tê de jiyaye xwe afirandiye yan jî bi bersivên daye şert û mercûn rû bi rû maye û bi sekna xwe diyar kiriye. Ji bo vê ya pêwîst pîvana tiştên ku dinirxîne û asta hişmendiya ku vê pîvanê diyar dike ye. Gelê Kurd ê ku yek ji gelên resen ê Rojhilata Navîn e, xwe dispêre pêkhateyên civakî yên ku li ser hatine avakirin, nirxên civaka neolîtîk û xwezayî bi kûrahî jiyaye; di vê wateyê de li ser hîmê hişmendiya azadiyê, exlaq û rêgezên ku wê afirandine. Ev rastî hêmana sereke ya aliyên civaknasiya gelê Kurd e ku li ser esasê exlaqê azadiyê li ber xwe dide û xwe ji nû ve diafirîne. Bi pêşketina şaristaniya dewletî ya li ser bingeha desthilatdariyê re, rêbaza parastina xwe ya li hemberî pergala desthilatdar a serdest a mêr, demeke dirêj jiyana di nav eşîran de tercîh kiriye; carinan, sentezkirina bi eşîrên din re li ser nirxên civaka xwezayî ku di nava xwe de vedihewîne dest bi avakirinên nû kir û ev rê li ber pêşketinên dîrokî yên girîng vekir.

Bi taybetî berxwedana di formên eşîran de ya li hemberî hêzên şaristaniya wêranker ên wê serdemê, bû sedem ku hêzên mezin ên wekî Asûriyan bi ser bikevin. Gelê Kurd ê ku alîgirê şaristaniyê bû û nedixwest xwe bi awayekî navendî li ser bingeha desthilatdariyê birêxistin bike, li hemberî êrîş û çewisandinên ku pêş diketin, li ser esasê Medan a rêxistina konfederalîzma eşîrî ava kir; dema ku nirxên exlaqî li ser bingeha Zerdeştî şênber kir, rast dîtiye ku wê bi gelên din re weke rêgezeke hebûnê pêş bixe û nasnameya xwe jî biparêze. Di hemû pêşketinên dîrokî de ev taybetmendî weke xisleta genetîkî ya gelê Kurd e.

Lê belê tevî vê nêzîkatiya ku di nav gel de pêşketiye jî ev alî Rêber Apo vê yekê di parêznameyên xwe bi berfirehî rave kiriye, arîstokrasiya eşîrî ango bi pêşketina çînayetî re pêkhateya jor bi dewlet û pêkhateyên desthilatdariyê re li hev kirine û hevkarî di taybetiya avakirina civakî ya me de bûye dîrokek domdarî. Di vê wateyê de lêgerîna ku li ser esasê hevkariyê weke qutbûneke civakî, hem li hemberî nasnameyeke ku li ser esasê nirx û exlaqê azadiyê pêk hatiye bibe hêz, ne tenê zerar daye nasnameya xwe, hem jî ji desthilatdariyeke navendî wêdetir, li ser bingeha hêzê rê li ber domandina nêzîkatiyên teng û berjewendiyan vekiriye.

Rêber APO di aliyê Kurdan de Enkîdûyê ku bû hevalê Gilgamêş ê qralê dewleta bajar-dewleta Sumeran, weke mînaka şênber a xiyaneta yekem a gelê Kurd nîşan dide. Enkîdû şertê ku Humbaba yê ku yek ji rêberên jîr ên Kurdan e bikuje datîne pêşiya Gilgamêş û bi terikandina civaka xwezayî taybetmendiyên hevkarî û xayîn ên xizmeta desthilatdariyê çêdike. Bala xwe bidinê, li vir îxaneteke du alî heye. Yekem; li ser bingeha xwe înkarkirinê xizmetî hêzên desthilatdar dike, duyemîn; ji bo îxaneta xwe veşêre civaka xwe ber bi komkujiyê ve dibe. Yanî xiyanet tenê bi ferd ve ne sînorkirî ye, li ser bingeha civakbûna ku nasnameya wî ava dike ji holê rake. Çima wisa ye? Ji ber civaka ku xiyanet lê kiriye hebûna xwe bidomîne û bi nasnameya xwe bijî, wê xiyaneta xiyanetkar her tim li holê be. Dema ku li hemberî xwe û nasnameya xwe îxanet bike, ger wê ji holê rabike xerabiya wî nayê fêmkirin, lê bi her awayî dikare xwe têxe bazarê. Taybetmendiya îxanetê ew e ku mirov pişta xwe bide pîvanên wê; loma  li hemberî rêgezê bi kîn e. Yanî ger li holê rastî hebe, xeletî bê çiqasî xelet e wê her tim bê zanîn; lê eger em rastiyê ji holê rakin, wê demê xeletê nayê zanîn û xeletî dikare bi hêsanî şûna rastê bigire.

Ji ber vê sedemê, her çendî ku rêxistina civakî ya kevneşopiya Zerdeştî ya ku li ser avahiyên xweser ên bi şeklên eşîrî û konfederasyonan hatiye avakirin jî, ji Enkîdû bigire heta Harpagos ê ku xayintî li Qralê Medan Astiyag kir û bi derbeyeke qesrê desthilatdarî da Persan, ji wir jî ji serdemên serhildanê heta Yezdanşêran, Rayberan re vher cure xiyanetên takekesî, êrîşên li hemberî civaka xwe xizmeta dijmin dikin û heta çîna jor ne ji bo rêxistinkirina gelê xwe ji bo berjewendiyên xwe xizmetê ji dewletên desthilatdar re dikin, xeta xiyanetê di rastiya gel de weke Kurdê hevkar-xayîn hebûna xwe domandiye. Penceşêra gelê Kurd, Kurdê hevkar-xayin hebûna xwe domandine. Bi rastî jî bê ev penceşêr çiqasî kujer e di tevahiya dîroka gelê me de bi encamên trajîk re hat dîtin.

DERKETINA PDK’Ê WEKE NASNAMEYEKE SPÎ YA KURD Û XIYANETA BÛYE NASNAMEYEKE SAZÎBÛNÊ

Di merhelaya ku netewebûn ji bo gelên cîhanê pêş dikeve de tundiya êrîşên derve, polîtîkayên piştgirtiyê yên beşên hevkar-arîstokrat, nebûna rêbertî û pêşkenetina asta hişmendiyê û rastiya netewbûn bi têra xwe pêk nehat û bi pêkhateyên netew-dewletê yên heman serdemê re li hev hatin, şert û mercên hebûna gel zehmet kirin. Gelê Kurd ku xwe li ser bingeha eşîrên qismî otonom diparêze, bi taybetî di demên dawîn ên Împaratoriya Osmanî de, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, tercîha xwe ya ji bo afirandina yekîtiyeke hevpar a Anatolya-Mezopotamya bi gelên Tirkiyeyê re pêş xist, ji ber komên bêhiş û hevkar ên diyarker, nufûsa herî mezin a ku li Rojhilata Navîn weke netewe nedihat pênasekirin, hebûna wê li Lozanê hatiye înkarkirin, welatê wan bi pêşengiya Îngiltereyê di nava pêkhateyên netew-dewletê yên li herêmê de hatiye parçekirin û bi awayekî hovane bi qirkirinê re rû bi rû hat hiştin.

Bêguman, nebûna rêbertî û di warê hişmendiyê de kêm, hevkaran ku li ser navê nûnertiya Kurdan li Lozanê mafên gelan daxwaz nekirin û piştre serhildanên pêşketin ji aliyê nîjadperestên Tirkên spî yên ku wek nasnameya Tirk a çêkirî teşe girtibûn ve hatin şikandin. Ev merhaleya herî trajîk a dîrokê ye. Weke ku Rêber APO bi zelalî diyar kir û pênase kir ku bi pêkanîna siyaseta Îngîlîz a li herêmê gelê Kurd li aliyekî bi înkarkirinê re û welat kirin çar parçe gel teşwîqî serhildanê kirin û ev yek komploya 1925’an bi xwe re anî û ev rastî siyaseta qirkirina li ser gelê Kurd derxist holê. Netewe dewletên ku heta Şerê Cîhanê yê Duyem li herêmê bi parçeyên biçûk hatibûn parvekirin, bi polîtîkayên xwe yên nîjadperestên çêkirî û bi hevkarî, weke astengên herî mezin ên li pêşiya pêşketineke serbixwe û azad li Rojhilata Navîn hatin avakirin. Ev pêvajo di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbasî qonaxeke bilindtir bû. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li ser navê hêzên hegemonîk ên navneteweyî li ser esasê zilma faşîzma Hîtler a li ser gelê Cihû û parçebûna Filistînê şert û mercên netewe dewleta Îsraîlê amade kirin û gelê Cihû neçarî vê yekê kirin. Teşwîqkirina wan ji bo birêxistinkirina li ser bingeha netewe-dewletê, nîjadperestiya Îsraîlê kirin sedema pevçûna li herêmê, divê em vê pêvajoyê baş fêm bikin.

Rêbertî di parêznameya xwe de diyar dike ku siyaseta Îngilistanê weke avahiyeke ku netew-dewleta Tirk û netew-dewleta Îsraîlê zindî bihêle hatiye afirandin. Bingeha vê pêkhatinê komkujî û qirkirina Kurdan e; ev rastiyeke ku Kurd di bin zextê de dibin û di her pêngavê de Kurd weke qurbaniyên yekem tên destnîşankirin. Ev pirsgirêkek e û bêguman dê hewcedariya lênihêrîna xwe eşkere bike. Di sala 1948’an de Îsraîl hat îlankirin û Neteweyên Yekbûyî di sala 1949’an de bi fermî wê qebûl kir. Di heman pêvajoyan de, ji bo ku gelê Kurd xwe bi awayekî xweser xwe rêxistine neke û rê li ber daxwaza azadiyê bê girtin, ji bo pirsgirêka heyî bê domandin, di pey re eyarê bidin dewletên herêmê û bi gelên herêmê re di rewşa pevçûnê bihêlin, hevkarên ku em dikarin weke Kurdên spî pênase bikin rêxistin kirin.

Di vê nuqteyê de li ser gelê me yê ku nekariye pêşketin û rêbertiya xwe ya îdeolojîk ava bike, di bin înkarkirina nîjadperestên Tirk û herêmê de, qirkirineke çandî ya giran û fizîkî ya li ser gelê me, bi awayekî sazûmanî siyaseta hevpar hatiye ferzkirin. Hem ji bo afirandina pirsgirêkê, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêkê û hem jî ji bo berdewamiya xitimandina bi navê xizaniyê, bi derxistina xeta xiyanet û hevkariyê dixwazin pêşî li daxwazên azadiyê bê girtin. Serdema damezrandina Îsraîl, pêvajoya damezrandina PDK'ê wekî nasnameya Kurd a spî ye. PDK di sala 1946'an de hat damezrandin. Bi îhtîmala ku tevgera azadiyê û têkoşînê ji bin kontrola siyaseta Anglo-Sakson derkeve; bi navê Kurdewariyê hewldanek e ku Kurdan bindest bikin û pêşî li pêşketina wan a civakî bigire PDK’Ê avakirin. PDK di asta navneteweyî de berhema vê siyasetê ye.

Malbata Barzanî di vê yekê de roleke diyarker lîst, weke komplo û xapandina herî mezin a li dijî gelê Kurd hat ferzkirin. Lewma di bingeha wê de îxanet heye. Rêbertiya me destnîşan dike ku li hemberî tevgera gelên Rojhilata Navîn a ji bo azadiyê û pêşxistina rêxistina xwe ya alternatîf, polîtîkaya Anglo-Sakson a li herêmê ji aliyê dewleta netewe ya Tirk û Îsraîl ve weke polîtîkaya komployê hatiye ferzkirin. Lingê sêyem jî damezrandina PDK'ê ye ku li derdora Barzaniyan nasnameyeke sazûmanî hatiye avakirin, bi vî awayî nasnameyeke Kurdewarî ya çêkirî û nîjadperestiya Kurdê spî, yanî hevkar ku dûrî rastî û azadiya gel e û nîjadperestiyê weke weke netewe dewleta Kurd di dewrê de dihêlin. Weke tevgera azadiyê, gelê Kurd û heta gelên herêmê divê em vê rastiyê bi kûrahî fêm bikin. Pênaseya rast a pêşketina wê ya dîrokî, pêkhatina civakî û pirsgirêkên wê, şansê çareseriya rêya azadiyê ye; berovajî vê yekê rê li ber qurbaniya planên komployê vedike.

Di nava rastiya dîrokî de cudahiya sereke ya PDK-Barzanî û komên din ên hevkar ew e ku xiyanet li ser bingeha hevkariyê bûye xwedî nasnameyeke sazûmanî û ji bo pêşîlêgirtina pêşketina azadiya netewî weke rêxistineke komployê hatiye pêşxistin.

Erka sereke ya PDK’ê ew e ku rê li ber pêvajoya azadî û netewebûna Kurdan bigire, weke hebûnê Kurd û welatê wan weke amûreke polîtîk têxe xizmeta kujerên xwe. PDK a Barzanî ku pêkhateyeke hevpar a çanda feodal-eşîrî ye, di qonaxa qeyrana sîstemî ya ku ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem derketiye û rê li ber lêgerîna azadiyê li cîhanê bû sedema pêşketina tevgerên ekolojîk ên weke azadiya jinê, azadiya çandî û mafê azadiya nasnameyên etnîkî yên li derveyî desthilatdariyê hişt vekir û di vê mehaleyê de bi avabûna xwe ya nîjadperestî polîtîkaya bikaranîna gelê Kurd bi tengkirina qada azadiyê meşand. Ev rewşa herî metirsîdar a dîroka me temsîl dike, her tim girêdayî çavkaniyên biyanî, veşartî bi dewletan re, komployên li ser bingehê siyasetê ne û dînamîkên guhertina herêmê ne li ser berjewendiyên gelê Kurd, li ser esasê berjewendiyên xwe dinirxîne û ev jî bi rastî jî gelê me ji azadiyê dûr dixe.

Di rastiyê de meylên azadiyê yên ku li cîhanê bi taybetî salên 1960’î pêş ketin û li Rojhilata Navîn têra xwe bertek derketin holê. Ji ber ku siyaseta înkarê bi tundî berdewam dike û Kurmancî nikare xwe bi awayekî neteweyî pênase bike. Her wiha rêxistina PDK’ê pêwîstiya gelê Kurd a azadiyê ji nedîtî ve tê û di vî warî de rê li ber avakirina dezgehên cuda cuda digire. Di vê pêvajoyê de meyla azadiyê û pêdiviya rêxistinbûnê ya ku li Bakurê Kurdistanê pêş ket, hewl da xwe birêxistin bike, lê ketin xefikên komploya PDK’ê û ev pêvajo vala derneket. Ji Dêrsimê Sait Kirmizitoprak –Dr. Şivan û hevalên wî ji bo piştgiriyê ji PDK'ê werbigirin û bingeheke perwerde û rêxistinî ya ku li ser sînor tevgera gerîla pêş bixin, bi PDK'ê re ketin nava têkiliyan, ev trajediyek bi xwe re derxist holê. PDK'a Bakur jî ku di şexsê Saît Elçî de li herêma Botanê bi cih bû, di heman meyldariyê de ye. Saît Elçî vexwendibû civînê, bi komploya Heftanîn û Metîna di kemînê de qetil kir, Saît Kirmizitoprak ji vê rewşê berpirsyar dît, girt û qetil kir, hevalên wî jî ji hev belav kir. Mistefa Barzanî ji rêveberiya dewleta Tirk re not nivîsî û diyar kir ku ew ê Saît Elçî bêbandor bikin; ev îxanet hatiye belgekirin. Şaşitiya herî mezin a gel û tevgerên Kurd ew e ku bi salan e PDK wek tevgereke netewî nas kirine. Lê mantiqa damezrandina PDK'ê ew e ku bi bikaranîna nasnameya neteweyî vê komploya xapandinê bi bandor bike û rê li ber pêşketina tevgereke neteweyî ya rast bigire.

Meyla netewî ya li Bakur û Rojhilatê û jiholêrakirina gelek komên ku li ser vê bingehê xwe birêxistin dikirin, ji aliyê PDK’ê ve pêk hat. Qasimlo yê ku demeke dirêj li Qendîlê, sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi cih bû, bi gelek komployan re rû bi rû ma û qetilkirina wî li Fransayê berhema heman siyasetê ye. PDK'ê nebûna pêşengek neteweyî yê bihêz veguherand firsendekê û şert û mercên pêkhateyeke leşkerî ya mezin li Başûrê Kurdistanê  li ser bingeha daxwaza gelê me yê azadiyê pêk hatiye, lê ji ber ku di çarçoveya polîtîkayên NATO'yê de cih girt, pêşiya hêza leşkerî ya tekoşîna azadiyê ya gel girt. Di rastiyê de, ji ber Emerîka û Îran piştgiriya xwe kişand,  Îsraîl jî ji ber peydakirina şert û mercên siyaseteke bibandor dem bi dem nedît, Mistefa Barzanî di civîna 1975’an de biryara belavkirina artêşa 100 hezar pêşmerge girt û ew kirin penaber. Bi vî awayî hem siyaseta xwe ya girêdayî derve danî holê hem jî bawerî û hêviya gel a têkoşîn û rizgariyê di nava gel ji holê rakir û gel mehkûmî bêhêvîtiyê kir. Bi rastî jî bandora vê pêkanîna bi navê “aş batal” hê jî di bîra gelê Başûrê Kurdistanê de ye.

BARZANÎ HÊZEKE KONTRA YE

Bêguman gelek xebet hene ku li ser rastiya koka Barzaniyan hatine kirin ku heqîqetê derdixînin holê. Bi taybet heta salên 1800'yî wisa tê zanîn ku Barzanî Cihû ne. Piştî salên 1800'yî nasnameya xwe ya rast veşartine û destpêkê di nav terîqeta Neqşebendiyê ya Sunnî-Îslamî bi cih bûne û bi demê re wekî malbetaka herî Kurdperwer derketine pêş û li ser vê esasê bi feraseta qebîletiyê bingeha rêxistinên siyasî yên herêmê danîne. Bêguman Cihûbûn ne tewanek e; gelê Cihû jî yek ji gelên herêmê ye. Lê belê, dûrketina ji eslê xwe û lixwenixumandina nasnameyek nû tawan û komplogerî ye. Ji aliyekê ve nasnameya Sunnîtiyê ji aliyê din ve Kurdperwerî bûne amûrên siyaseta Barzaniyan. Mirov nikare rastiya Barzaniyan tenê bi hevalbendiyeke jirêzê pênase bike; nexasim Barzanî, li ser bingeha tolhildanê ji gelê me û ji gelên herêmê berê xwe didin polîtîkayên herî xirab. Helbet divê mirov vê yekê bes wekî mekanîzmayeke rêvebirinê nefikire. Malbata Barzaniyan, hewla wê yekê daye ku di pişt perdeya KDP'yê de di nav civakê de bingeha çanda hevalbendî û xiyanetê bi cih bîne. Li ser vê esasê, têkiliyên bi hêzên siyasî, çandî û derveyî re siyaseta têkbirina gel e û vê siyasetê hîn jî didomîne. Çinku PDK a Barzaniyan, esas gelê Kurd biçûk dibîne û dijminahiya gelê Kurd dike. Malbata Barzanî hêzeke kontrayî ye ku li ser bingeha siyaseta NATO'yê hatiye avakirin.

Xweseriya fikra Rêberê me, li ser esasê azadiya gelê Kurd û gelên herêmê pêş dikeve ku NATO’yê qedera wan li ber rehma PDK’ê hiştiye. Yanî weke rastiyeke ku armancên avakirina PDK’ê pûç dike.  Sedema êrîşên li ser Rêberê me û tevgera me tên kirin ev e.Rêber Apo, berteka ku hêzên nîjadperest ên tundrew û bikaranîna PDK’ê hîn di merhaleya pêkhatina tevgerê de wiha şîrove dike: Ji merhaleya komî heta derbeya 12'ê Îlonê, êrîşên tasfiyekirinê yên li dijî PKK'yê, ligel hêzên Gladîo lê bi giranî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wekî MÎT, emniyet û cendermeyan ve tê birêvebirin. Her wiha ji ber ku nehiştin pêş bikeve, koma me bi qasî rêxistinê nehatiye zanîn. Koma me wekî berdewamiya  THKP-C'ê hatiye nirxandin û wisa maye. Wisa hizir kirine ku dema THKP-C tasfiye bû dê koma me jî belav bibe. Lê piştî 1975'an, dema ku zanîn koma me serbixwe ye, bi rêya PDK’ê û bi destê Stêrka Sor midaxele hat kirin û wisa tê zanîn ku Alaattîn Kapan ê ku Hakî Karer qetil kirî di vê midaxeleyê de cih girtiye. Ev yek teqez e ku PDK hêj ji destpêka xwe ve bi Îsraîl û NATO’yê re peywendîdar e û li tevahiya Kurdistanê wekî rêxistineke çavdêriyê tê qebûlkirin û piştgiriya wê tê kirin. Mirov dikare bibêje ku di bin kontrola Gladîoyê de ye û bi taybet piştî 1961'ê bi piştgiriya Gladîoya Tirk jî xwe bi çek xistiye û berê wê dane raperînê. Dê were piştrastkirin ku heman piştgirî bi rêya Şahtiya Îranê jî berdewam bûye. Lewma gelek giring e tê dîtin ku bi rêya PDK’ê midaxeleya li ser komên çepgir ên li Kurdistanê bi piştgiriya nerasterast a Gladîoyê pêk tên." Ev pênaseyeke têra xwe eşkere ye.

PDK a Barzaniyan berî ku bigihêje asta partiyekê, hêzên hegemonîk ew derxistin pêş. Û li dijî tevgera gerîla ya ku Rêberê me xwest piştî derbeya 12'ê Îlonê li Rojhilata Navîn bi cih bike her tişt kir. Di sala 1981'an de komên ku li ser sînorê derbas dibûn diketin kemîna PDK’ê û şehîd dibûn. Di vê çarçoveyê de nexwestiye ku hêzên gerîla li Başûrê Kurdistanê baregehan ava bike û li dijî vê polîkayê bi rê ve birine. Bi ser de jî bi dewleta Tirk re têkiliyên xwe xurt kirine ku ji bo tevgereke xwedî nasnameya azad a netewî tasfîye bikin. Piştre, wekî Rêberê me jî tîne ziman, dema ku biryara têkoşîna çekdarî hat dayîn, Mesûd Barzanî diçe ba Rêbertî û daxwaz dike ku pêngaveke wiha neyê avêtin. Piştî ku daxwaza wî bi cih nehat, hem di qada civakî hem jî ya leşkerî de, hewlên mezin ji bo şikandina tesîra PKK'yê da. Xiyaneta sazûmanî; ango bi tevahî li gor pêdiviya avabûna xwe tevdigere. Malbata Barzaniyan ku heta salên 1990'î bi komployan hewl da pêşiya pêşketina tevgerê bigire, nekarî pêvajoya netewebûna nû ya gelê Kurd a bi nasnameya "Kurdê Azad" asteng bike.

Netewbûna bi pêşengiya Rêberê me pêş ketî wekî "netewbûna demokratîk" tê pênasekirin. Heman pêvajo rastî dema krîza navneteweyî û midaxeleya li Rojhilata Navîn hat. Piştre bi geşbûna Şerê Kendavê, PDK wekî rêveberê Kurdistana Başûr hat diyarkirin. Rêber Apo derbarê vê yekê de wiha dibêje: "Yek ji armancên sereke yê Şerê Yekemîn ê Kendavê (1990) di rêya avakirina netewdewleteke Kurd de gavavêtinek bû. Heger em Şerê Kendavê yê piştî salên 1990'î ku li Rojhilata Navîn dest pê kirî wekî versîyoneke "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê" binirxînin em ê bibînin ku ji Împaratoriya Osmaniyan a ku piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê têk çûyî wekî prototîpeka piçûk a Îsraîlê netew-dewleteke Tirk hat avakirin, Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê Dewleta Îsraîlê ya esas hat avakirin û dê ji versîyona "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê" jî wekî amûra sereke ya ewlehiya Dewleta Îsraîlê netew-dewleta Kurd a prototîpa Îsraîlê bê avakirin. Lewma, piştî salên 1990'î, di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst (DYE, YE, Japonya û hwd), hatiye xwestin ku bi piştgiriya Îsraîl û Tirkiyeyê avakirina netew-dewleteke Kurd li dijî PKK'yê weke alternatîf bê avakirin. Şerên Gladîo yên bi piştgiriya NATO'yê piştî salên 1990'î li dijî PKK'yê hatin kirin vê rastiyê nîşan didin. Tê xwestin ku pêşiya armanca PKK'yê ya li seranserê Kurdistanê bi "netewperweriya gel" belav bûyî bi nîjaperestiya dewletî bigirin û wê tasfiye bikin. Lê tevî hemû kiryarên wan, tecrubeya şerê gel ê şoreger ê piştî salên 1990'î, rê li ber armancên van hêzên hegonomîk ên Rojavayî, Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Kurdistanê ku piştî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dabûn pêşiya xwe girt.

Hem wekî têgeh hem jî wekî diyarde wiha bû. Her ku têgeha Netewa Demokratîk pêş diket ev rastî jî baştir xuya dibû. Ev xuyabûn bi Şerê Duyemîn ê Kendavê re (2003-2010) bû rastiyeke berbiçav. Wekî ku Rêberê me jî tîne ziman, malbata Barzanî yek ji amûra bingehîn a şerên Gladîo ye ku bi piştgiriya NATO'yê rê didin. Li ser vê esasê têra xwe zelal û eşkere ye ku ka ew kî ne. Yanî nîjadperestiya dewletî ya ku bi pêşengiya PDK’ê li dijî neteweperweriya gelan tê avakirin di rastiya xwe de komployek e.

Dijberiya aktîf a PDK'ê ya li dijî tevgera me ya azadiyê ya sala 1991'ê, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk û êrîşên leşkerî yên li dijî gerîla li ser xeta Başûrê Kurdistanê ya sala 1992'an û bersiva tevgera me ya azadiyê ya li hember vê mîna Bêrîtan ku nûnertiya jina Kurd a azad dike, rûbirûbûna xiyanetê û nasnameya Kurd a xwe dispêre civaknasiya Kurd îfade dike. Di şehîdxistina bi sedan hevalên me li operasyonên li Başûr PDK ji dewleta Tirk re bû mertal. Di astengkirina mezinbûna tevgera gerîla ya li Bakurê Kurdistanê de PDK'ê piştgirî da Hîzbûl-Kontra ku di bin sextekariya Îslama Sûnî de li Bakurê Kurdistanê hate birêxistinkirin. Li dijî YNK'ê bi Saddam re bû yek û heta Hewlêrê li dijî gelê xwe şer kir. Di sala 1997'an de li Hewlêrê hevalên me yên birîndar ên ku bi lihevkirin û peymanan dihatin dermankirin, hatin qetilkirin. Bi vî rengî rûyê herî qirêj ê xiyanetê nîşan da ku di dîroka ti gelî de nîne. Tevî van hemûyan jî PDK a ku li ser bingeha yekîtiya bi gelan re nikarîbû pêşî li pêşketina netewebûnê bigire, di nava rêxistinbûyîna komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me de cih girt û heta teşwîq kir.

Di rastiyê de tesbîta Rêbertiya me ya 'Eger ferzkirinên PDK'ê di vê astê de nebûya, dibe ku ev komplo bi vî rengî bi pêş neketibûya' bi awayekî zelal radixe pêş çavan ku Barzaniyan di pêşketina komploya navneteweyî de di kîjan astê de rola stratejîk lîstiye. Armanc ew bû ku Rêberiya Netewî û Herêmî ya rasteqîn tasfiye bikin û rêbertiya wan a sexte derxin holê. Barzanî, li hemberî sekna Rêbertiya me ya li dijî vê komployê, berfirehbûnên wê yên îdeolojîk û pêngavên ku bi armanca mezinkirina tevgerê bi pêş xistî, hewl da hê bêhtir destek bide dewleta Tirk û di nava rêxistinê de tevgera tasfiye bi rêxistin bike. Di pêvajoya destwerdana li Iraqê de, ku Rêbertiya me weke 'Şerê Kendavê yê Duyemîn' pênase kir, bi taybetî ji bo ku tevgera me ya azadiyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi bandor nebe, hewl da tevgera me bixe bin kontrola xwe. Di vê çarçoveyê de xebatên birêxistinkirina komên xayîn û fîrarî, dejenerekirina xeta tevgerê, qutkirina wê ji Rêbertî, tesfiyekirina gerîla meşand.

Gava ku ev stratejiyên PDK’ê bi ser neketin, vê carê hewl da avabûna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd asteng bike û ji bo Kongreya Navneteweyî pêk neyê veto kirin. Başûrê Kurdistanê ji bo dewleta Tirk veguherand qada mêtingeriya leşkerî û aborî. Her wiha pêve girêdayî politikaya xizankirina gel, feodalkirina civakê û pêve girêdayî qada jiyanê li jinan teng kirin, gel teşwîqê koçberiyê kirin, zext li muxalefetê kirin, dîktatoriyek li ser esasê ranta aboriyê ava kirin, bi rêbaza xenedaniyê Başûr dîl girtin û li kur li ser navê Kurdê azad pêşketin hebe astengkirin, meşandiye. Di vê çarçoveyê de li Rojava ji bo bêbandorkirina şoreşa ku pêşengî ji Netewa Demokratîk re dike, bixe bin kontrola xwe, di şexsê ENKS’ê de xiyaneta ku bi sazî bûye li wir organîze bike û bi çeteyên Îslamiyên Sunnî û rêveberiya faşîst a AKP'ê re hevalbendiyê bike her tişt kiriye. Êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ya piştî lihevkirinên veşartî yên bi AKP’ê û çeteyên Îslamî yên Sunî re, bû kêliya ewil a ketina maskeya PDK’ê. Rêbertiya me ev rewş bi vî rengî pênase kir: "Barzaniyan li Şengalê xiyaneteke mezin kirin. Ev xiyanet ewqas mezin e ku, di dîrokê de mînakên wê kêm in û di encamê de sûcekî mezin ê qirkirinê kirine. Li hemberî civaka Êzidî ku şaneya bingehîn a gelê me ava dike, sûcekî mezin ê qirkirinê pêk anîn. Armanc ew bu ku Êzidî di wateya mutleq de rastî qirkirinê bên û bi temamî ji xaka xwe ya qedîm bên dûrxistin û tinekirin da ku ti carî venegerin." Ewqas zelal xwe eşkerekirin, bêguman bi ketina maskeyê ve girêdayî ye. Barzanî Başûrê Kurdistanê veguherand qada mêtingeriyê ji bo Tirkan. Xwest li ser bingeha Sûnni-îslamê neteweya gelê me parçe bike, ji bo ku nirxên azadiyê nebin malê gel û asteng bike her qadê ji rant û her cure pere re vekir, petrolê pêşkêşî dewleta Tirk kir, Mûsilê da Sunnî-islamê û bi vê yekê re Başûr veguherand mekanîzmaya şerê taybet. Li qada navneteweyî hewldanên wê yên bê sînor ên ji bo birêxistinkirina dijberiya li hemberî tevgera me, li dijî şoreşa Rojava destek dayîna her cure êrîşên bi hevkariya ENKS-MÎT-PARARASTIN’ê, ENKS’ê yanî hêzên xayîn ên ku Barzanî di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de rol lîstin, ewqas rehet tevgera MÎT'ê ya li Başûrê Kurdistanê, bi temamî firotina Başûrê Kurdistanê, hewldana dînamîtkirina tevgera me ya azadiyê û netewa demokratîk, weke ku Rêbertî diyar kiriye, di asteke ku di dîrokê de mînaka wê nîne sûcê qirkirinê ye. PDK a Barzanî kontra ye. Di konsepta hilweşandinê ya li dijî tevgera me de, weke lingê esasî ye.

Xeterî, ew e ku di şexsê Barzaniyan de xiyaneta sazkar, li ser esasê ENKS-Hîzbûl-Kontra-Hûdaparê li ser gelê me û gelê herêmê weke xeteke tasfiyeye bê ferzkirine. Li ser navê gelê me, ev yek bêguman çavkaniya şerm û hêrsê ye. Ji ber piştî Şengal û Rojava rûyê PDK a rast teşhîr bûye, her tişt eşkere dike û pêwîstî bi veşartinê hîs nake. Ji ber hatina şefê faşîst Erdogan, keleha Hewlêrê bi ala Tirkiyê dixemilîne. Ji bo êrîşên li hemberî hêzên me yên gerîla û dagirkirina Başûr ji aliyê hêzên çeteyên Tirk ve PDK'ê rê vedike û heta ji wê jî wêdetir; Bi daxwaz, teşwîq û piştgiriya xwe pêş ve dibe. PDK’ê ji bo ku çeteyên dewleta Tirk milîtanên herî bi nirx ê vî gelî, ewladên wê qetil bike û axa wê dagir bike, her cure desteka îstîxbaratî, aborî û leşkerî dide. Bi vê re jî naqede, av û nanê wan jî dabîn dike. Di dawiyê de jî ji bo ku bi dewleta Tirk re tifaqek were pêşxistin çi ji destê wî hat kir û ev yek jî bû sedem ku dewleta Iraqê gelek winda bike. Ji ber ku PDK a Barzanî bi vê armancê ava bû. Çeteyên Erdogan, sînorên Mîsak-i Millî dixwaze û ji bo vê jî divê Başûr û Rojavaya Kurdistanê dagir bike. Her çiqas îhtîmalek herî biçûk a gelê me li ser navê azadiyê tevgerîn bi zext û qetlîaman bersiv tê dayîn jî, navê hevparbûna vê polîtîkayê ne tenê ji bo berjewendiyên teng tevgerkirin e, kontrabûne, sîxurîbûn û dijminane. Enkîdû ya bi sazî bûyî, di sedsala 21'an de hewl dide Hûmbaba ku ji aliyê îdeolojîk, siyasî, leşkerî û civakî ve xwe bi rêxistin kiriye û bûye hêviya mirovahiyê, qetil bike. 

'NETEWEPERESTIYA PAŞVERÛ JEHREK E Û DIVÊ BÊ QUTKIRIN'

Piştî pênc hezar salan, ji ber rastiya Rêbertiya me ku hemû nirxên dîrokî di pêşengtiya xwe de şênber kiriye, avakirina Tevgera Azadiyê, rastiya gelên bûne xwedî zanabûn, sekna jina azad a ku nirxên xwezayî yên civakê tîne roja me ya îro, ne Enkîdû dikare serkeve û ne jî Humbaba ewqas bi hêsanî dikare were qetilkirin. Weke ku Rêbertiya me jî diyar kiriye, neteweya demokratîk êdî wisa hatiye avakirin ku, bi ti awayî nayê astengkirin. Rêber Apo, weke pêşengê paradîgmaya sedsala 21’an, avakar û pratîkvanê ku di nava qada navneteweyî de astek bi dest xistiye. Rêber Apo di şexsê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd de di asta herêmî de hêza herî bi bandor a têkoşînê ye û alternatîfa sîstemê ye. Tevî hemû êrîşan jî hêzên me yên gerîla ji bo rûmeta Kurdên Azad û nirxên mirovahiyê çavkaniyeke mezin a moral û berxwedanê ne.

Li gel van hemûyan divê çi were kirin? Peywira me ya dîrokî ew e ku em paradîgmaya Rêbertî di her alî de rast bi jiyanî bikin. Ev yek berpirsyariya me ya siberojê li hemberî gelê me, jinan û gelan e. Bêguman di avakirina Kurdê Azad û Mirovê Azad de ji Humbaba heta niha kedeke mezin a dîrokî hat dayîn, berdêl hat dayîn û di şexsê Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê de kedeke bê mînak hat dayîn. Bi ked û nirxê hatiye dayîn re, derfet çêbûye ku di qada cewherî de nûbûn û pêşketin çêbibe. Bêguman ev hemû bi berdêla can û jiyana ewladên herî hêja yên vî gelî pêk hatine. Serketina herî mezin ew e ku heqîqet derkeve holê, xeta xiyanet û berxwedanê bi rengekî wiha ji hev bê veqetandin ku ti carî tevlîhev nebe. Di vê wateyê de tişta pêşî em ê pênase bikin ev e; PDK ne hêzeke neteweyî ye, di şexsê Barzaniyan de rêxistineke kontra ye. Bi vê ve girêdayî netewperestiya paşverû jehre, tiştê herî xerab bike ew e ku dê pêşengî ji komkujiya li hemberî gelê xwe bike, ev yek penceşêr e û divê bê qutkirin û avêtin.

Em ê gelê xwe ji vê biparêzin. Her gel, bi taybetî jî gelê me heq dike ku li ser hîmê nirx û nasnameya xwe bijî û ev maf ti caran nikare were dewr kirin û dev jê bê berdan. Ya duyem; Rojhilata Navîn bi paradîgmaya Rêbertiya me ji dîlgirtin û êşên xwe rizgar bûye û ev şens nayê windakirin. Ji bo vê jî Barzanî û eşîra wî ne tenê dijminên gelê Kurd in, her wiha yên gelên Rojhilata Navîn in jî. Ji bo bêbandorkirina vê dijminatiyê, lazim e neteweya demokratîk bê mezinkirin û tevî gelan her şêwe derfetên rêxistinî û rêyên têkoşîna hevpar werin pêşxistin.

Gerîlatiya Azadiyê di wesfa Neteweya Demokratîk de ye ku şerê parastinê dimeşîne . Divê ev hişmendî û sekn hê bêhtir bê xurtkirin û mezinkirin. Rastiya çeteya Erdogan-Bahçelî ku hevkarê faşîzma kesk û reş e, tevî rêveberiya Iraqê ya bêîrade, bêzanabûn û xiyanetê li gelê xwe dike di 15’ê Tebaxê ku roja têkoşîna çekdarî ya tevgera me ya azadiyê ye weke roja tifaqê hilbijart û her wiha di 26’ê Tebaxê de Hîzbul Kontra yê ku hewl da xwe weke tevgera siyasî ya Kurd li Ahlatê nîşan bide bi hev re weke hêzên dagirkerên Kurdistanê wêne kişandin. Ev helwest pîrozkirin û pêkanîna qirkirinê li dijî Rêbertî û tevgera me nîşan da. Çete bi êrîşên qirkirinê re hewl didin lewazî û mercên xwe yên windakirinê ji holê rakin. Li hemberî xeterebûn û êrîşên bêperwe, serî nayê tewandin. Di vê wateyê de netewebûna gelê me ku di encama têkoşîna me ya 50 salî de bi hişmendiya azadiyê û nirxên hatine afirandin derketiye holê, li her eniyê xurtkirina şerê parastinê û bi her rêbazî li ser hîmê xwebûn û îradebûnê hewce dike. Ji ber vê yekê, weke gerîlayên azadiyê erka me ya sereke ew e ku em li ser navê mirovahiyê hemû hîmên Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rêxistin bikin û vî çeteyê qirêj, bisteh û kujer têk bibin.

‘BI TÊKOŞÎNA MÎNA BÊRÎTAN EM DIKARIN DÎROKA XWE JI XIYANETÊ RIZGAR BIKIN’

Sekn û bersiva HPG û YJA STAR'ê bêguman wê mîna helwesta hevrê Bêrîtan be ku ancax dikare dîroka me ji xiyanetê rizgar bike. Di vê mijarê de rexneyên Rêbertî hebûn; PDK weke hêzeke netewî pênasekirin û heta niha bêbandor nekirin, Başûrê Kurdistanê weke milkê PDK’ê dîtin, li gel berxwedan û hêzên me yên gerîla yên mezin nekarîna gel rast bi rêxistin bikin û di parastinê de kêm mayîn, di heman demê de tê wateya ji PDK’ê hesab nepirsîne! Bêguman derbaskirina van rexneyan, di van mijaran de rast tevgerîn û encam derxistine. Di vê wateyê de parastina Başûrê Kurdistanê parastina welatê me, netewa me û Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî divê aliyê Başûrê Kurdistanê yê xweparastinê bê xurtkirin û şerê parastinê bi gel re bê meşandin. Her wiha ji bo têkoşîna ku weke HPG û YJA STAR'ê tê meşandin bê zanîn û veguhere encamên siyasî, girîng e ku rastî hê bi bandortir derkeve holê, aliyê propagandayê ya şerê me yê parastinê bê xurt kirin û derfetên rêxistinkirina şerê taybet bê lewazkirin.

Hevrêyên me ku niha li qadên berxwedanê bi berpirsyariyeke dîrokî têdikoşin û gerîlayên azadiyê yên li hemû eniyan li ber xwe didin, rûmeta nasnameya Azad a Kurd temsîl dikin. Ji ber vê yekê rastiya xiyanetê bi nasnameya xwe ya berxwedanê roj bi roj teşîr dikin. Hemû cîhan, gelên herêmê û gelê me vê dibîne. Destketiya herî mezin a vî şerî ew e ku rastiya Barzaniyan, ENKS'ê û kujerên siyasî Hezbol-kontra ji aliyê her kesî ve tê zanîne û aliyên wan ên civakî bi temamî qut bûne. Her hêzeke ku ji desteka civakî bêpar mabe, ew nikare xwe rewa bibîne û biryarek îradî bide. Bêguman aliyek ku bi pere, rant û xiyanetê tevî xwe kirine hene. Lê mirov nikare wan ji gel çîna gel binirxîne û bi têkoşîneke xurt dikare bêbandorkirin. Di vê wateyê de sekna gerîla ye ku wê diyarker be ye. Dema pêşiya me krîtîk e. Ji ber vê yekê divê ne jirêzê nêzîkatî çêbibe û ne jî bi rehetî tevgerîn. Di vê wateyê de dema ku em bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya li pêşberî şehîdên xwe şerê parastinê mezin dikin, divê em koka xiyanetê ji holê rakin, bibin sedem ku gelê me wan biavêje derve û bi çalakiyeke ku dijmin hilweşîne bi ser bixînin. Em xwedî vê hêz û îradeyê ne, xwedî tecrube ne. Bêguman em ê ji şaşitiyên xwe dersê derxin û ji bo ku dijmin ji valatiya me ya herî biçûk sûdê negire, rojane xwe nû bikin. Em ê têkoşîna serketina îradeyê li ser bingeha di sedsala 21’an de serketinê bidest bixin bidin meşandin. Rêbertiya me di hevdîtinên xwe yên sala 2001'an de pênaseyek wiha ji bo xwe kiribû û gotibû, “Ez xwe mîna dara  destnîşan dike ku; "Ez mîna darberû ya 15 hezar salî me. Darberû pîroz e. Şaxên min qut bibin jî kokên min di kurahiya dîrokê de ne. Ez ê xwe ji nû ve hilberînim."

Weke Tevgera Azadiyê û milîtanên wê em rêxistin û şervanên Rêbertiya xwe ne. Ev felsefe, nêzîkatî, îrade û hêza şerkerinê rê li ber serketinên herî mezin ên dîrokê vedike. Em ê jî weke milîtanên Rêbertî, rêya zindîkirina rastiya têkoşînê ya ku di kûrahiya dîrokê de cih girtiye bi jiyanî bikin, ji kêmasiyên xwe hîn bibin û li ser koka xwe mezin bibin heta ku eniyên me digihêje stêrkan, xwe hilberînin û têkoşîna azadiyê ber bi serketinê ve bibin. Ji bo vê em ê bi wate bijîn, em ê bi xurtî têbikoşin, em ê nirxên azadiyê di jiyan û çalakiya xwe de derxînin pêş û em ê bi teqezî di rastiya Welatê Azad û Rojhilata Navîn a Azad de li ser esasê azadiya Rêbertiya xwe bijîn û em êji xayînên qirker hesab bipirsin. Dem vê yekê li me ferz dike û weke artêşa gelên ku li ser esasê serketinê dijîn, em ê bihêlin gel xiyantkaran têk bibe, helwesta azadiyê hîn bêhtir pêş bixe, di malbata mirovahiyê de cihê xwe yê rast girt.