Di rastiya Rêber APO de jiyana hevbeş ya gelan ku hemû netew dikare were gel hevdû û jiyan bike, bûye felsefeyeke çandî ku herkes xwe li wê digre.
Ango hebûna xwe ya dîrokî û civakî di vê de dibîne. Nîşaneya vê heqîqetê jî, Rêber APO bi xwe ye. Bi keda wî îro di tevahî cîhanê de jiyana komunal, jiyana hevbeş ku pêşî li perçebûna netewî û civakî digre ji hêla her mirovekî azadîxwaz ve tê hilbijartin. Gerîlayên azadiyê yê ji neteweyên cûda ku bawerî bi birdoziya Rêber APO anîn û beşdar bûn, îsbata vê yekê ne. Ev jî dide nîşandan ku hemû netew, ol û bawerî dikarin bi nasnameya xwe ve bi hevdû re azad bijîn. Gerîla Zinar jî ji vê bîrdoziyê bawer kir û bû yek ji pêşengê netewî ku navê wî di nexşeya rûpelên dîrokê de hatiye nivîsandin.
Gerîla Zinar Hesekê bi navê rast Quseyn Abdo bi eslê xwe ji Bajarê Hesekê ye, di nava malbateke Ereb de tê dinê. Wek bajar û cihê ku ew lê mezin dibe, xwedî xweseriyeke xwe ya pir bi nirx heye. Gelek pêkhateyên ji netewên cûda xwe li wir girtine û bi salên dirêj bêyî ku hebûna hevdû înkar bikin, li ser esasê bihevrebûneke jiyana xwe bi awayekî hevbeş dane domandin. Ev dewlemendiya çandan jî li ser teşegirtina zarokên wê herêmê tesîreke pir mezin ava kiriye. Ji bo wê jî her çiqas polîtîkayên dijberiya gelan a Rêjîma Baasê bi dijwarî hatibe armanc kirin jî, hevgirtina gel a çandî û civakî pêşî li gelek êrîşan girtiye. Lewma bêyî ku derî ji dijminatiya gelan re vebike, bi terzê komunal jiyan kirinê re bûye xwedî hebûneke netewî. Gerîla Zinar jî wekî ciwanekî Ereb, teşeya xwe ya civakî û çandî ji wê herêmê digre û wisa mezin dibe. Lewma di bingeha civakeke xwedî exlaq de dibe xwedî kesayeteke têgihîştî ku dikare bi netewên cûda re jî hevsengî ava bike. Ji ber wê her ku mezin dibe rastiyên rêjîmê yên nijadî ji nêz ve dibîne û nakokiyan dijî. Bi taybetî li hemberî êrîşên qirkirina çandî yên li ser gelê herêmê ew jî wekî ciwanekî Ereb, bêyî ku bikeve nava dudiliyê de, bi helwesta welatheziyê ew jî cihê xwe di nava hêzên parastinê yê Rojava de digre. Bi beşdariya xwe ya şerê li dijî DAIŞ'ê re, gelek ezmûnên pisporbûnê bi dest dixe. Li gel vê bi awayekî çalak, çalakiyên bibandor pêk tîne. Di nava rêhevalên xwe de bi çalakbûna xwe û bi ruhê xwe yê berxwedêr ve tê nas kirin. Careke din bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bajarê Efrînê, ew bi daxwaza pêşîgirtina li dijmin, berê xwe dide berxwedana serdemê û beşdarî şer dibe. Li wir jî li ser ezmûnên xwe yên li dijî DAIŞ'ê, li dijî dagirkeriya Tirkiyê hîn çalaktir şer û têkoşîn dide meşandin. Ev sekna wî ya di nava berxwedanê de, kesayeta wî ya netewî destnîşan dike. Di nav ewqas zor û dijwariyên şer de, her demê sekna xwe ya welatheziyê diparêze û xwedî li nirxên mirovahiyê derdikeve. Ji ber di ferqê de ye ku dijmin ew dijmin e û her li ser xwîna bi milyonan mirovan xwe dide jiyan kirin. Bi vê têgihîştina xwe ya dîrokî ve, bêyî ku serî li hemberî dijmin bitewîne wekî cangoriyekî têdikoşe.
Bêguman di nava rastiyên şer de, gelek kêliyên ku kesayet bi hemû aliyên xwe ve dipije û ava dibe hene. Her çiqas zextên dijwar û bi êş li ser gelên herêmê hatibin sipartin jî, careke din bi şervan û lehengên xwe ve mîna darên bi kok ku li ser damarên xwe şîn dibin lê hatiye. Zinarê ciwan jî, di nava dijwariya şer de ji bo bibe şervanê gelê xwe û bi layîqî û serbilind têbikoşe, biryara xwe ya hatina nava refên gerîla dide. Ji ber ew di ferqê de ye ku êrîşên dagirkeriyê tenê bi Rojavayê Kurdistanê re sînordar nîne. Heman awayî li ser tevahî gelên bindest polîtîka û êrîşên ku civakê ji hevdû dixin di holê de ne. Bi vê zanebûna xwe ya ku ji birdoziya Rêber APO wergirtiye û bi biryardariyeke hîn xurtir ve berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê.
Gerîla Zinar bi kelecana hatina çiya re, mîna derwêşekî ku vîna xwe li wan çiyayan de dîtibe bi eşq beşdarî nava jiyanê dibe. Rastiyên gerîla û xweşikbûnên rêhevaltiya APOYÎ bi serê xwe di wî de kelecanek mezin ava dike. Her bi meraq e. Di hemû kêliyên jiyanê de, bi lêgerînên xwe yên azadiyê ve pêşiya xwe ronî dike. Li gel vê di rastiya Rêber APO de, ji bo bibe milîtanekî ji dil, girêdayî doza xwe, ji bo xwe guhertinê û ji nû ve dayîna ava kirinê de kedek mezin raber dike. Ev jî dihêle ku ji hêla hemû rêhevalên xwe ve were heskirin. Ne tenê ev, heman demê bi ezmûnên xwe ên jiyanê û şer ve, dibe fêrkerekî lihevhatî. Bi taybetî bi behreya xwe ya bikaranîna hemû çekan de, ew derbasî tîmên bi tevger dibe. Ew îmkanên ku bikaribe baştirîn di warê profesyonelbûna gerîla de xwe bi pêş bixe di wir de dibîne û li gorî wê xwe bi rêxistin dike. Li gel vê, terzê gerîla û şêwazê şerkirinê yê li dijî dijmin lêkolîn dike. Ew hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi armanca tol rakirinê re dike yek û di hemû aliyan de xwe ava dike. Ji bona wê bêyî ku tu astengiyan binase, serî li hemû rêbazên xwe avakirinê dide û alternatîfa wê bi pêş dixe. Bi çûyîna şer re jî, dema têgihîştina dijmin û rastiya dagirkeriyê di holê de be, hîn zêdetir ji bo pêşî girtina li dijmin dibe mijara gotinê. Gerîla Zinar jî di pêvajoya operasyonên dijmin ên li ser Avaşîn, Zap û Metîna de, şahidî ji êrîşên hov ên dewleta Tirk re dike. Hovîtiya dijmin di wan operasyonan de bi çav dibîne. Bi taybetî leşkerên dewleta Tirk cenazeyên leşkerên xwe dane ber agir û bêyî ku hurmetek ji wan re bê dayîn, ji zinaran avêtin. Bêguman ev rastiya bi êş e û dide xuyakirin ku şerê îqtîdarê mirov tîne çi astê. Di heqîqeta van hovîtiyan de mirov vî tiştî bi şênberî dibîne. Gerîla Zinar jî, li gel van pratîkên ku hatin jiyîn û êrîşên hov ên li ser tûnelên berxwedanê de hatin, bi armanca tol rakirina ji dijmin berê xwe dide berxwedana dîrokî û beşdarî şer dibe.
Gerîla Zinar Hesekê di 30'ê Mijdara sala 2023'an de bi rêhevalên xwe Şahîn Cîlo û Demhat Dirbêsiyê re di encama êrîşên dewleta Tirk de, li Zapê digihîje şehadetê. Ew kesayeta egîdî wekî mîraseke dîrokî tu caran têk naçe di holê de ye. Di şexsê van lehengên Kurdistanê de ew ruhê egîdiyê di her dem û kêliyan de xwe dide der û tê jiyîn. Gerîla Zinar jî ew egîd e ku bi meşa xwe ya bi biryar ve heta şehadetê, bi egîdî şer kir û bi egîdî gihîşte şehadetê.
