HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Welatê agir û rojê di gelek serdemên dîrokê de bi êrîşên çandî û fizîkî re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê li Kurdistanê ji bilî berxwedan û têkoşîna azadiyê ti rê û rêbazeke jiyanê nemabû.

Li hemberî van êrîşan ciwanên gelê Kurd li çiyayên azad destanên lehengiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin. Lê di vê serdemê de ne tenê ciwanên Kurd, bi hezaran ciwanên ji neteweyên cuda li ser bingeha felsefeya xwişk û biratiya gelan a Rêber Apo tevlî têkoşînê bûn. Ji van yek jê Ehmed Ednan Berhawa (Ebû Leyla Şehîd) ye. Ehmed Ednan Berhawa ciwanekî gelê Ereb e û li serê çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê meşand.

Ehmed Ednan Berhawa li bajarê Minbic ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ehmed Ednan Ehmed Ednan Berhawa bi çanda kevnar û qedîm a gelê Ereb mezin dibe. Ehmed Ednan ji hêla malbata xwe ve bi hişmendiya rêzgirtina ji gel û baweriyên din ên ku bi wan re dijî tê mezinkirin. Di temenekî biçûk de dibe şahidê talankirina bajarê xwe û qirkirina gelê xwe. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê Minbicê dagirkirin li ser gelê wî komkujî pêk anî û ev yek hêrseke mezin bi wî re çêkir. Ji ber vê yekê li dijî çeteyan derdikeve. Ehmed Ednan Berhawa ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê girtin û 4 mehan dîl tê girtin. Di dema dîlgirtinê de bi gelek zext û êşkenceyên giran ên çeteyan re rû bi rû dimîne. Ehmed Ednan piştî ku ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar dibe, ji bo gelê xwe ji bin zilma çeteyan rizgar bike tevlî hêzên YPG'ê dibe.

Di demeke kurt de pêngava azadkirina Minbicê dest pê kir û di nava pêngava azadkirina bajarê xwe de cihê xwe digire. Ji bo gel û bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike bi fedekariyeke mezin têdikoşe. Ehmed Ednan di Pêngava Azadiya Minbicê de şahidiya şehadeta bi dehan hevrêyên xwe dike. Ehmed Ednan ji pêşengiya berxwedana Feysel Ebû Leyla ya li hemberî çeteyan û  heta nefesa dawî bi berxwedana fedaî şer dike û şehîd dibe, bi bandor dibe. Ji ber vê yekê navê xwe Şervan guherand, navê Ebû Leyla Şehîd li xwe kir. Bi vî awayî navê fermandar Feysel Ebû Leyla li xwe dike. Piştî ku metirsiya DAÎŞ’ê bi giranî ji holê hat rakirin, vê carê biryar girt ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di nava çeperên berxwedanê de cihê xwe bigire. Li ser vê bingehê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.

Ebû Leyla Şehîd bi felsefeya xwişk û biratiya gelan li serê çiyayên Kurdistanê li eniyên herî pêş li dijî dijmin şer kir. Di demeke kin de fêrî jiyana çiyê bû. Ebû Leyla Şehîd bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya ku dît, bû gerîlayekî jêhatî. Bi vê bîr û biryardariyeke mezin diçe qadên berxwedanê. Gerîla Ebû Leyla Şehîd bi sekna xwe ya berxwedêrî, bi xwebawerî, wêrekî û bi ruhê têkoşîna mezin pêşengiya xeta Apoyî dike û roj bi roj di îdeolojiya Apoyî de xwe pêş dixe. Gerîla Ebû Leyla Şehîd weke milîtanekî gelê Ereb bi berpirsyariya xwe dizanîbû, her kêlî bi hişmendiya vê berpirsyariyê têkoşiya. Tevî hemû astengî û zehmetiyan jî ti carî dest ji têkoşînê berneda.

Gerîla Ebû Leyla Şehîd li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi vîneke mezin li ber xwe da, bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin de çû. Bi vê taybetmendiya xwe ji bo berfirehkirina berxwedanê kedeke mezin da. Ebû Leyla Şehîd bi kesayeta xwe ya rast û dilpak bandoreke mezin li ser hemû hevrêyên xwe çêkir. Ebû Leyla Şehîd di êrîşa dijmin a 30’ê Nîsana 2024’an de li gel hevrêya xwe Devrîm Botan şehîd bû. Bi vê meşa bi heybet bû sembola xwişk û biratiya gelan. Bi wêrekî, vîn û têkoşîna xwe mîraseke pir nirxdar li pey xwe hişt.