| | | | | | Rêber APO Doza Partiyê Bûyerek Mezin e, Partîbûyîn Hêza Herî Mezin e!  PKK, di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî rastiya serkeftinê ye daye selmandin. Doza me ya mezin a partiyê, bi herî derfetên kêm û bi îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke destanî. Bêguman beriya destpêka partiya me jî heye. Bihara 1973’yan, di asta herî kêm de tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî gaveke cidî bû û piştre her sal di wateya avabûnê de xwedî cihek e. Çawa ku, her bihar destpêka jiyaneke nû be, şînbûn, şa... 15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E  15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe ... TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?  Taybetmendiyên kesên bi hêz çawa ne? Taybetmendiyên kes ên şervan çawa ne? Ka em ceribandinekê bikin; em marekî dirinde biavêjin erdê. Wê hest, tirs û parastineke çawa di kesayeta de bide çêkirin? Li ser mirovekî dirinde bihizirin. Weke gur serê xwe rakiriye. Weke mar zimanê xwe derxistiye. Weke lawirekî dirinde ye. Li ser mirovekî wisa bifikirin. Wê çavê we derbixe, dilê we derbixe, we biêşîne. Hûn ê di devereke wisa de taybetmendiyên çawa bigirin? Ger em hêza xwe parastinê, ya xwe rêxistinkirinê bidin we, ma gelo hûn ê bikaribin ... 15’E TEBAXÊ Dİ XEBATA ME DE GAVEKE  Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê 15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin b&ec... HESTÊN MEZOPOTAMYA  Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me he... PrevNext Parastina Rewa Di Berxwedanîya Deh Mehan De Yê Kû Bin Ket e Dewleta TC’yê  Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan *Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin? Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan Varto, Hakî Amed, Ekîn Van, Botan Hakkarî û heval Ber... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ HEMÛYAN WÊ BÊ PİRSÎN, TOLA WAN WÊ BÊ HİLANÎN!  Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye... Bêguman ev ... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ VÊ HOVÎTİYÊ WÊ Jİ ERDOGAN BÊ PİRSÎN  Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike. Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî Rêberê me ye. Dijwarkirina sîstema îşkenceyê ye. Rê... Zêdetir bixwÎne... KÎ Jİ XWE RE DİBÊJE 'EZ MİROV İM' DİVÊ Lİ MALÊ RÛNENÊ  Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj... Zêdetir bixwÎne... |
|
| Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didin ku operesyonekê li ser herêma Garê pêk bînin. Armaca vê opresyonê ew bû ku, di nav sê saetan de, herêma Garê ji destê hevalan derxînin. Jixwe ew dem Rebertî li Suriyê bû. Berî operesyonê Rêber APO, li ser destika mezin û bi şandina telîmatan hinek perspektîf ji bo herêma Garê dabû hevalan. Me dizanîbû wê operesyon bê li darxistin. Li ser vî esasî em ketin nava amadekariyan. Nêzî 20 hezar leşker û pêşmergeyên KDP’ê cihê xwe di vê operesyonê de girtibûn. Û jixwe soza wan jî di nava 3 saetan de herêma Garê bi temamî ji destê hevalan derxistin bû. Baş nayê bîra min, lê çend roj mabûn em bikevin sala 1998’an. Bi wê hêjmara me behs kirî derdora Garê hat girtin. Gelek bajar li dora Garê hene û hemû jî bi leşkeran hatin tijekirin. Bajarê weke Aqrê,Amêdiyê, Sersîng û Şêledizê girtin û wisa Garê kirin dorpêça xwe. Ew sal şert û mercên zivistanê gelekî dijwar bûn û berfek zêde jî bariyabû. Di operesyonê de leşkerên Tirk hebûn, lê bi giranî pêşmergeyan pêşengî dikirin. Bi vî awayî operesyon destpê kir. Operesyon destpêkê ji aliyê Bergarê û Pirîzê ve destpê kir. Fermandarê KDP’ê Qadir Kaçak li nêzî Ava Xazil û fermandarên leşkerên tirk jî, li Amêdiyê kordîneya operesyonê dikirin. Her wiha li Sersîngê, Girê Xirê, Siyanê û Ergenê jî girtibûn. Dîsa Qesra Sedam heye li nêzî Garê, ew jî girtibûn. Pêşmerge li pêş bûn û leşkerên tirk jî li pişt wan dihatin. Ew roj pir baş tê bîra min, baraneke zêde dibariya. Di roja yekemîn a operesyonê de hevalan ji sê-çar cihan ve li pêşmergeyan xistin. Pevçûn derketin û şerekî gelek dijwar çêbû. Di şerê roja destpêkê de, gelek kuştiyên pêşmergeyan çêbûn. Jixwe gelek pêşmergeyan bi dayîna çend qirûşan xapandibûn û beşdarî operesyonê kiribûn. Di pêşmergeyan de, ne zanistiya netewî û ne jî ya Kurdîniyê hebû. Lewma ji wan re digotin ‘‘PKK ne tevgereke Kurdî ye, ne misliman e, ger hûn wan bikûjin hûn ê biçin bihuştê.’’ Operesyon heta hefteyekê berdewam kir, lê dijmin zêde nikaribû bi pêş de were. Hevalan teqtîka êrîşê esas girt û bi ser wan de diçûn. Hevalan, ji aliyê Pirîzê ve bi hemleke mezin êrîşî cihê wan kir. Barzanî, bi xwe jî hatibû nêzî herêma operesyonê. Dema ku operesyon şikest û nehat bi serxistin ew bi xwe jî bi hev ketibûn. Fermandarên Tirk ên ku rasterast di nava operesyonê de cih girtibûn, ji Berzanî re dibêjin; “te got em ê Garê di nava sê saetan de bigirin, çima we negirt? Çima nakeve?’’ Li gor agahiyên wê demê ketin destê me; şerek di navbera wan de diqewime û heta hevdû dikujin. Behsa kuştina wan a xwebixwe dikirin, lê bi zelalî agahî neketin destê me. Dijmin di vê operesyonê de derbeyeke mezin xwar. Û weke îro tê bîra min destpêkê tenê du hevalên me şehîd ketibûn. Ew herdû heval jî bi sekvanî hatibûn şehîdxistin, lê di pevçûnê de windahiyên me nîn bûn. Dijmin weke her carê di medya’yê de pesnê xwe didan û digotin: “Me bi sedan gerîla kuştin û cenazeyên wan anîne”. Rastiya van agahiyan qet nîn bû. Ev agahiyên bêbingeh ji aliyê gelek kesan û civakê ve dihate bawerkirin. Operesyon gelekî ajot, lê windahiyên dijmin pir zêde çêbûn. Gelek pêşmerge ji ber serma û seqemê miribûn. Ji ber ku hevalan gelek cenaze dîtin lê fîşeng li wan neketibû. Dîsa di gelek çeperên berdabûn de erzaqê xwe li dûv xwe hiştibûn. Hevalan, di nava erzaqê wan de, derziyên ku mirovan ji hiş ve dibe dîtibûn. Pêşmerge û leşkerên Tirk di operesyonê de, vê rewşa xwe bi rengekî şênber radixistin ber çavan. Tevî şertên hewayê pir dijwar bûn jî, hevalan xwe parast û heta domahî li ber xwe dan. Dijmin xwest ji aliyê Pirîzê ve bikeve navenda Garê, hevalan darben mezin li wan xistin û hemleya wan têk birin. Di vî şerî de, lingê gelek pêşmergeyan ji ber berfa zêde bariyabû şewitîbû û di encamê de hatibû qutkirin. Gelek ji wan pêşmergeyan yên ji herêmê bi xwe bûn. Xelkê herêmê piştî demekî şûn de, van agahiyan ji me re dan. Dijmin dema ku nekarî ji aliyê Pirîzê ve bikeve herêmê, vê carê xwe di milê Rojavayê Çiravê de ceriband. Lê li vî alî jî rastî berxwedana hevalan hatin û li wir jî têk çûn. Heval dema çûbûn ser cenazeyên wan, ji zêdetirî 20 cenazeyan ji ber şewitandina lingan miribûn. Hevalan, li Çiravê bersiveke xurt da wan û nehêştin ew bikevin nava Garê. Aliyê operesyonê yê din jî, ku dijmin xwe ceriband Şêledizê bû. Şêledizê dikeve aliyê Bergarê û Heftebaq. Dijmin, ji ber li aliyê Çirav û Pirîzê şikestineke mezin jiya, xwestin li vî milî xwe bigihînin encamê. Operesyon ber bi dawî bû, lê dîsa jî xwe di ser Hefttebaqê re ceribandin. Ji ber ku ji bo dijmin, encam negirtina ji vê operesyonê din av raya giştî de dihate wateya rûreşiyê. Dijminan li gorî xwe soz dabûn û qaşo li gor xwe biryar dabûn ku di nava sê saetan de, Garê ji gerîlayan paqij bikin. Li gor tê bîra min hevalekî me ku bi xwe jî ji başurê Kurdistanê bû, bi birîndarî ketibû destê pêşmergeyên KDP’ê. Gundê wî hevalî niha jî li Deşta Kafya ye. Navê wî hevalî Sefîn bû. Malbata wî welatparêz bû. Bi qasî ez dizanim niha jî malbeta wî li Şêledizê rûdinê. Ew heval dema di destê wan de ye, jêre dibêjin; ‘‘ka ji Serok APO’re bide xeberan.’’ Lê ew heval bi hêrs axaftin ji wan re dike û dibêje; “Min jiyana xwe daye Serok APO”. Ew dem malbata wî zivistanê li Şêledizê dima û havînê jî dihatin Deşta Kafya. Pêşmergeyên KDP’êradibin wî hevalî bi ew halê birîndar bi erde re dikişkişînin û dibêjin; “Xwe radestî me bike, em ê te bidin malbatê.” Lê ew heval berxwedaneke mezin dide û dibêje: “ Ez teslîm nabim û ev şerê me yê li vir, binkeftina we îfade dike, Serok APO wê bi ser bikeve. Ez teslîm nabim û tevlî jiyana hûn li ser min ferz dikin jî nabim.” Pêşmerge radibin heval dibin ber mala wî. Êşkenceyê pê didin kirin, fîşengekê bera wî didin û wî diavêjin hewşa malê. Vê peyamê didin malbetê, ger hûn wisa bikin, em ê we jî wekî wî bikin û bikujin. Û bi şêwazekî dijmirovî wî hevalî li ber deriyê mala wî şehîd dixînin. Di wî şerî de gelek êsîrên wan jî ketin destê hevalan, lê hevalan qet nêzîkatiyeke nebaş raber nekirin. Hevalan, xwarin ji xwe qut dikirin û ji wan êsîran re dibirin. Hevalan wê demê jî digotin ew çi jî bînin serê esîrên me, em dîsa tiştek bi serê esîrên wan naynin. Ji ber ku nêzîkatiya tevgera me, ji bo esîran her tim li ser bingeha rêgezî ye. Van tiştan hemû di wê operesyonê de hatin jiyîn. Piştî operesyon paş ve kişiya em yekîneyek heval derbasî aliyê Bergarê bûn. Hejmara yekîneya me ji 60 hevalî pêk dihat. Em ber bi siharê, derdora saet 5’an gihîştin Deriyê Keran. Deriyê Keran dikeve pişta Yekmalê, şêniyên herêmê jî ji wê qadê re dibêjin Deriyê Keran. Dema me xwe da pal, wan em dîtin. Pêşmergan em dîtin, ji meqera Bamernê leşkerên tirk xwestin alîkariya wan bikin. Di wê navberê de, hemû teknîka xwe anîn aliyê Bergarê. Bi derketina rojê re, şerekî dijwar destpê kir û em û dijmin ketin nava hev. Ev şer nêzî sê rojan berdewam kir. Dijmin balafir, kobra û teknîka xwe hemû li hemberî me bi kar anî. Heta gelek madeyên nêzî kîmyasalê di nav tenetê de hebûn, gelek heval ji ber bêhna wê gêj dibûn û vedireşiyan. Dijmin Heftebaqê girtibû û berneda. Di pevçûna sê rojan de, hinek hevalên me jî şehîd ketibûn. Kuştiyên dijmin jî di wan sê rojan de, pir zede çêbûn. Ez dixwazim hinek behsa wan hevalên ku li hemberî xiyanetê bi qehremanî li ber xwe dan, bikim. Bi rastî jî, hevalan him li hemberî dijmin û him jî li hemberî şert û mercên zivistanê berxwedaneke bêhempa, nîşan dan. Şerekî pir biêş bû lê, qehremaniyên gelek mezin hatin jiyîn. Em wê demê çend grup heval bûn. Li ser grubekê heval Egîd disekinî ku pişt re şehîd bû. GruBa me ji 18 hevalan pêk dihat. Dema ku em di ser Yekmalê re derbas bûn em di ser palêkî de çûn. Li gel me hevala Daxwaz û hevalê Xemgîn hebûn. Ew heval qet nehatine behskirin. Dîsa heval Agîd hebû ku ji zarokatiya xwe ve tevlî gerîla bûbû. hevalekî pir ciwan bû. Hevalekî din jî ji Başurê Mezin hebû, navê wî Azad bû. Jê re digotin Azadê Koyê. Heval Heqî Enteb hebû. Ev hevalê min navê wan dan, tev bi sekvanî şehîd ketin. Heval Heqî di serê xwe de, fîşeng xwar lê zû şehîd nebû. Dema me dît heval Heqî birîndar bûye, me gazî kir û got were, demekê sekinî destê xwe da ber serê xwe. Xwiya bû ku zêde xwîn jê çûbû, rabû ser xwe tiliyên xwe rakirin. Heval Cîger heye ku hîna jî dijî. Ew li gel heval Heqî bû. Ew destê xwe dide heval Heqî û radike ser piyan. Heval Heqî Enteb, li gel Rêbertî mabû. Di wan kêliyan de, heval Heqî bi rûyekî ken got; “bijî Serok APO, şehîd namirin”. Pişt re tê li gel gruba heval Loqman. Heval Loqman ji Wergeha Mexmûrê bi daxwaziya malbetê, weke yadîgarî ji bo partiyê hatibû dayîn. Dema ku dixwaze ber bi hevalê Heqî ve biçe ew jî şehîd dikeve. Heval Azad jî beriya şehîd bikeve, ew jî birîndar dibe û pişt re digihîje şehadetê. Birîndariya heval Azad tê bîra min, di zikê xwe de fîşeng xwaribû lê zû şehîd neket. Heval Agîd jî beriya şehîd bikeve, sê caran birîndar bûbû. Fîşenga herî dawî ji serê xwe ve xwaribû. Hevalekî pir ciwan bû lê, di çûna ser kar û şerê xwe de her tim di pêş de bû. Tevî ku du caran birîndar jî bûbû, lê qet rojekê ji ber birîndariyên xwe neket û dest ji şer berneda. Sedema herî mezin a ku rêheval Egîd bi jiyanê dida girêdan, vîn, bîr û baweriya wî ya bêdawî bû.
Operesyon hîna bi temamî nekşiya bû, me xwe da aliyê Kaniya Ş. Orhan. Ev kanî dikeve aliyê Ava Xazil. Me pişt re jî xwe ji kaniyê berda dolaku dikeve aliyê Xazil. Lingê me gelek hevalan şewitîbûn û gelek heval jî pêlavê wan nîn bûn. Hevalan digot; “operesyon bê encam bûye, pêwîste em zêdetir windahiyan nedin”. Piştî ku me xwe berda jêr, cihekî reş hebû em du rojan li wir man. Di wê navberê de operesyon paş de kişiyabû, lê agahiya me jê tûnebû. Me xwe da ber zinarekî û agir pêxist. Li gel me bêtêlek hebû. Hinek erzaqê li gel hevalan hebû, hevalan derxistin xwarinek xwarin ji bo zêde ji taqetê nekevin. Li aliyê Bergarê, hîna jî dengê fîşengan dihat. Hevalan gotin em xwe amade bikin, biçin alîkariya hevalan. Di bêtêlê de dengê hevalan hat, gotin werin xwe berdin cihê bûyerê. Dijmin tam paş de nekişiya bû, lê qedemeyekê ji herêmê derketibû. Ji ber ku windahiyên dijmin qederek çêbûbûn, cenazeyên xwe dikişandin. Lê dîsa jî dixwestin hemleyeke din li ser me bikin. Hevalan jî gotin berî ew xwe komî ser hev bikin, em dest bi pêngavekê bikin. Em rabûn dîsa vegeriyan Yekmalê li gel hevalan. Lê êdî operesyon ber bi dawî ve hatibû. Di şerê rojên dawî de jî hinek hevalên me şehîd ketibûn. Tenê kêmasiyeke me hebû, ger me xwe bernedana nava wan de, wê ewqas windahiyên me çênebûna. Gelek hevalên me wê demê bi hev re bûn, pişt re li cihên cuda şehîd ketin. Lê hîna jî em hinek hevalên wê demê di nav têkoşînê de ne. Weke encam dikarim bejim ku ew operesyon negihaşt armanca xwe û bi binkeftiyeke mezin paş ve vekişiya. Azad ŞIRNEX |
|
| | Şehîd - Bîranînên Gerîla “Li Serhedê Jiyan Bi Rojê Re Dest Pê Dike”  Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma… Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilk... EVÎNDARÊ AXA BOTAN’Ê BU  Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî bu. Yani girêdaneke pir xurt he... REMZA RUHE FEDAYİTİYE  Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne. Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, lê pêşengtî dikir. Mirov di sekna wê ... EM SOZA JİYAN û NEMİRİYE DİDİN  Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin Rêbertiya Partiyê: Navê te? Eşref Başkale: Eşref Başkale R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî? E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me. R.P: Xwendina te? E.B: Dibistana navîn. R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye? E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim. R.P: Çend heyvin tu li gel me yî? E.B: 5 heyv Sero... PKK HIM ÇAVKANIYA JIYANÊ Û HEM JÎ YA HUNERÊ YE  Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re -Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek? Serhed: Rast e Serokê min -Ev biryar heye? Serhed: Heye Serokê min -Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye? Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me. -Ka hinekî xwe bide nasîn Serhed: 1970 li Agiriyê... KEMAL PÎR FÊMKIRIN SEROKATÎ FÊMKIRIN E  Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe. Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di rojeva xwe de bihêlin. Kesayeta Kemal rebeq bû... BAWEŞKÊN BERFÊ  Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike. Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzê... HEVALEKÎ RÛKEN KOÇER KURDO  Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar ... RASTIYA JIYANA ME  Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her tiştê spehî û giranbuha peyda dibe... HÊVİYA JİYANÊ  Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ... | | | Nîrxandin û Nivîsên Rojevî ÎDEOLOJÎKBÛYÎN BI XWE RE XEBAT, TÊKOŞÎN, SEKNA ÎDEOLOJÎK TÎNE  Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin. Şêwazê jîyanê çawa be, îdeolojî ew bi xwe ye. Pewîste îdeolojî û teorî neyê tevlîhev kirin. Teorî; dahûrandina rewşekê îfade dike. An jî tevahiya fikra ji mirov dikarî pênase bike. Bi giştî teoriyê re îdeolojî bê gotin, ev şaşe. Di teoriyê de mîsogerî nîne. Teorî xwe dispêre şiroveyan. Şîroveya dahûrand... RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE  Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine. Bîst û sê sale Rêber APO warê fîzîkî ji me qûtkirine. Di nava girava Îmraliyê de bin tecrîteke giran de tê ragirtin. Di bin wê tecrît û îşkenceya giran de fîzîka normal mirovekî ne mûmkûne ewqas li berxwe bide. Lê Rêber APO bi bîr û... JI HEQÎQETA HEVPAR A GERDÛNÊ RE  Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê ... Lİ ZAGROS’AN DEWLETA TİRK BİNKET  Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare ger... Bİ DENGÊ 15’Ê TEBAXÊ HÊVİYA JİYANÊ  Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi ... BERSİVA JİYANA MEZİN ÇALAKİYA MEZİN E  Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda ki... PERİYÊN ÇİYAYAN  Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim. Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinar... EZ PKK ME  Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir. Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar Seranserê welatê min bibû taristan Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ... CÎHANA STÊRKAN  Di esmanekî sayî debi biriqandina stêrkan rebi hev re awaza şevan digotinma gelo!rast e stêrk bi hev re dipeyivin?carekî were guhdar û temaşekebiçe ser girekî bilindwekî Katoyandestê xwe yê rastêdeyne ser rûçikê xwebi destê çepê jîçavên xwebi desmaleke spî pak bikekûr kûr berê xwe bideezmanê jorînbi qasî çend deqeyantemaşe bikeguhdar biketê wê çaxêpeyv û awazên stêrkandi biriqandina wan de... OPERESYONA 1997’AN A LI HERÊMA GARÊ  Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didi... |
| | | | |