| | | | | | Rêber APO Doza Partiyê Bûyerek Mezin e, Partîbûyîn Hêza Herî Mezin e!  PKK, di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî rastiya serkeftinê ye daye selmandin. Doza me ya mezin a partiyê, bi herî derfetên kêm û bi îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke destanî. Bêguman beriya destpêka partiya me jî heye. Bihara 1973’yan, di asta herî kêm de tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî gaveke cidî bû û piştre her sal di wateya avabûnê de xwedî cihek e. Çawa ku, her bihar destpêka jiyaneke nû be, şînbûn, şa... 15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E  15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe ... TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?  Taybetmendiyên kesên bi hêz çawa ne? Taybetmendiyên kes ên şervan çawa ne? Ka em ceribandinekê bikin; em marekî dirinde biavêjin erdê. Wê hest, tirs û parastineke çawa di kesayeta de bide çêkirin? Li ser mirovekî dirinde bihizirin. Weke gur serê xwe rakiriye. Weke mar zimanê xwe derxistiye. Weke lawirekî dirinde ye. Li ser mirovekî wisa bifikirin. Wê çavê we derbixe, dilê we derbixe, we biêşîne. Hûn ê di devereke wisa de taybetmendiyên çawa bigirin? Ger em hêza xwe parastinê, ya xwe rêxistinkirinê bidin we, ma gelo hûn ê bikaribin ... 15’E TEBAXÊ Dİ XEBATA ME DE GAVEKE  Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê 15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin b&ec... HESTÊN MEZOPOTAMYA  Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me he... PrevNext Parastina Rewa Di Berxwedanîya Deh Mehan De Yê Kû Bin Ket e Dewleta TC’yê  Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan *Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin? Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan Varto, Hakî Amed, Ekîn Van, Botan Hakkarî û heval Ber... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ HEMÛYAN WÊ BÊ PİRSÎN, TOLA WAN WÊ BÊ HİLANÎN!  Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye... Bêguman ev ... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ VÊ HOVÎTİYÊ WÊ Jİ ERDOGAN BÊ PİRSÎN  Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike. Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî Rêberê me ye. Dijwarkirina sîstema îşkenceyê ye. Rê... Zêdetir bixwÎne... KÎ Jİ XWE RE DİBÊJE 'EZ MİROV İM' DİVÊ Lİ MALÊ RÛNENÊ  Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj... Zêdetir bixwÎne... |
|
| Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare gerîla biqedîne berê xwe da gel. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk hêzên me jî ketin tevgerê. Hevalan şerekî fedaîyane meşand û derbeyên giran li dijmin xistin. Êrîşên herî berfireh li herêma Zagrosê ji aliyê hêzên me pêşketin. Hêzên me amade bûn ku her êrîşê vala derbixin. Hemû eyaletên hêzên me lê dimînin, li hemberî êrîşên dijmin çalakî li dar xistin. Û gelek çalakiyên berfireh û encamgir hatin kirin. Artêşa Tirk li bendî bersiveke wisa tund a hêzên me nebû. Derbeyên giran xwarin. Mirov dikare bêje artêşa Tirk li beramberî wan çalakiyên bi bandor şikestinek mezin jiyan. Ew artêşa ku ji tîmên taybet pêk dihatin û taybet hatibûn perwerdekirin ew jî şikestin. Li Zagrosan, gerîla derbeyên mezin li dijmin xistin. Dijmin, xwest me li vir asteng bike. Ji bo ku çûn hatina gerîla qut bike; ji xeta Heftenîn heta Şemzînan xwestin bigirin bin hîmaya xwe. Armanca wan ew bû hêzên me di Başûr’de bêhêz bikin û bi temamî tune bike. Li seranserî xetên sînor qeleqol çêkirin, gelek gir girtin, rê fireh kirin. Dijmin, li gelek cihan araziyên gel girtin û leşkerên xwe dan bicihkirin. Me jî amadekariyên xwe wek çeper, çek û cebilxane û hwd dikirin. Me bi şev û roj amadekarî dikir ta ku em teknîka dijmin vala derxin. Ji bo wê jî demê êrîşan de me bersivên xurt dan. Li ser van esasan bi pêngava li ser navê ‘Şehîd Reşît Serdar’ re hemle hate destpêkirin. Hemû hevalên cihê xwe di hemla şehîd Reşît de girt ked û berxwedaniyek mezin dan. Bandora vê pêngavê ji aliyê taktîk û moral ve mezin bûn. Roja 14’ê Tebaxê çalakiya Geliyê Dostkî hat destpêkirin. Ji xwe piştî 24’ê Tîrmehê Geliyê Dostkî ji aliyê dijmin ve hatibû girtin. Hevalan rêyên hatin û çûyîna dijmin, rêyên erzaq û lojîstîka dijmin hemû qut kiribûn. Hevalan serweriya xwe li ser arazî çêkirin û wisa qontrola arazî kete bin venêrîna me. Dijmin bê erk (işlev) ma. Êdî leşker nedikarî ji qereqolên xwe derkevin. Tenê şevê bi Skorskiyan dihatin û diçûn. Hinek agahî ji me re dihatin û digotin leşker li pir cihan birçî mabûn. Diçûn pêwîstiyên xwe yên rojane bi darê zorê ji gel digirtin. Digotin, ‘ev çi ye?’ Ji ber ku hesabên wan yên malê ne li gorî yê sûkê bûn. Rêya diçû Şemzînan, Colemêrg û Wanê hatin bêkêrkirin. Li gelek cihan qereqolên li kêleka cadê bûn, nedikarîn venêrîn bikin. Di 14’ê Tebaxê de, ji ber ku ev rewş ji xwe re qebûl nekirin careke din berê xwe dan hêzên me. Li ser herêma Mêrgezerê, Çarçela û Geliyê Dostkî operasyon li dar xistin. Destpêkê bi bombeyên fosfor û fuzeyên barkirî bi rojan êrîş kirin. Piştî wê operasyonên bejahî xwestin bikin. Tevî ewqas êrîşan jî, dijmin nekarî bikeve Geliyê Dostkî. Roja 14’ê Tebaxê hevalan li Gelî, konvoya dijmin xistin kemînê. Gelek seyareyên zirxî tune kirin. Leşkerên ku xwestin ji bo teqwiye werin me nehişt bikevin qadê. Hevalan êrîşî wan jî kirin. Di encamê de qederek kuştiyên dijmin çêbûn. Di çalakiya destpêkê de 20 kuştiyên leşkeran çêbûn.
Mêrgezer... Li Mêrgezerê pevçûn berfireh bûn. Di pevçûn û şerê di vir de bi dehan kuştiyên dijmin çêbûn. Hevalan qederek cebilxana dijmin desteser kirin. Şerê li vê qadê ji sibehê heya êvarê berdewam kir. Êrîşên wan li vê qadê jî hatin şikandin. Di şerê vir de jî ji 30’î zêdetir kuştiyên dijmin çêbûn û cebilxane hate girtin. Ew erebeyên zirxî û qaşo leşkerên wan ên taybet ku ewqas di televizyonan de, propagandaya wan dikirin û digotin; ev leşker bi bin nakeve, hemû pûç bûn û têk çûn. Yekîneyeke wan a taybet ji bo teqwiyê hat, lê nekarîn tiştekî bikin. Hemû leşkerên xwe wisa hiştin û reviyan. Wê demê 30 leşker bû, lê ji wan leşkeran 20 hatin kûştin. Yek hevalê me jî di vî şerî de birîndar nebû. Me di vê rewşê de him dijmin bin xist û him jî rewşa xwe ya heyî xurtir kir. Me taktîkên şerê gerîla êrîş têk birin. Piştî 14’ê Tebaxê heya zivistanê êrîş li ser Zagrosê û bi taybet jî li ser eyaleta Cîlo kêm nebû. Bi taybet li herêma Geliyê Dostkî taktîkên me yên Sabotaj, Sûîkast, çekên giran, sizma û êrîşê hatin pêkanîn. Hevalan, wisa anîbû serê qereqolên ser sînor ku, nedikarîn ji çeperan serê xwe rakin. Hemû ceyranên qereqolan hatibûn birîn. Leşkeran pir caran ji gel re digotin; ‘bila rêyên erzaqê me vekin, ceyrana me nebirin, em şer nakin.’ Bi çekên giran heta payîzê ev pevçûn hatin berdewamkirin. Dijmin, bênavber teknîka xwe da bikaranîn. Rastî jî carina me digot; ‘gelo, du dewlet li beramberî hevdû teknîkek wisa bişixulînin li wî welatî kevir li ser kevir namîne.’ Yanî bi wî awayî êrîşên dijmin çêbûn. Li hemberî xwezayê jî ewqasî bi kîn bûn, cihên gerîla lê nebûn, bi bombeyên fosfor lê dixistin û dişewitandin. Dijmin Qontrola Şer Winda Kir Ji bo ku em careke din êrîş bikin me dest bi amadekariyan kir. Dewleta Tirk wexta dibêjin Oremar, rojeva wan tê guhertin. Ji ber ku qereqola Oremarê de pir kuştiyên wan çêbûn. Dewlet binketineke mezin jiyan. Dijmin ji bo amadekariyên me asteng bike, derdora hemû cadeyên Geliyê Dostkî, bi şev û roj bombebaran dikirin. Hinek dol hebûn, rojê 20-30 qazan lêdidan. Ne tenê bi balafiran, bi topên obus û qatûşayan lêdidan. Êdî ji bo hevalan lêdana ewqas top û bombeyan ji rêzê dihat. Te digot qey şerê cîhanê yê sêyemîn dihate meşandin di wan gelî û newalan de. Çavê wan li hemberî siya me sor bûbûn. Lê tevî hemû çavsoriya wan, hêzên me derbeyên giran li wan didan û êdî wan nedikarîn bi qontrol êrîş bikin. Dijmin êdî him ji milê siyasî û him jî ji milê leşkerî bêqontrol kete tevgerê. Ji ber ew ne li bendî bersiveke wiha tûnd a hêzê me bûn. Ango dê çawa dewleteke dagirker a weke Dewleta Tirk li hemberî gerîla bin bikeve, ji xwe re ev hezim nekirin. General bi xwe ji bo ku moral bidin leşkeran rasterast tevlî oprasyonan bûn. Rewşa wan a leşkerî nebaş bû. Leşkerên wan şer nedikirin. Ditirsiyan. General bi xwe hatin û neçar man ku bi xwe şer koordîne bikin. Hêzên derve anîn. Ew polêsên taybet anîn. Li ser vê esasê êrîşên hewayî zêde kirin. Seranserî Gelîyê Dostkî dan ber xwe û bombebaran kirin. Nedigotin gundî hene nîn in, sivîl li van deran dijîn, hema dabûn ber xwe û lêdidan. Piştî van êrîşan qaşo moral didan xwe û digotin gerîla tesfiye bûye, di sabotajê’de bê-kêr bûne, çeper hemû xera bûne, em ê heta qereqola Oremar biçin. Bi rastî jî gelek cih, ji ber lêdanê nedihatin naskirin. Lê ev nedihat wê wateyê ku, dijm in em qedandi ne. Ji ber ku me qûralên gerîla pêk dianî û li gorî wê tevdigeriyan, teknîka dijmin tev vala hate derxistin. Dijmin dîsa kete tevgerê, lê wekî berê nedikarîn bi hêsanî werin. Ji ber ku derbe xwaribûn. Destpêkê gundî dişandin, tevdîr digirtin. Cihên Stratejîk Di Dest Gerîla De Bûn Piştî êrîşên hewayî dijmin xwest him ji milê Oremarê û him jî ji milê Şitazanê de werin. Qada Mêrgezerê bi temamî girtin. Qadek zozan û vala bû. Ji ber ku heval li wir nebûn hate girtin. Li gorî êrîşên xwe digotin, ‘ne gengaze gerîla sax mabe.’ Wexta dihatin pêşiya wan teyarê, lêdidan. Qedeme bi qedeme dihatin. Li pişt wan jî erebeyên zirxî dihatin. Dijmin careke din di 6’ê Îlonê de kete tevgerê. Xwest qadên di bin venêrîna me de ne bigirin. Sê rojan bi çekên giran û hwd. xwe ceribandin. Her sê caran jî êrîş li ser wan hate kirin, nekarîn û neçar man paşve bikişin. Di Gelî de pevçûn bi awayekî giran didomiyan. Van pevçûnên her sê rojan jî me windahî nedan, birîndarek me jî çênebû. Teknîk vala hate derxistin, bi dehan leşkerên wan hatin kuştin. Ew qonvoya ji milê Oremar û Geverê ve dihatin, nekarîn werin. Gav Bi Gav Binketina Artêşa Tirk Fermandarekî wan hatibû ku, qaşo dê operasyonê bi ser bixe. Lê binketina xwe jibîr kiribû. Megafonek girtibû destê xwe gazî hevalan dikir û digot; ‘werin teslîm bibin em zirar nadin we...’ Ew kurmay an yarbayê ku wisa digot hat ser mayîna hevalan... Hîn gotina wî di devê wî de bû, hevalan mayîn teqandin. Gotinên wî, di devê wî de man. Ew qomûtan jî 5-6 sal bû fermandartiya leşkerên qereqola Oremarê kiribû. Xwedê giravî yê herî xwedî ceribîn bû. Gel û gerîla nas dikir. Dehan caran derdiket televizyonê û propaganda dikir. Lê hevalan him seyareya wî ya zirxî û him jî qobrayekê îmha kirin. Piştî wê seyareyeke din hat, hevalan ew jî îmha kirin. Xwestin ji aliyê Sinewa de werin û leşkerên xwe ji nav destê hevalan xelas bikin. Tang anîn hevalan tanga wan jî îmha kir. Wekî din jî êrîş hate kirin. Bi dehan erebeyên zirxî anîn lê hevalan nehiştin xwe nêzîk bikin.. Êdî ketibûn nava şokê de û nekarîn tiştekî bikin. Dijmin Leşkerê Xwe jî Bombebaran Dikir Artêşa Tirk ewqas perîşan bû ku nikaribû cenazeyên xwe bigre. Tenê ji bo ku gerîla çekên wan desteser neke û nede televizyonê, erebeyên xwe yên zirxî bombebaran kirin. Cenazeyên li kêleka erebeyan hemû bi wî agirî şewitandin. Digotin gerîla wisa kiriye lê, derew dikirin. Wan bi fuzeyan, cebilxana xwe dan ber agir û pêre jî cenazeyên leşkeran şewitandin. Tenê ji bo teknîk nekeve destê hevalan, serî li van şêwazan dan. Ji ber ku leşkerên Tirk şerekî bê hiqûq û exlaq dimeşîne, serî li van rêbazan dide. Dewleta Tirk pir derewker e. Kuştiyên wan gelek bin jî dibêjin; ‘ kuştiyên me nîn e.’Jixwe Erdogan, bi rêya rusipiyan xeber dane me ku em canezeyê wan bidin. Ew dewleta Tirk a ku xwedî teknîkek mezin û qaşo nêzî milyonek leşker û polêsê wê heyî ketibû vî halî. Rewşekî pêkenok bû. Di rewşeke wisa de bû ku, nekarî cenazeyê xwe bigire. Bi rêka sivîlên wan gundan xwestin cenazeyê xwe bigirin. Gel hat bi me re hevdîtin kirin. Ne ji bo Erdogan, ji ber xatirê gelên ku hatî me cenazeyan da. Me bi qasî 10 çek li ser dijmin rakir. Sê A4’ên li ser qobrayan, kîrpiyan hatin îmhakirin. Qederê 10 çekên din hatin îmhakirin. Ji ber ku şewitîbûn hevalan neanîn. Yên saxlem hevalan anî. Du qobrayên wan ên erdî, seyareyên zirxî û tang hatin îmhakirin. 6-7 erebeyên zirxî hatin derbekirin û leşkerên têde hatin kuştin. Tevî ku operesyonên ewqas berfireh kirin, teknîk anîn, tîmên taybet anîn lê, dîsa jî encam negirtin. Tiliya hevalekî/e me xwîn nebû. Leşkerên Tirk li Zagrosan bi sedan wendahî dan, lê ji bo wana girîng nebû. Cenazeyên wan hîna jî li cem me ne. Cenazeyê Yuzbaşiyekî wan li Çarçela veşartî ye. Lê digotin nerast e, ango weke her demê derew dikirin. Ew cenaze bi nasnameya xwe hîna jî li wire. Artêşa Tirk Nikare Şerê Singe Sing Bike Ew operesyon heya biharê domiya, lê encamekê bi dest nexistin. Li ser hev pir bombebaran kirin. Hevalên di van deran de diman, bi awayekî qehremanî şer kirin. Fedakariyên mezin çêbûn. Bi fîşengan yek hevalê me jî şehîd neket. Lê di gir de, bi êrîşên hewayî heval şehîd bûn. Mînak, Kela Weregoz ji 24’ê Tîrmehê şûn ve dijmin êrişên hewayî lê dikirin. 4 heval di wî girî de bûn. Bi ti awayî gir bernedan. 3 mehan hevalan di wî girî de berxwedanek mezin û destanî kirin. Piştî êrîşên hewayî yên giran şikeft bi ser hevalan hilweşiya û hevalên me wisa şehîd bûn. Artêşa Tirk ji ber nekarî şerê bejahî bike. Nekarî li hember hevalan şerê singe sing bimeşîne. Wan dema operesyon kirin hesabê hêza me nekiribûn. Dîsa gire şehîd Fîkret de berxwedayîneke bi lehengî ya hevalan çêbû. Kincê hevalan ji ber pestoyê (basınç) ji ber wan bûbûn. Li wê derê jî 4 heval şehîd bûn. Berxwedan û destanên wisa li cîhanê kêm in. Ji xwe berê hevalan di wî girî de nêzî 20 leşkerên Tirk kuştibûn. Dijmin nedikarî ji bejahiyê ve were, balafir li pêşiya leşkeran didan. Leşker di bin ve dihatin. Piştî leşkerên wan hatin kûştin, hevalan xwestin ku biçin ser cenaze çekên wan bigirin. Lê dijmin him li leşkerê xwe û him jî li hevalên me dan. Di operasyonên şehîd Rojîn de dijmin xwest bikeve herêma Şehîd Rehîme. Di wir de jî heval Azad şehîd bû. Ew pevçûn jî qederê 10-15 roj ajot. Di wir de berpirsiyarê qereqola Oremar û qereqolên din Û her wiha yarbayek hatin kuştin. Leşkerê Tirkan ketibû rewşeke wisa ku, yarbay ketibû pêşiyê ji bo wêrekî bide leşkerê xwe. Ew gir neket. Ruxmî ku dijmin teknîkê gelekî şixuland jî, lê ew girê di destê hevalan de neket… Li Çarçelayê Qehremanî Dijmin di televizyonan de digot me herêma Çarçela girtiye. Em ê ala xwe biçikînin, lê derew bû. Herêma Çarçela ne tenê girek e, pir girên xwe hene. Tenê xetek li ser qereqola Şitazanê diçe ser qereqola Oremarê. Ew xet jî di destê me de nebû. Me negirtibû. Ji ber ku qederekê ji herêma me dûr bû, her wiha eraziyeke mehkûm bû. Hevalên me di qadên mehkûm de namînin. Ji bo me pir zêde baş nebû. Di pevçûnên 3 mehan de, dijmin ew cih girtin, ew jî ji Şitazan destpê dike û heta Deltayê diçe. Ji bo ku herêma şehîd Rehîme bigire, tenê vê qade girtibûn. Çarçela neket û çeperên xwe parast, hevalên li wir berxwedayinek mezin dan pêk anîn. Piştî 98’an cara yekemîn dewleta Tirk bi vê hejmarê operasyon li dar dixist. Berê bi hijmarên zêde û bi operesyonên berfireh dixwestin me tesfiye bikin. Teknîka wan zêde pêşketî nebû. Lê vê carê him teknîk û him jî hejmar zêde bû. Lê li hemberî vîna hevalan, artêşa Tirk şikest û têk çû. Me di encama şerê bi mehan dirêj kirî de gelek hevalên xwe yên hêja winda kirin. Lê, qehremaniya wan hevalan rê neda dijmin bikevê Zagrosan. Mirov bi rojan behsa wan qehreman û berxwedêran bike dîsa wê neqede. Mirov çiqas binivisîne, an jî behsa bike wê dîsa kêm bimîne. Ez jî soz didim wan lehengên Çarçêla ku heya dawî li peyî şopa wan bim. ÖZGÜR GABAR |
|
| | Şehîd - Bîranînên Gerîla “Li Serhedê Jiyan Bi Rojê Re Dest Pê Dike”  Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma… Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilk... EVÎNDARÊ AXA BOTAN’Ê BU  Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî bu. Yani girêdaneke pir xurt he... REMZA RUHE FEDAYİTİYE  Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne. Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, lê pêşengtî dikir. Mirov di sekna wê ... EM SOZA JİYAN û NEMİRİYE DİDİN  Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin Rêbertiya Partiyê: Navê te? Eşref Başkale: Eşref Başkale R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî? E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me. R.P: Xwendina te? E.B: Dibistana navîn. R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye? E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim. R.P: Çend heyvin tu li gel me yî? E.B: 5 heyv Sero... PKK HIM ÇAVKANIYA JIYANÊ Û HEM JÎ YA HUNERÊ YE  Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re -Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek? Serhed: Rast e Serokê min -Ev biryar heye? Serhed: Heye Serokê min -Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye? Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me. -Ka hinekî xwe bide nasîn Serhed: 1970 li Agiriyê... KEMAL PÎR FÊMKIRIN SEROKATÎ FÊMKIRIN E  Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe. Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di rojeva xwe de bihêlin. Kesayeta Kemal rebeq bû... BAWEŞKÊN BERFÊ  Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike. Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzê... HEVALEKÎ RÛKEN KOÇER KURDO  Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar ... RASTIYA JIYANA ME  Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her tiştê spehî û giranbuha peyda dibe... HÊVİYA JİYANÊ  Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ... | | | Nîrxandin û Nivîsên Rojevî ÎDEOLOJÎKBÛYÎN BI XWE RE XEBAT, TÊKOŞÎN, SEKNA ÎDEOLOJÎK TÎNE  Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin. Şêwazê jîyanê çawa be, îdeolojî ew bi xwe ye. Pewîste îdeolojî û teorî neyê tevlîhev kirin. Teorî; dahûrandina rewşekê îfade dike. An jî tevahiya fikra ji mirov dikarî pênase bike. Bi giştî teoriyê re îdeolojî bê gotin, ev şaşe. Di teoriyê de mîsogerî nîne. Teorî xwe dispêre şiroveyan. Şîroveya dahûrand... RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE  Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine. Bîst û sê sale Rêber APO warê fîzîkî ji me qûtkirine. Di nava girava Îmraliyê de bin tecrîteke giran de tê ragirtin. Di bin wê tecrît û îşkenceya giran de fîzîka normal mirovekî ne mûmkûne ewqas li berxwe bide. Lê Rêber APO bi bîr û... JI HEQÎQETA HEVPAR A GERDÛNÊ RE  Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê ... Lİ ZAGROS’AN DEWLETA TİRK BİNKET  Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare ger... Bİ DENGÊ 15’Ê TEBAXÊ HÊVİYA JİYANÊ  Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi ... BERSİVA JİYANA MEZİN ÇALAKİYA MEZİN E  Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda ki... PERİYÊN ÇİYAYAN  Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim. Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinar... EZ PKK ME  Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir. Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar Seranserê welatê min bibû taristan Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ... CÎHANA STÊRKAN  Di esmanekî sayî debi biriqandina stêrkan rebi hev re awaza şevan digotinma gelo!rast e stêrk bi hev re dipeyivin?carekî were guhdar û temaşekebiçe ser girekî bilindwekî Katoyandestê xwe yê rastêdeyne ser rûçikê xwebi destê çepê jîçavên xwebi desmaleke spî pak bikekûr kûr berê xwe bideezmanê jorînbi qasî çend deqeyantemaşe bikeguhdar biketê wê çaxêpeyv û awazên stêrkandi biriqandina wan de... OPERESYONA 1997’AN A LI HERÊMA GARÊ  Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didi... |
| | | | |