15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E

15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E

15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe re ev kar meşand, bi sebreke mezin, bi aqilmendî jî meşand. Min heyf bir heyfa miletekî, ya rast jî ev e. Heyfa din şerm e. Ku bi usûla we mirov heyfê hilîne şerm e, di nêrîna min de. A rast ev bû. Vî şerî bi awayekî xurt em bi xwe ve girêdan. Ez bawer nakim di dîroka gelan de tu kes weke me wiha xwe ji tunebûnê, li hember dijminekî di dinyayê de pir xurt xwe wiha li ser piyan bihêle, xwe nexe, xwe nekuje, xwe nede ber tunebûnê. Hûn jî baş dizanin ku însanekî din bûya, berde ewqas sal, nikarîbû çend saetan jî xwe hedar bikira. Di Kurdistanê de îspat bû ku mirov dikare dijmin li paş bixe. Beriya her tiştî ev nuqte muhîm e. Dijminekî hezar salan te bidehfîne, navê te rake, koka te bikole, te bi tunebûnê re rû bi rû bihêle û tu vî dijminî bikî ser serê xwe, bikî mezinê xwe, heta dawiyê jê re peyatiyê bikî, muqabilî wî tiştek li hember tune be, bi kêrekê, bi xeberekê tu nikarî li hember bisekinî; dema em rabûn li hember dijmin sekinîn rewş wiha bû. Yekî ne karîbû bêje ez kurd im û ne jî bêje ez tiştekî dixwazim. Tevan serberdayî, tevan welat înkar kirî, nav înkar kirî, xwe berdayî heta ku çû... çû... Me di vir de girt, dijmin girt, me gel girt. Em li hember dijmin hinek tişt fikirîn, me hinek tişt ji yên weke we re, ji gel re gotin. Meseleke mezin e; ji destpekê heta niha me çi got, li ser van gotinan çi çêbûn. Niha karê me yê herî muhim bû meseleke beriya her tiştî. Di nava hemû gelê kurd -30-35 milyon insan- de ji xwarin û vexwarinê bêhtir ev mesele tê gotin. Tu kes nikare xwe ji bin bandorê derxe û bêhtir jî roj bi roj tevli dibin. Mezinên xwe, biçûkên xwe, peyayên xwe, jinên xwe, başiyên xwe, xerabên xwe tev tevli dibin, tê de ne, her roj li ser hev in bi mirinê bi mayinê pê re ne. Mesele heta qirikê tu di xerabiyê de bî tu bêjî bes e, heta dawiyê yekî tu xistiyî bin lingê xwe, bêje bes e, ev mesele ye. Ku bi qasî serê derziyê şerefek hebe bêje bes e, ev mesele ye. Ez roj bi roj li ser vê meseleyê me, kûr dibe ev mesele. Ne ku bi çek kûr dikim tenê, na, çek ne tişteke di nêrîna min de. Niha ez li vir im, min hîn tu çek negirtine destê xwe, me hinek heval bi çek bera serê çiyê dane. Bêhtirî vê di aliyên din de jî em meseleyê kûr dikin. Li ser xwe disekinin. Tabî ez naxwazim vê pir şerm bihesibînim. Nêrîneke min jî heye, ez bi her însanekî qayîl nabim. Yên dibêjin em mêr in, em jin in. Çi jin e, çi mêr e, ez her roj ji xwe re difikirim. Çi jiyan e, vana çi dikin, çi nakin. Ji zarokiya xwe heta niha ez razî nebûm. Çixareya xwe, çaya xwe vedixwin, xewa xwe distînin, rehetiya xwe digrin, li gorî nêrîna xwe ji xwere jiyanekê maqûl dibinin, ê min ez her roj li serim. Hûn tev dizanin li Kurdistanê pirsa min, pirsa yekê ye quweta mezin niha di destê me de ye. Dîsa jî ez bêhtir li ser xwe disekinim, çi bikim, çi nekim. Başiya te çi ye, kêmasiya te çi ye? Ev 15 sal in di vî welatî de min çi kir, çi nekir. Ji tunebûnê çi çêbû, çi çênebû. Milet çi dixwaze, çi naxwaze li ber çavên we ye. Vaye îro radyoyê got, li Serhadê 48 gund bê çek bi ser dijmin de meşiyane, zêdeyî dehan jê şehîd kirine, bi sedan birîndar kirine lê belê dîsa jî dimeşin. Gel e, ruh pê re çêbûye. Bê tişt dimeşin, meşa azadiyê ye. Li her derê wihaye. Hun dixwazin li xeberan guhdar bikin, li welat çi bû, çi nebû, çi heye, çi tune ye, her roj li welat şer heye, şer jî ne xirab e, lê bêhtirî vê mirov bi xwe li ser xwe bisekine. Tu çiqas xwe pêk bînî, tu dê ewqas li hember dijminê xwe bisekinî. Dibêjin dijmin, wiha girt wiha kuşt. Bi rastî parçe parçe dike. Hûn vê bizanibin, dijminê xwe nas bikin, çi wehşet hebe wê dike. Pir însanên me hay jê nîn e, xafîl in, nizanin dijmin bi çi awayî lê dide. Di xewê de gelek çûn. Hûn baş dibînin ku ronahiya me çêkiriye, naskirina dijmin a me deraniye holê bê mînak e. Lê belê dîsa jî nikare hişyar be. Însanê me di xiyanet û xefletê de ye. Mirov ji zeyifbûna we jî direve, ditirse. Ev meseleyeke mezin e, arê niha jî ne arekî weke berê ye. Ku cesareta we hebe jî ne bes e, aqil jî hebe ne bes e. Ji aqil û cesaretê bêhtir jî tişt ji mirov tên xwestin. Li hêlekê sebir, li hêlekê lezgînî û bez, li hêlekê berxwedan, li hêlekê dil; tu dê van tevan weke hev derxî. Ku tu yekî kêm bikî, ne di dem ê de bimeşî, tu dê bikevî. Tabî yên weke we hay ji van tiştan tune ne, sed salan jî li ser xwe bisekinin ez texmîn nakim xwe pê gihînin, nikarin. Berdin hûn, hevalên me yên 10-20 salan di nava xebatê de nikarin meseleyan ji hev derxin. Tabî hinekî hassasiyeta me heye. Di çi dem ê de bi çi awahî çêbibe, di ser vê de hasasiyet heye. Gava di cih de mirov dikare çêbike. Me heta niha çêkirin. Li paş nakeve. Ew gavên me avêtin qetiyen paşketin çênebû. Ew kurdên weke din, heta dewletên hene li hember vî dijminî çiqas dikarin bisekinin? Serokên wan berê me dîtin; Talabanî, Barzanî dijmin dike kongreya xwe ya dawiyê de. Çawa tenezûlî dijmin dikin ewqas kêfa xwe xweş dibin, ketine, bi dijmin re têkiliya çêdikin. Hevalê me lawaz in, hîn nikarin xwe biparêzin. Em naxwazin dilê wan bişkînin. Di çil û pênc salên me de yên bîstsalî di nava we de pir in, weke miriyan in. Her roj deh caran ez nebêjim wiha wiha bikin, nikarin du gava bavêjin. Hebûna milet, li hember dijminekî pir wehşî di şer de dilê mirov di rojekê de diçire. Yek were mala te çendekan li te bixe û çendekan ji te bikuje tu dêhn bibî. Yê we, ne her roj çendek, ne di cihekî de li we dixe, dikuje. Ku xwe girîkin, badin şerma mezin e, ji me bêhtir jî tiştek tune ye. Li dor xwe dinêrim, li hevalên xwe dinêrim tev bê çare ne. Demekê em xwe sist bikin nizanim wê bi xwe çibikin. Ne pir hişk ne pir nerm. Yanî wiha şêwazekî bişopînin ku bila bimîne. Li gorî halê we ji we çi hate xwestin hûn ê wê bikin. Ji me tevan, ji we çi hat xwestin, kêfa we, quweta we çiqas rakir wiha bikin. Bi sebreke mezin, ji vê bêhtir jî bi çêbûnê li gorî we mirov xwe ayar bike. Ku nebe nabe. Ne wiha be hûnê çi bikin. Ne hûn dikarin me bişopînin û ne jî mecala we heye hûn bimeşin. Her roj van hesaban dikin, ev şer çawa dimeşe, hûn jî niha meraq dikin. Şere, hûn jî nezîk bûne, bi çi awahî meşiya, ji vê şûn de wê bi çi awahî bimeşe? Dixwazim li ser vê hinekî we ronahî bikim. Ji bo vê ez van tiştan dibêjim.

Wekî din jixwe ne gengaz e hûn fêhm bikin. Mesela, ji bo ku ez vana dibêjim pir kes dixwaze me bibîne. Ji bo gel hemû, ji bo dostan, dijminan tev çi ye, ne çi ye, çi bûye, dê çi bibe em li ser disekinin. Ez însanekî weke we ne pir bi cesaret im jî, bes usûlekê me yê jiyanê heye, li hember pir tiştan şer dikim. Li hêlekê bi tirs im, li helekê bi cesaret im ev tiştekî din e. Ew jiyana heta niha hûn tê de ne ji bo welatekî mirov jê dûr be, mirov bi şeref bimeşe. Me ehdek wiha kir. Hûn bê çare ne, erd dê mirov bi çi awahî qebûl bike, li ser erdê xwe mirov bi çi awahî serxwebûnê bigire, hûn ji vê meseleyê dûrin. Erd heye, tuneye. Kîne, ne kîne? Mirov bi tiştek be, ne bi tiştek be? Hûn van pirsan ji xwe napirsin. Şerefa mezin çi ye, ne çi ye? Jiyana mezin çi ye, ne çi ye? Hebûna mezin, siyaseta mezin çi ye, ne çi ye, li ser vê kes pir nasekine. Li dor darê, li dor malê çerx dibin. Ya xwe digihîne cînarê xwe ya nagihînê, her tişt di hundurê malê de dibe. Xizmeteke teng e. Bi van nêrînên teng, ji çar- pênc kesan bêhtir ne gengaz e mezin bibe. Nêrinên ji bo milet tu dikarî zêde insan çêbike, şerê welat çêbike, ji bo vê hesap, ji bo vê serok, ji bo vê her tişt, çi lazim e tu çêbike. Kî tenezul dike? Bi salan ez dehn dihesibandim. Tenezûl nedikirin were li min guhdar bike. Hûn jî niha guhdarî dikin, lê guhdariya we, ne pir xurt e. Berde we hevalên li vir li min guhdar dikin, ez pê nerazî me. Ecaba ev heval min rast guhdar dikin? Ji halê însan, ji usûlekê tiştekî fêhm dikin, nakin? Belê bi mirinê bi me re ne lê mirin ne tiştek e, min got ku ji bo me ya muhîm ne mirin e jiyan e, jiyaneke serbixwe dikare çêbike, nikare, li ser vê dikare karekî bimeşîne, nikare? Hûn tev feqîr in, bê çare ne. Dinêrin, zû dimirin. Ji tunebûnê dema me dest pê kir heta niha dijmin tev li min digere, dinivîsîne dibêje em ê li ku bigirin? Ez însanekî basît im, tim bi tenê xwe dimeşim. Yên pir bi deng, pir xwe xurt dihesibînin roja diduyan ketin. Ji destpêkê heta niha ez bi tenê dimeşim, dijmin tew nizane ez çi me, ne çi me, li ku me, ne li ku me? Çi, bi çi awayî çêdikim? Şaxsiyeta tu bimeşînî divê dijminê te nikaribe xwe bigihîne. A we ne wiha ye. Jiyana we, şexsîyeta we ku dijmin dest biavêjê di deqêde bigre: Hareketa we tuneye. Guhertina we, leza we tune ye. Heval hemû zû dikevin. Tabî me xwe fêr kiriye, me xwe pêk aniye. Kes nikare bêje te tiştek nekiriye û niha mirov nikare bêje tu nebû sebeba tiştekî. Na. Tiştên ecêb çêbûn. Tiştên di dîrokê de çênebûne çêbûn û dîsa jî ez wiha me. Min bi çi awahî xwe wiha pêk anî? Yên dibêjin ez Egîd im wiha me, wiha me û keç jî bila tiştekî ji me bigirin, ji me dixwezin, bila li me binêrin hinekî bi namûsa xwe ev tişta bi çi awahî çêdibe bila di hundurê xwe de xwe bigihînin rastiyan. Wekî din egîdî nabe. Çima mirov bi xwe bileyize? Temam, tu xwe egîd dihesibînî, şervan dihesibînî. Çiqas ez bi ser de diherim, dibêjin ez ê şer bikim bes ne weke tu dixwazî, weke em dikarin em ê bikin. Tabî weke hûn dikarin dijmin hiltîne, weke ez dixwazim dijmin pê nikare. Hûn kurd in, kurdayetiyê dixwazin, di kurdayetiyê de pir tişt niha radibin, çêdibin, xulek bi xulek dixwaze hilîne, alem tev dixwaze bi ser me de bimeşîne. Lê ji quweta min pir tiştek kêm nebûya. Min quweta xwe di xwe de hişt, ji bo ez bi meseleyan bikaribim. Lê ez pir li hemberî bênamûsan sekinîm, tembelan, sextekaran, di hundurê partiyê de, derveyî partiyê, hundurê şer, derveyî şer de sekinîm. Ez hesabê tevan didimê. Di meseleya şer de, di ya siyasete de derket ku kes nikare min bixapîne.

Li ser sala 9’an, ketina sala 10’an di şer de ya 15’ê Tebaxê van tiştna tîne bîra mirov. Ez hesabê xwe wiha dikim û wiha didim. Ez alîkariya dostan inkar nakim, ne ew bûna ne gengaz e ev kar bimeşiyana, lê belê weke min gotî, giranî tev jî min da ser xwe. Yê zû ketî, yê zû fîşeng teqandî barê me giran kiriye/dike. Demirel, niha jinek li hember me rakiriye, ji bo milet bixapîne, dibêje “Ez wiha xwişk im, ez wiha dayik im, bila werin li min bixin.” Dema hate Kurdistanê ev tişt gotin, dixwaze bi navê xwişkbûn, dayikbûnê milet bixapîne. Jê re maske çêkirin, ji bo milet bixapîne. Niha bi ser me de tên. Pir xwinxwar e tabî yên pir bêedeb, pir xerab derdikevin, ev jî jineke wiha ye. Dibêje, “Ez pir bi biryar im.” Ew çiqas bi biryar bin, ez jî wiqas bi biryar im. Dewletek e tabî pir însanan dikuje, dixwazin artêşeke taybet çêbikin. Artêşa taybet çiye? Însanan digire, ser jê dike. Ji bo vê dixwaze artêşa taybet çêbike. Arteşeke bê nîzam, bê qeyd. Jina dijmin ji peyayê dijmin bêhtir zirarê didin mirovan. Waye ya wê li ser wê ye. Mirov xwe bişidîne. Ev wezîr, ev reîs li ser te çi dike dike, bi halê xwe ye, li gorî vê tu jî xwe bişidînî. Min got ku çekên niha me bi dest hevalan xistine, ne hindik in, derfetên bi dest hevalan xistiye ne hindik in. Heke dijmin bê ser te, te parçe parçe bike, ê tu jî wî parçe parçe bike. Xwe bi şeref bike, xwe bi bombe bike, dijmin bişewitîne, tu çima sekiniyî? Dijminekî bê hedef, heta hedefa xwe digire em ê bi ser de herin. Ji tunebûnê me heta vir anî, ez bawer im em ê hedê wî bidinê.

Ev hîn destpêkeke biçûk e. Li ser vê destpêkê ji vê şûnde em dikarin tiştên wiha mezin bikin. Ez nabêjim besî min e, ez ne weke we me. Ez her roj li ser xwe disekinim, xwe weke we biavêjim erdê, razêm. Na! Mirin ji me tevan re heye, bes jiyaneke însanekî çiqas tiştê mezin pê karibe ez ê bikaribim pêk bînim. Çiqas mezin ji min were xwestin ezê pêk bînim. Tiştê me heta niha kiriye jî îspat dike ku em li ser soza xwe ne. Di destpêkê de tevan digot, te dê bikujin tu ji Ankarayê, ji gund dernakevî, vir vir vir tu wiha dikî, digotin û bi min dikeniyan, te divê serê xwe parçe parçe bike, ez çi bikim? Ez xurt dibêjim, ewqas tişt vedikim, hûn li gorî kêfa xwe dimeşin, ez çi bikim. Niha dimeşe, li ser pirsên min e. Ne ku li gor ez dixwazim hûn dikin. Pirs ew e ka Serokatî dê bimeşe yan e. Madem serokiyek çêbûye, ew serokî wê serokiya xwe bimeşîne. Wê we tevan jî bike di bin bandora xwe de. Weke yên tu nizanî ka çawa hatin ketin çavên te, pozên te wiha bandor li ser mirov çêdibe. Divê tu hay ji xwe hebî. Di destpêkê de ji xwe tevan digot, em nikarin bikin, em tune ne, em mirî ne. Ez li van peyvan guhdar nakim. Ez dixwazim bisekinim vê jiyanê bisekinînim, bisekinînim niha dibêjim di vî laşîde jiyan heye. Yanî nexweşek e, lê belê radibe. Birîn bûye, lê belê dîsa jî îşaretên jîyanê tê de hene. Karê min ev e. Ez ji bo hemû gel eşkere dibêjim. Li me dipirsin, meraq dikin, soza xwe didin bi me re dîtinan, civînan çêbikin ez tim dibêjîm, narevim, xwe pir jî mezin nahesibînim, bi rastî, bi nîzam ez pê re me. Tu caran bi min lîstîn nabe. Ew hevalên xort nuh tev li me dibin, tên, dixwazin xwe û min bixapînin. Wiha nekin. Li vir me rast fêhm bikin. Hûn herin ku bi mirinê xwe didine ser jî, lê me nas bikin û wiha werin. Hûn xort in, ne westiyane, meseleya şer weke agir fêhm bikin. Ez tim amadekariyê dikim ji bo xwe bigihînim armancê. Ji bo ez xwe bi çekekê bigihînim, min hîn xwe negihandiyê. Me çek dane we tevan. Hinek hevalên xurt, me bi bawerî tev kirin ser hev, me ji we re cih çêkir û van tiştna hîn jî min xwe negihandiyê. Di meseleya şer de ez wiha li ser disekinim. Ev 15 sal in min li vir sebir kir. Jiyan çi ye, ne çi ye li hêlekê, karê min li hêlekê, min sebir kir. Kes weke min di vê cîhanê de ne bi lez e jî, ev 15 sal in ez sebir dikim. Ê we ne sebir heye, ne lez heye, destê we jî tim di agir de ye. Hûn ê bişewitin, ez li ber we dikevim. Tên nexweş in. Hinekan çavê xwe kor kiriye, hinekan lingê xwe parçe kirine, tê çi bikê? Min got wiha bikin? Na! Weke min xwe bihêlin. Ez ê rojekê xwe tev li şer jî bikim, yanî ez di şer de me, ez ê xwe hîn nêzîkê bikim. Dema ez xwe nêzik bikim dijmin nikare bisekine. Berê digotin Cebraîl hat, nizam melaîke hatin, di zemanê îslamiyetê de kafir wiha reviyan, ê me jî wiha ye, dema em herin, weke Cebraîl, dijmin wê bireve. Ev tişt bi zanebûn çêdibin. Di zemanê Pêxember de wiha bû, di zemanê me de jî wiha ye, weke ez dikim dibe. Em ji xwe bêtir li ber hevalan, li ber we dikevin. Barê min giran e, ez dizanim. Çavê dijmin xulek bi xulek li ser me ye û ez dikarim xwe biparêzim, xwe bimeşînim bi şerefa xwe, lê belê hûn ê xwe çawa bikin. Hûn ê xwe çawa bi rûmet bikin? Hûn ê xwe çawa bihêlin? Bi cehaletê ev kar nabe, tu xwe bikuje jî nabe. Tu dê bi dijminê xwe bikaribî, tu dê xwe jî dor xwe jî bihêle. Peyva min niha wiha ye, hûn meraq dikin, ez wiha dibêjim. Hûn xwe bi awayekî rast bidin ser karê xwe hûn jî dikarin tiştna bikin, xwe bikin tiştek. Temenê we hîn bîst, bîst û pênc salî ye. Çima nikarin xwe bişidînin? Çima nikarin mejiyê xwe bişuxulînin? Mejiyê we ji yê min tazetir e, hûn dikarin baş bişuxulînin. Xwîna we ji ya me germtir e, dikare baş bişuxule. Xwediyê xwe bin. Me ji tunebûnê destpê vî şerî kir heta vir anî, hinek ji we giriyan, hinek keniyan, me ev şer me wiha meşand. Dinya li pêşiya me sekinî, nikarîbû. Ez ê îlla vî şerî mezin bikim, hûn jî hay jê hebin. Heta niha di şer de hêsrek jî ji çavên min nehatiye. Serkeftin çêbibe ez dibêm hin kêmasî tê de heye, pê nerazî me yanî. Ez bi xwe wiha dimeşînim. Tiştên ez dibêjim we fêhm kirin, tev ji bo gel in. Dîsa hûn dikarin pirsan bipirsin. Hûn dikarin tiştên din ji me bixwazin. Çi dixwazin, dixwazin bi min re çibikin bibêjin. Hûn bi çi awahî min dihesibînin, bihesibînin, însanekî weke we, me di rêka şehîdan de me dîsa xwe gihan de vir. Li ser vê însanên bi rûmet ên dost hebûn me xwe gihan de vir. Hûn bi çi awahî dixwazin ez wiha li ber mirovan dikevim, di encamê de jî ez dimeşînim. Ji tunebûnê niha me ev milet tev kire rê. Hûn dikarin ji min bêhtir bikin. Milet dixwaze, me wiha cewab dayê. Nizanim jê raziye, neraziye bibêjin. Tiştna wekî din dixwaze, naxwaze bibêjin. Hûn dikarin bikin, dîsa bibêjin. Tiştên hûn dixwazin ez dimeşînim, lê bêhtir jî tiştê ez ji xwe dixwazim bi xwe jî dimeşînim. Tu kes jî nikare min bisekinîne. Dayik, pir kes li pêşiya min sekinîn. A rast mirov baş bimeşe. Ez ji xortan re dibêjim, ev bi çi awahî dimeşe. Bi dirûstî quweta we hebe bi me re bimeşin. Dîsa meşa we bi me re baş e, bi şer re ne. Pêşveçûna miletê kurd niha baş e, bi xwe re ye, bi şerefa xwe re ye. Em ê jivê şûn de hîn tiştên baştir bikin.

15 Tebaxa 1993

Rêber APO

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram