BAWEŞKÊN BERFÊ

BAWEŞKÊN BERFÊ

Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike.

Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzên dijmin zû bi zû nikarin derbasî her deverê vê herêmê bibin. Ew xwedan çiyayên bilind, asê û dijwar e. Li aliyekî Çaçê û li aliyê din jî Çiyayê Pîro, lê herçî Herekol jixwe dayîka hemû gerîlayan e. Ne tenê îro, ew di dîrokê de xwedan nav û navdariyeke mezin e. Ji aliyekî ve bilindî û asêbûn, ji aliyekî din ve jî şer û pevçûnên ku li Herekolê qewimîbûn; di çavên dijmin de bûbûn mîna kelem. Ji ber vê jî tirs û xofa hemû çiyan di hişên dijmin de hebû, lê ya Garisa û bi taybetî jî Herekolê cuda bû. Têkoşîna ku gerîla li vê herêmê bi pêş xistibû û wateya ku daye vê herêmê mîna nexşekî di dîroka şerê çekdarî de hatibû kolan.

Garisa, ji dema şer destpêkir û vir ve êdî ji bo gelê vê herêmê wateya jiyanê hatibû guhertin, ew jiyana ku berê di bin zilm û zordariya dijmin de dinaliya, bi şerê çekdarî re wateya xwe winda kir. Garisa ji sala 1989an û şûn de bûbû wargeha gerîla û mîna ku ji sir û seqema zivistanê rizgar bûbe û bi hatina biharê şa bibe lê hatibû.

Êdî deh saliya şerê çekdarî hatibû pîrozkirin, lê di îsal de şer ji hemû salên borî dijwartir bûbû. Dijmin bi hemû hovîtiya xwe ketibû rê û bi paksaziyên mezin bi ser gerîla ve dihat. Dirûşma “an emê biqedînin, an biqedînin” ji aliyê dijmin ve li her derê dihate qotin. Lê gerîla jî li ser dirûşma xwe ya “an serkeftin, an serkeftin” tevdigeriya. Û li hemû deverên herêmê berxadanên mezin û destanên şer dihatin lidarxistin. Bi vî awayî hevrikiya ku di mehên pêşîn yên vê salê de hatibûn pê, hîn bi hemû dijwariya xwe didomiya.

Roj diçûn, meh dihatin. Êdî sal ber ve dawiya xwe ve diçû. Gerîla dîsa mîna her salî amedakriyên xwe yên kampan dikirin. Lê dijmin îsal ji bo ku gel û gerîla ji hev qut bike hema hema gundekî ku alîkariya gerîla dike li navçeya Garisa nehiştibû. Ango wan jî para xwe ji hovîtiya dijmin girtibû. An bi giştî hatibûn şewitandin, an jî hatibûn hilweşandin. Di encam de gundiyan koç kiribû û war li şûna xwe hiştibûn. Ew gundên ku bi hezaran salin hatibûn avakirin, êdî mîna kevalan mabûn. Tenê kundan li ser dîwarên şehetî dixwend. Tenê çend gundên cerdevan yên ku dijmin ji xwe re kiribûn pal û pişt li herêmê mabûn. Ew jî ji bona ewlekariya djimin li wir diman. Ango; li herêmê çend gundên ku dijmin hêzên xwe lê bi cih kiribûn mabûn. Lê, li çiyayên bilind dîsa parazvanên van çiyan, yên ku ji bona azadiya vê war û gelî têdikoşin diman; her çendî ku îsal bi germahiya şer borandibûn jî demsal dîsa ne mîna demsalên berê bû. Ango, bi rengekî xwezayî di dema zivistanê de hinekî wê şer bihata rawestandin.

Mij hatibû lûtkeya çiyayên bilind, êdî bê mij û moran nediman. Zivistanê xemla xwe nîşanî her kesî dida. Berfa spî kirasê xwe wekî xêliya bûkan raxistibû ser her deverî. Garisa bi hemû heybeta xwe bûbû yek reng. Rengê berfê hemû xeşikahiya Garisa dibin rengê xwe de veşartibû. Gerîla jî bûbûn mêvanê vî warî. Wan vê deverê ji xwe re kiribû war û ji bona hêviya xwe bi cih bînin wan tehemûla hemû sir û sermayan dikir. Lewma jî diviya ku grubek heval ji bona tedarîkên xwardemeniyê biçin gundê Ers da ku wê xwardemeniya ku berî niha wan li wir veşartibû derînin û ji bona yekîneya xwe bînin.

Piştî demekî dirêj em gihiştin wî cihê ku me xwardemeniya xwe lê veşartibû, hemû hevalan barê xwe amede kir û em li ser rêya xwe vegeriyan. Lê berê ku em ji gundê Êrsê derkevin, em li bin sincekî rûniştin û me bêhna xwe berda. Piştî vexarina cixareyekî êdî saet ber bi heftê êvarê ve diçû. Dinya hêdî hêdî tarî dibû. Em demekî meşiyan, lê bagerek wiha rabû ku êdî me nikaribû çavên xwe vekirana. Berf û baranek wiha dibariya ku her dever spî bûbû. Jixwe piştî ku em qederekî meşiyan, me zanbû ku me rêya xwe şaş kiriye. Ji cihê ku em ketin ser rê û heya saet şeşê sibehê em di nava berfê de diçûn û dihatin. Her ku diçû ba û bahoz, berf û bagerê hêza xwe xurt dikir. Êdî wa lê hatibû ku çek ji serman bi milên me ve zeliqibûn. Êdî -hema hema yê me hemû hevalan- çok li me sist bûbûn û me hew dikaribû rêya xwe bajota. Rêya ku berê me dikaribû di nîv saetî de qut bikira, ji westandinê êdî bi sê saetan jî me nediqedand. Her çendî ku her hevalekî hemû hêza di laşê xwe de bi kar dianî da ku zû em ji vê rewşê derkevin jî, lê ji aliyekî ve giraniya bar û ji aliyê din ve ji bona bagerê ev hêz û viyan. Em sist dibûn û me mîna ku hêvî dikir nikaribû pêş ve biçin.

Ji nişkê ve xeber ji paş ve hat û gotin “Hevalê Aras û hevale Xerîb nikarin êdî bimeşîn.” Me hinekî li laşê da,  ji bo ku rabin ser xwe û li gel me bimeşin. Lê herçî ev heval bûn mîna çûkekî ku hêlîna xwe di nava berfê de bijenin digotin: “Hûn xwe bigihînin hevalan, lê nexwe hûnê jî mîna me bibin.”

Her ku min li wan û rewşa ew tê de ne dinihêrt, hevaltiya me ya rojên dirêj mîna wê berf û bagerê dihate ber çavên min. Ew rojên ku em bi hev re digerin, dimeşin û dikeniyan hemû mîna kevalekî xwe dixistin goteya çavên min.

Her ku diçû berf bi dijwarî dibariya û rêya me xirab dikir. Piştî ku em hinekî ji herdu hevalên xwe Aras û Xerîb dûr ketin, hevalekî din jî got: “Hûn biçin!” Me hewl da ku em wî hildin ser piyan, lê canê wî mîna qalibekî bûzê lê hatibû, hew dikaribû xwe li ser lingan bigire.

Em dîsa neçar man ku wî hevalî li şûn xwe bihêlin. Ji aliyekî ve destê me ji wan hevalan qut nedibû, lê ji aliyekî din ve jî em neçar diman ji bo ku hevalên din rizgar bikin, me rêya xwe didomand. Piştî ku rê êdî gelekî dijwar bû, me her carê hevalekî bi dorê xwe di berfê de vedekir. Her carê hevalek dikete pêş û berf diçirand. Her ku em hinekî dimeşiyan me guleyek diavêt û destên xwe li lûleya çeka xwe digerand da ku piçekî germ bibe.

Piştî meşekî dirêj êdî ronahiya sibehê xwe hêdi hêdî nîşan dida. Cîhan vedibû, berf û bager jî xwe hildida cihên bilind. Me dixwest ku zû xwe bigihînin kaniya li jor gundê Şukal. Li nêzî kaniyê şkeftek hebû. Piştî saetekî em gihiştin nêzî şkeftê. Jixwe hevalan jî dengê çekên me bihîstibû û ew jî bi bayê bezê dihatin hawara me. Em tev bi hev re çûn şkeftê. Bijîşk û hemû hevalan laşê me miz da, da ku xwîn lê bigere…

 

Têbînî: Pîştî ku berf heliya ji hêla hevalan ve cenazê wan hevalan hatin dîtin û bi merasîmekî leşkerî hatin weşartin.

 

Bahoz KOÇER

Daxuyanî

Cejna Gelê Me Û Hevrêyên Me Pîroz Be!

11.04.2024
HPG BİM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Belgeyên Di Derbarê Rastiyên Ku Artêşa Dagirker Veşartî De!

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Dagirkerên Ku Berê Xwe Dan Tunelên Şer Hatin Cezakirin

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Bîlançoya Şer A Meha Adarê Ya 2024

05.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevala Xwe Edessa Cejna Bi Rêzdarî Bibîrtînin

03.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Ekîn û Canşêr Bi Rêzdarî Bibîrtînin

03.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Dagirkerek Hate Cezakirin Û 2 Dron Hatin Xistin

31.03.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Demhat û Andok Bi Rêzdarî Bibîrtînin

27.03.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram