Artêşa Tirk A Dagirker Ji Ber Bêçaretiya Xwe Derewan Dike

Artêşa Tirk A Dagirker Ji Ber Bêçaretiya Xwe Derewan Dike

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker 20'ê Çileyê bi du daxuyaniyên cuda îdîa kir ku li herêma Garê 9, li herêma Zapê jî 10 windahiyên me hene. Pêwendî bi hemû fermandariyên me re hate danîn û eşkere bû ku artêşa Tirk a dagirker bi temamî derew kiriye û îdîayên xwe rast nîne. Di bombardûmana artêşa dagirker de ku me li jêrê bi berfirehî rave kir, ti windahiyên me çênebûye. Artêşa dagirker ku ji operasyonên şoreşgerî yên dawî û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran xwar û hejiya, bi nûçeyên derewîn hewl dide raya giştî bixapîne û hêzên faşîst motîve bike. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku bêçare maye dest bi derewan dike, lewma divê kes guh nede van derewan.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

18'ê Çileyê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

21'ê Çileyê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekçên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku li dora wesayiteke leşkerî kom bûbûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi dronên teqemenî barkirî;

17'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê çepera me ya şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Ji 16'ê Çileyê heta 23'ê Çileyê li herêma Garê qadên Siyanê, Girê Reşît, Girê Sîser, Zêvkê, Sêdarê 14 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 9 caran, li herêma Xakurkê Girê Berbizina, Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Kuça Xecerê, Şeqadên Şehîd Şerîf û Kolîtê 17 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Zapê jî Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 45 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20 û 21'ê Çileyê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan ahtin bombekirin.

23’ê Çileyê 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê

 
 

 

 

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram