Ji Bo Hemû Fermandar û Şervanên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet!

Ji Bo Hemû Fermandar û Şervanên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet!

Hevalên hêja!

Beriya her tiştî em hevrêyên xwe Serxwebûn Serhed û Rizgar Çavreş bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em soza xwe ya ji bo şehîdan a dilsozî, serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan, di şexsê hevrê Serxwebûn û Rizgar de dubare dikin.

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk ku we di 12'ê Çileyê de li Zapê pêk anîn, derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, di dîroka me ya têkoşînê de bû operasyoneke şoreşgerî ya gelekî serketî ku rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst hejand. Bi ruhê êrîşê yê Apoyî, bi rêbaza lêdanê ya tûj û ji nişka ve girê ku dijmin li ser bû hate fetihkirin, bi temamî hate bidestxistin, temamiya hêza dijmin a li vê derê hate tasfiyekirin, 61 dagirker hatin cezakirin, bi dehan çek, malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin, malzemeyên leşkerî yên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin. Ev yek asta serketî ya operasyona şoreşgerî radixe pêş çavan. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bû çalakiya herî serketî ya salên dawî, di heman demê de asta herî bilind a performansa taktîkî ya gerîla jî nîşan da. Vê operasyona şoreşgerî bi fedaîtiya Apoyî, ruhê êrîşê, bicihanîna asta taktîkî bi rengê hostatî, rêbaza lêdanê û profesyoneliyê, asteke bêhempa afirand.

Di heman demê de serketineke girîng e ku operasyona şoreşgerî kêlî bi kêlî hate qeydkirin, rastiya şer û dagirkerên hatin cezakirin hemû hatin belgekirin. Bi saya vê yekê, tevî ku rejîma AKP-MHP a faşîst û artêşa Tirk hewl dan encamên operasyona şoreşgerî veşêrin jî derewên şerê taybet hatin eşkerekirin û hêza gerîla li pêş çavan hate raxistin.

Di sala 2024'an de ku ji niha ve eşkere bûye ku ji aliyê têkoşîna me ve wê nebe saleke ji rêzê, eşkere ye ku em ketine nava pêvajoyeke dîrokî. Destpêkirina sala nû bi operasyoneke bi vî rengî ya serketî ya şoreşgerî, rêveçûna têkoşîna salê û rêya wê ya serketinê diyar kiriye.

Li ser vê bingehê, em hemû fermandar û şervanên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûne, hemû hevalên ku di her asta vê operasyona şoreşgerî de keda wan heye, pîroz dikin. Em hevrêyan hemûyan bi hestên ji dil ên şoreşgerî silav dikin, ji dil bawer dikin ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin û serketinê hêvî dikin.

19’ê Çileyê 2024

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL

 
 

 

 

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram