NAMEYÊN DAWÎ YÊN ŞEHÎD ERDAL ŞAHÎN

NAMEYÊN DAWÎ YÊN ŞEHÎD ERDAL ŞAHÎN

Nameya Endamê Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Erdal Şahîn:

Pêvajoya ku em tê de ne dîrokî, krîtîk û jiyanî ye, ji bo me hemûyan rêya ku em ê çawa ji nû ve tê de derbas bibin, diyar dike, biryarên nû çawa bigirin û helwesta me ya li hemberî rastiyan bi awayekî zelal nîşan dide. Ev pêvajo pêvajoyeke ku çi rast e çi xelet e, divê rastiyê ji hev derxin û bi hurgulî bigirin dest. Ev pêvajoya ku em Rojhilata Navîn weke kaosê pênase dikin de dijîn, ji bo di navê kaosê de kaosên cuda nejîn, divê her gavên em bavêjin rast bin, stratejiya rêxistinê di vê pêvajoyê de rast fêm bikin, divê em gavên encamgir bavêjin.

Ji bo vê jî divê pêşî stratejiya şer a rêxistinê rast were fêmkirin. Dijminê ku em pê re rû bi rû ne, bi biryar e ku PKK û di şexsê wê de gelê Kurd û civaka li ber xwe dide qir bike. Sedema ku dijmin serî li siyaseteke wisa qirêj daye, bêguman îradeya mezin a Rêber Apo û helwesta bibiryar e. Dijmin ji ber ku dizane nikare pêşiya têkçûna bigire, çi jê tê dike û mîna dîkê serê wê hatiye jêkitin diper pite. Dema em li xwezayê dinêrin jî ev diyarde di her zindiyekî de pêş dikeve. Dema ku dibîne ku dawiya wî hatiye, êrîşî derdora xwe dike. Rewşa dijmin a heyî jî vê îfade dike. Rêxistinê ev şerê ku em tê de ne wekî şerê şerê hebûn û tunebûnê nirxand. Li aliyekê hegemonyayeke cîhanê nûnerê wê yê sereke dewleta Tirk dixwaze me tune bike, li aliyê din jî PKK û gelê wê yê bi rûmet ku li dijî hemû dagirkeran bi awayekî bêmpa şerê vînê dide heye.  Ev rastiyek e ku divê fermandarên ku di şerê van qonaxên dijber de gavên rast bavêjin, stratejî û taktîkên rast destnîşan bikin, xwe ji şer re amade bikin, hemû hêza xwe ji bo şer perwerde bikin, şer bi cidî bişopînin ji serkeftinê bawer bikin û beriya şer bi plan û bi vê baweriyê şer bike, hebin. Dibêjin “Fermandar jîr û hazir beriya ku here qada şer di şer de bi ser dikeve. Fermandar bêamadekar dixwaze di qada şer de bi ser bikeve.” Ev rewş bi rastî jî kêm-zêde şerê heyî îfade dike. Di hevdîtinên dawî de çavdêriyeke gelekî girîng ku Rêber Apo her tim îfade dike ji me re got, “Şer li fermandarê digere”. Dema em îro li vê tespîta Rêbertiyê dinêrin, di şexsê kadroyan de pratîkeke encamgir nayê meşandin nîşan dide. Ji ber ku em li ser şer têr nafikirin, ji ber ku em ji xwe re stratejiyek diyar nakin û di qada şer de zîhniyeta me ya serkeftina şer heye, em nikarin pratîkeke encamgir pêk bînin.

Her serdem pêşengiya xwe diafirîne. Ji bo ku pêşengek bi ser bikeve û armancên ku daniye holê bi cih bîne, pêwîstiya wî bi kesên ku dê rêya wî bişopînin û dev ji her tiştî berdin, hene. Ji bo pêşeng bi ser bikeve, armanca xwe pêk bîne hewceyîya wî bi mirovên di rêya wî de bimeşin û ji bo vê dev ji her tiştî berdin heye. Belavkirina felsefe û bîrdoziya Rêber Apo yê pîroz û heta niha Rêber wekî wî nehatiye cihanê, karê me kadroyan e. Rêbertî gotibû: “Yên ku dixwazin bi min re bimeşin, divê wekî Îsa xaçê li ser pişta xwe hilgirin.” Bi gotineke din, wî qala hewcedariya tevayî fedakariyê kir. Ji bo vê jî divê beriya her tiştî em Rêbertîyê rast fêm bikin û pêk bînin. Mirov nikare tiştekî ku jê fam nake pêk bîne. Heger ew pêk bîne jî, dê her tim perçeyek wê kêm be. Rêbertî wiha got: “Bi qasî ku hûn ji min fêm dikin, pêk bînin.” Yanî qala xwefedakirineke giştî dike. Em pratîkên ku divê neyên kirin em dikin, vê jî wekî ku me Rêbertî  fêm kiriye tev digerin û pêk tînin. Ji ber ku em Rêbertîuê rast fêm nakin li hemberî dijmin şerekî xurt namrşînin. Hînbûnên me yên berê yê takekesî, nehatina dîsîplînê, di serkeftinê de israr nekirin, bêhêvî bûn, nêzîkatiyên têşbinî, li şûna ser şer hur bibin bi pirsgirêkên xwe yên jiyanî re pêşiya şer dixetimînin, bi nêzîkatiyeke lez û bez prstîkên xwe nîvco hiştin, di fikir de hişmendiya ez û daxwazên me yên jiyana takekesî, nikarin stratejiya şerê a rast pêş bixînin. Stratejiya şer a rêxistinê diyar e. Bi vîneke xurt, daxwaza di şer de feth kirin, bigihêjin serkeftinê. Lê belê ji ber em takekesiya xwe diyar dikin, stratejiyeke girêdayî stratejiya rêxistinê, armancek, hedefek tune ye, ji ber lawaz dimînin, her tim ji armanc û stratejiya rêxistinê qutbûnekê dijîn. Ji ver ku rêbaza me ya ji bo armancê cuda ye di armancê de em nagihêjin hev. Rêbertî qala hêza qûaqlê civakê kiribû. Ji ber ku em vê pêk naynin zehmetiysn dijîn. Armanc di navbera me de sekiniye. Navenda ku em hemû lê bigihêjin hev navenda Rêbertîyê ye. Armanc bi Rêbertîyê re gihîştina hev e. Lê belê cesaret nakin ku xwe bavêjin nav wê. Heke Rêbertî deryayek şîn a bê dawî be, ji bo wê deryayê neqedînin, wê deryayê qirêj nekin divê hêza ku bi Rêbertîyê re jiyaneke rast  bijîn nîşan bifin. Ew derya deryaya ku wê me ji qirêjiyê me pak bike ye. Şaş nêzîkbûna wê îxaneta herî mezin e. Em her tim dibêjin; PKK gomlekek ji agir e, yê şaş li xwe dikin dişewitîne. Rêbertî di zerysyê de eynî ye. Heke em şaş nêzîk bibin em ê bifetisin. Niha rewşa ku herî zêde min dide zorê ev e. Rasnefêmkirina Rêbertîyê û şaş nêzîkbûna eê avê. Di wê avê de girêdaneke bi dawî heye û ev girêdan jî PKK’ê ava dike. Tu kes nikare bi tena serê xwe bi ser bikeve, heke bi ser bikeve jî ew kêm e.Dibêjin; perçeyekê darê yê bi tena serê xwe zû dişkê. Dema ku ji yekê zêdetir perçeyên darê bên cem hev, tu hêz nikare wê girêdan û hevgirtinê perçe bike. Hevgirtina PKK’ê ya di deryaya Rêbertîyê de avs bûye wiha ye. Tu hêz nijare ji wê avê qut bike.

Çîrokek heye. Çîroka dar û fedayiyan. Dar xwe feda dike û ji bo ku pel di şert û mercên herî dijwar de mezin bibin, fedakariyeke mezin dide. Dema zivistan tê pelên darê ji çiqilên wê dikevin û ji bo ku sar nebe xwe ji darê re feda dikin. Ji ber ku yê ku ew pel afirsndiye dar e. Pelên wê jî li hrmberî  vê fedakariyê  xwe feda dikin. Ji ber ku pel dizanin ku dar pêşeroja wan e. Dizanin xwe ji bo darê feda bikin da ku pelên din mezin bibin. PKK jî tevgereke wisa ye. Yê ku em hebûn Rêbertî bû. Divê em li hemberî vê fedakariya herî mezin fedakariya herî mezin bikin. Ji bo em xwe li navenda Rêbertiyê bigihînin hev, divê em hemû ber bi heman armancê ve bicivin. Divê em dev ji xwesteka ku bi rêyên cuda bigihêjin armancê berdin. Ger di hemû ramanên me de armanc armanca Rêbertiyê be, em dikarin li wê navendê bicivin. Dema ez van dibêjim, ez tu carî xwe li derveyî wan nabînim. Ji ber ku em hemî heman xeletiyan dikin. Em ji xeletiyên hev dersê nagirin.

 

Ya ku PKK'ê dike PKK ew taybetmendî ye ku dersê ji şaşitiyên dîrokê derdixîne û ala berxwedanê ya nîvco hatiye hiştin dewr werdigire. Hêza civakî bi wate kiriye û veguherandiye têkiliyeke xurt a heqîqetê. Eger hêzeke civakî neyê avakirin, di hêza parastinê de yekbûn pêk nayê. Li cihê ku civakîbûn û heqîqet nîne, wê civakeke welê bê afirandin ku civakîbûnê dike şexsî, lîberalîze dike, bêîrade dike. Di rewşeke bi vî rengî de jî hucreyên kapîtalîzmê yên di mejî de ava bûne jinûve zindî bibin. Dersa herî mezin a ku min di vê pêvajoyê de ji xwe re wergirt, ew şer e ku dema şerê heqîqetê dimeşîne, divê destpêkê li hemberî nefsa xwe şer bike. Ji ber ku her tişt di şexsê mirovan de pêk tê. Ya ku mirovan bilind bike, mirovan bixîne mirov bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê em bi her tiştên xwe, bi vê armancê di vê rêyê de feda bikin. Mîna ku hevrê Zinar got, 'Ji bo fedaîtiyê pêwîstî bi fedakirina xwe bi temamî û kesayetiyeke serketî ya di her kêliya jiyanê de heye'. Ya ku hevrê Zinar gihand armancê, têkoşîna wî ya li hemberî nefsê û baweriya wî ya bêdawî ya ji bo serketinê bû. Niha di serî de ez, eger em nikarin bibin xwedî jiyaneke bi rêbaza Zinar, sedema vê lawaziya şerê ku em li hemberî xwe dimeşîne. Em bi rengekî durust nêzî xwe nabin. Em xwe dixapînin.

 

Di pêvajoya derbasbûyî de yek ji mijarên ku bi giranî li ser kûr bûm, ev bû. Şerekî rast ê li hemberî xwe. Dema ku vê pirsê ji xwe dikim, bi rengekî durust nêzî xwe dibim. Çiqasî bi rastiay xwe zanim. Armanca min çi ye û lawaziyên li pêşiya armanca min asteng in çi ne. Bi kirina tespîtekê hewl didim ku kêmasiyên li pêşiya armanca min asteng in ji holê rakim. Ji ber ku armanca min daniye ber xwe mezin e. Armanca min ew e ku xwe bigihînim pîvanên milîtaniya fedaî. Ji bo vê jî ez ê ji lawaziyên xwe encamên rast werbigirim, di rêya heqîqetê de ji bo xwe bigihînim xeta jiyana fedaî, ji bo xwe bigihînim pîvanên jiyana rast gelekî hewl bidim, ji bo bersivê bidim bendewariyên ku rêxistin ji min hêvî dike kedeke mezin bidim, nebim bar lê belê bibim yê ku bar hildigire, ji bo karibim rexnedayina pratîka xwe ya berê bidim ez ê hîn bi xurtî tevlî bibim.

 

Di vê pêvajoyê de min hîn baştir fêhm kir ku ji bo bigihêje armancê ez ê hîn demdirêj bisekinim. Ji bo xwegihandina armancê sebreke mezin pêwîst e. Ji ber ku avakirina rêya ber bi armancê ve bi sebrê, dilsoziya bi armancê re nîşan dide. Eger jiyan tenê pêlikek be divê mirov vê pêlikê dagire û ji bo vê jî bi sebreke mezin tevbigere. Ji ber ku armanc serê wan pêlikan e. Mirov ji çi bawer bike di asta herî bilind de jî li wê yekê rast tên. Ez jî asta herî bilind her tim ji xwe re weke jiyaneke bi rengê Zîlan û xwegihandina Zinar dinirxînim. Ji ber ku min fêhm kir ku encama sebrê jiyaneke bi rengê Zinar e.

 

Tişta ku herî dawî dixwazim bibêjim, ji tiştên min li jorê qalê kir cuda nabînim. Eger em civakekê temsîl dikin, berpirsyariya her tiştî jî di serî de ez, em hemû ne. Di vê pêvajoyê de ji ber kêmasiyên xwe û bicihneanîna berpirsyariyên xwe rexnedayina xwe didim. Ji bo hîn bi xurtî û bi îrade tevlî bibim ez soz didim ku gelekî hewl bidim, ji bo tola her tiştên ku kiriye ji dijmin hilînim ez ê şerekî mezin bikim.

 

Em di nava cîhaneke welê de ne ku komkujî têne kirin, mirovên bêguneh ji aliyê hêzên hegemon ve têne qetilkirin. Dema niha dema komkujî û barbaran e. Tevgera me ji bo dawî li serweriya vê cîhana tarî bîne dest bi têkoşînê kir. Ji bo em karibin vê têkoşînê bi rengekî rast bimeşînin, divê em bi fedaîtiyê ku ruhê rasteqîn ê PKK'ê ye bersivê bidin vê tarîtiyê.

 

Ji hezaran sal in li vê xakê bi milyonan mirovî jiyana xwe ji dest dan. Gelek raperîn û serhildanan rû dan. Bi milyonan mirovan serî li ber dijmin netewandin û jiyana xwe ji dest dan. Di vê demê ev şer êdî bi şeklê xwe yê dawî ye. Şerê ku tê kirin êdî şerê tunekirinê ye. Di vî şerî de dem ew dem e ku bi rêbaza dijmin nêzî dijmin bibin. Divê em êşa vî şerê li Kurdistanê ku bi gelê Kurd didin kişandin, bi wan jî bidin kişandin. Ji xwe êdî dem ne ew dem e ku mîna mirovan nêzî dijmin bibin. Divê em vî şerî bi kûrahî bi her kesî bidin hîskirin û jiyîn. Dijminê li hemberî me bi her cûre barbariyê êrişî gelê me û hevrêyên me dike. Heta ku hesabê vê bipirse divê milîtanekî bi tenê yê Apoyî jî bi rengekî nejî. Me ji bo gelên bindest hemûyan dest bi vê têkoşînê kirin. Me soz dan ku têkoşîna Rêber Apo bi ser bixînin. Ya herî girîng jî me soz dan şehîdan. Dem ew dem e ku em dagirkeran ji xaka xwe biavêjin. Eger em nikaribin vê bi ser bixînin wê dîrok me ti carî efû neke.

 

Eger em dixwazin soza ku me dane bi cih bînin, weke milîtanan divê em bi ruhê fedaî yê Apoyî bijîn û bersivê bidin. Ji bo vî ruhî bijîm, ji bo bibim şopdarê hevrêyên ku bi vî ruhî jiyan afirandine û hêjayî wan bim, dixwazim pêşniyara çalakiya fedaî bikim. Xwe ji bo vê çalakiyê amade dibînim. Eger milîtanek dixwaze vê çalakiyê bike, divê ti astengiyê nas neke û ti carî dest ji armanca xwe bernede. Min jiyana qirêj a ji rêzê ya sîstemê qebûl nekir û tevlî nava têkoşînê bûm. Piştî ku tevlî bûm min sekneke milîtan a ji rêzê qebûl nekir û hatim nava saziyê. Bi berpirsyariya vê derê, bi girîngiya rol û mîsyona ku dane me divê em bibînin û bi vî rengî tevlî jiyanê bibin, xwedî lê derkevin. Wezîfeya herî girîng a milîtanekî fedaî xwedîderketina li jiyanê û berpirsyariyên xwe yên herî giran in. Ez xwe ji van berpirsyariyan re amade dibînim. Dixwazim tola jiyan û nirxên ku ji gelê me hatiye standin, hilînim. Heta ku vê bi ser bixînim, ez ê xwe weke milîtanekî hêjayî Rêbertî û şehîdan nebînim. Em deyndarê vî gelî, Rêbertî û şehîdan e. Dibe ku ev jî têrê neke ku em deynê xwe bidin. Rêber Apo ji bo me bigihîne van rojan xwe fedayî gel kir. Divê em jî bi rengê herî bêhempa bersiva vê bidin. Ez dixwazim bi çalakiya fedaî vî deynê xwe bidim.

 

Li her qada jiyanê divê em xwe bigihînin kesayetiya serketî. Mirovekî ji xwe bawer bike, her tim xwe digihîne serketinê. Lê belê ji bo pêkanînê divê li ser bingeheke rast bikeve nava hewldanên mezin. Bêyî hewldanê, zehmetiyê û têkoşînê serketin bi dest nakeve. Min ev yek di nava vê partiyê de baş fêhm kir. Divê em têkoşîneke mezin bimeşînin. Bi taybetî li hemberî kesayetiya xwe ya paşverû û fedodal şer bikin. Milîtanekî fedaî ew kes e ku ev yek di kesayetiya xwe de çareser kiriye û xwe gihandiye serketinê. Eger tu fedaîtiyê bijî, ji xwe tawîzan bide, bikeve bin berpirsyariyên herî giran û bi ser bixîne, hingî dikarî fedaîtiyê bijî. Eger tu nikaribe van pêk bîne, hingî nikare xwe bigihîne cewhera fedaîtiyê û wê bijî. Ji bo jiyana vê jî divê ber bi kesayetiya milîtan a ku Rêber Apo dixwaze biafirîne divê em gavên mezin biavêjin. Fêhmkirin û pêkanîna Rêber Apo divê berpirsyariya me ya herî mezin be. Eger em ji bo fêhmkirina Rêbertî nekevin nava têkoşîneke mezin, hingî em ê nikaribim dawî li dûrketina xwe ya ji Rêbertî bînin. Ev rewş ji bo milîtanekî tê wateya windakirinê. Ne tenê windakirina milîtanekî tê wateya windakirina civakekê, îdeolojiyekê. Ji ber vê jî divê 24 saetan jiyana bi Rêbertî, îdeolojiya Rêbertî û armanca wî ji her civakê re bê vegotin. Îdeolojiya Rêbertî tê çi wateyê? Edaleta azadiyê, jiyaneke bi wateya rasteqîn, wekhevî, biratî tê çi wateyê? Weke milîtanên vê tevgerê divê em bibin ew fedaî ku bi îdeolojiya Rêber Apo li dijmin bixin, nirxên ji mirovahiyê hatine standin jinûve ronî bikin û bijîn.

 

Di vê pêvajoyê de berpirsyariyên gelekî mezin ji me tê xwestin. Em niha di nava şerekî gelekî giran û tevlîhev de ne. Dibe ku di vî şerî de em ê berdêlên gelekî giran bidin. Lê belê ev rastiyeke ku bêyî dayina berdêlên giran serketin bi dest nakeve. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Ji bo afirandina jiyana azad bi hezaran can hatin dayin. Tevgera PKK'ê hêviya dawî û rasteqîn a vê têkoşînê ye. Dibe ku em berdêlên gelekî giran bidin, lê belê serketin wê teqez a me be. Ez bi kûrahî ji serketinê bawer dikim û hîs dikim. Azadî wê di demeke gelekî nêz de bê vê xakê. Yên ku vê pêk bînin jî wê em bin. Eger em bi rastî jî ji serketinê bawer dikin, divê em xwe feda bikin. Mîna Xwedawend hevrê Zîlan divê em bibin kabûsa dijmin û azadiyê biqîrin. Mîna Zinar, Doga û gelek hevrêyên din ên leheng divê em bibin hêvî. Ez jî ji bo bibim hêjayî çalakî û têkoşîna pîroz a van hevrêyên hêja, ji bo bibim şopdarên wan pêşniyar dikim ku çalakiya fedaî bikim û di vê pêşniyara xwe de israr dikim. Ji ber ku êdî dem nemaye. Divê ev şer teqez bigihêje encamê. Rastiyeke ku ev şer êdî bi vê rêbazê nikare bê meşandin. Eger em bi vê rêbazê dewam bikim dibe ku em encamên serketî nikaribim bi dest bixin. Dem li me ferz dike ku li her qadê li dijmin bixin. Ji ber vê yekê jî bi vî fikrî dixwazim çalakiyê pêk bînim.

 

Ji eşqa min a heqîqetê Rêber Apo re;

 

Cihgirtina li nava yekbûna jiyanê ya eşqa Rêbertî û PKK'ê ku bi nirxên giranbuha hatiye afirandin û jiyana bi van nirxan gelekî hêja ye ku heqîqeteke bi qasî wê bi wate nîne. Jiyana vê heqîqetê jinûve çêbûna me bi me da hîskirin. Zarokek dema ji dayik dibe pêwîstiyê bi şîrê dayikê dibîne. Ax jî ji bo şîn bibe pêwîstiya xwe bi avê heye. Ji bo dilopên baranê biherike nava jiyanê û xwezaya bi bedewiyan tijî biafirîne, pêwîstiya xwe bi yekbûna eşqê ya bi heybet a ewr heye. Ê me jî pêwîstiya me bi Rêber Apo heye ku rastiya gelê li ber rizandinê, mirovahî û kesayetiyê jinûve bi me da hîskirin, bi wate kir û jiyan ji nû ve da me.

 

Rêberê min, eşqa heqîqetê; ji ber hevrêtiya xwe ya kêm ez rexnedayina xwe didim. Gelekî şerm dikim. Te her tiştên xwe fedaî me kir. Ji bo rojekê jî te dest ji vê berneda. Her tim tu bi rengekî mezin fikirî, bawer kir û jiya. Lê belê em niha li wê temaşe dikin ku tu li odeyekê bi tenê hatiye hiştin. Her kêlî, her deqeya ku tu li wir tê hiştin ji bo min mîna mirinê ye. Niha di hundirê min de mîna dojehê heye. Ev dojeh her roj min dikuje û her gava ku li we difikirim jinûve jiyanê dibînim. Hewl didim ku her tim te û jiyana xwe hevgirtî bikim. Lê diyar e ku di vê de baş serketî nînim ku tu hîn li wir e, dûrî me ye. Eşqa min a heqîqetê, soz didim te ku heta we ji wir dernexînim ez ê bi rehetî nejîm. Her xwarina ku dixwim, her ava ku vedixwim, her nefesa ku dikişînim nava xwe, her rûyekî bedew wê li min heram be. Hemû bedewiyên cîhanê di kesayetiya te de şênber bûye. Hûn nebin, hemû bedewî bêwate ne, mîna jehrê ne. Eşqa min a heqîqetê ji bo we ji wir derxînim ez ê bi rengekî mezin bijîm û şer bikim. Rêya serketina vê jî bersiva bi fedaîtiyê ya li heqîqeta we ye.

 

Bûyîna şopdarê fedaiyên ku bi hêviyê xwe xwedî dikin, ji bo me yek ji wezîfeyên herî mezin û herî pîroz e. Di nava jiyanê de jiyîna wan, bi vî rengî biwatekirina wan wê bibe bersiva destpêkê ku me dane wan. Di heman demê de wê bibe bersiva herî mezin a li dijmin. Di maratona rast de bersivdayina ji bo rojê yanî Rêbertî, bi pêngaveke xurt a ji vê yekê dibe. Wan xwe bi hêviyê xwedî kirin û xwe gihandin rojê. Me jî xwe li wê şewqa di çavê wan de girtin a ku li wê hêviyê dinihêrîn û em ê bi vê yekê bi ser bixînin. Em ê tola wan, yanî tola nirxên ku me ji dest dane mîna fedaiyan hilînin. Ji xwe ji bo bibin şopdarên wan em li vir in. Me ti carî dest jê bernedan, em ê dest jê bernedin. Ya girîng ne têkçûne, ya girîng destneberdan e. Ya girîng ne windakirin e, ya girîng wergirtina tecrûbeyê û xwevenekişandin e. Ya girîng ne çûyîn e, ya girîng mayin û jinûve afirandin e. Ji bo jinûve biafirînim, ji bo bibim şopdarê fedaiyên xwe bi hêviya ji Rêbertî xwedî dikin, ji bo xwe bigihînim Rêbertî, pêşniyara çalakiya fedaî dikim.

 

Kêliyên welê hene ku mirov di mejiyê xwe de dikevin nava kaosê. Di nava her kaosê de têkoşîneke bêhempa ya rizgarkirinê tê meşandin. Ew têkoşîn dibe sedem ku mîna pititekek nû ji dayik bûyî jiyanê bi te dide hîskirin. Ji bo jinûve jidayikbûn û afirandinê divê mirov bi xurtî ji nava şerê kaosa nava xwe derkevin. Divê her tiştî di nava dilê xwe de vehewînim. Her tiştî divê bi rengekî hevgirtî bijîm. Eşq, hezkirin, bedewî, daxwaz, wate, hêvî, tolhildan, kîn, hêrs, bedenên şewitîn, xaka hate tunekirin, rastiya dijmin; divê her tiştên di nava jiyanê de bi rengekî hevgirtî bijîm û bixim nava dilê xwe. Û divê nebaşiyan hemûyan veguherînim bedewiyê. Ji bo pêkanîn û serxistina vê yekê divê xwe di okyanûsa Rêbertî de bişom. Divê xwe bi Rêbertî paqij bikim. Tenê dema ku min ev bi ser xist, hingî dikarim di nava têkoşînê de bibim meşaleyeke hêviyê. Ji bo vê jî pêwîstî bi jiyaneke rast, şerekî rast, tevlîbûneke rast, baweriyeke rast heye. Lewma ez careke din pêşniyara xwe pêşkêş dikim. Neyê qebûlkirin jî ez ê di vê de israr bikim. Ji ber ku êdî rêyeke cuda nema ye. Her roj min dikuje. Heta ku pêşniyara min bê qebûlkirin ez ê bi xwe re têbikoşim.

 

Ji heqîqeta eşq û bedewiyê hevrêyên jin re;

 

Jiyana bi we re, hilmstandina bi we re mîna ku çivîkek bi eşqê hêlîna xwe çêbike, bû. Xwedawendên hezkirin, eşqê, bedewiyê ku ev jiyan bi eşqa çivîkê hûnandin. Ji ber nêzîkatiyên xwe yên paşverû lêborînê ji we dixwazim. Gelek caran min we bi rengekî şaş pênase kir. Min her tim nêzîkatiyên xwe yên paşverû li we ferz kir. Ez ê êşa vê timî bikişînim. Rêbertî her tim we weke xwedawend pîroz kir. Lê ez her tim bi mejiyê xwe yê paşverû nêzî we bûm. Heta ku min rastiya eşqê ya Rêber Apo fêhm kir, bi eqşa rasteqîn bi we ve hatim girêdan. Ji bo bi we re eşqa rastî, eşqa welat bijîm dixwazim bi vê çalakiyê dixwazim di dilê we de bijîm. Vê yekê weke lêborînekê qebûl bikin. Eger min we careke din nas kiribûya, bawer bikin min ê têkoşîna ji bo nirxandina we ya bi rengekî rast hîn bi xurtî bimeşanda. Bi hêviya avakirina jiyaneke azad û jiyîna wê, silav û hezkirinên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim.

Ji nûner û eşqa wateyê hevrê Zîlan re;

Di şewqa hêviyê de ya ku bi te re geş bû, yekane armanca min jiyana bi te re, xwegihandina bi te re ye. Fêhmkirina te , fêhmkirina wateya ku te tevlî jiyanê kiriye, jiyana eşqê ya di asta herî bilind de ye. Di nava baweriya dilsoziyê û hêviyê te de dixwazim bi eşqê bibim dilsozê te. Dixwazim te bijîm, hîs bikim. Ji bo di dema herî kurt de bigihêjim te, bigihêjim eşqa xwe û pê re bibim yek, ez ê her tiştî bikim. Soz didim te.

 

Eger mirov di aqlê xwe de demê bi demsalan parve bike, hingî em bihêlin bila her demsal demsalên din vehewîne û bi hesretê di ber re derbas bibe. Wate, bedewî û zehmetiya her demsalê cuda ye. Germahiya havînê, zindîbûna demsala biharê, serhildêriya zivistanê û geşbûna payîzê. Jiyana demsalan a bi eşqê nîşaneya heqîqetê ye. Ji bo jiyana bi eşqa demsalan, jiyana bi wateyê, meşaleya hêviyê yekane sekna rasteqîn xwefedakirin e. Her zindiyên ku wateyê didin jiyanê, ji bo bedewiyê xwe feda dikin. Ez jî ji bo watekirin û parastina hemû bedewiyên jiyanê dixwazim xwe feda bikim.

 

Tevî her tiştî jî ken û jiyana bi hêviyê.

 

Bê Serok jiyan heram e!

SILAV Û HURMETÊN ŞOREŞGERÎ

ERDAL ŞAHÎN"

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram