NAMEYÊN ENDAMÊ TABÛRA NEMIRAN ROJHAT ZÎLAN

NAMEYÊN ENDAMÊ TABÛRA NEMIRAN ROJHAT ZÎLAN

Rapora çalakiya fedaî û nameyên endamê Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Rojhat Zîlan:

Navê min Ozkan Şahîn, di sala 1994'an de li Erdîş a Wanê ji dayik bûm. Cihê ku lê ji dayik bûm û mezin bûm; gundê Kardogan e ku bi navê Geliyê Zîlan tê naskirin û bi ser Erdîşê ve ye. Malbata min li gel welatparêziya xwe her wiha xwedî taybetmendiyên feodal ên ji pîvanên olî ye. Malbat hest û fikrên bi navê Kurdîtiyê, kevneşopiya xwe bi kûrahî dijî û diparêze. Ji malbata min ji bilî min birayê min sala 1999'an di dema komploya li hemberî Rêber Apo de tevlî bû û sala 2011'an şehîd bû. Hem ji ber welatparêziya malbatê hem jî ji ber dîtina hevalan min bi hêsanî partî nas kir. Lê belê bi feraseta neteweperestiyeke teng min Rêbertî û Partî nas dikir ku ji min hebû tenê ji bo Kurdîtiyê têdikoşe. Ev yek jî gav bi gav ber bi daxwazeke tevlîbûna li nava refên gerîla dibir.

Piştî ku min dibistana seretayî li gund xwend, min dibistana navîn li dibistana herêmê ya mayinê xwend. Li vê dibistanê min firsend dît ku rastiya dijmin ji nêz ve nas bikim. Min dît bê dijmin, faşîzm dixwaze çi bike. Lê belê min nikarîbû pênase bikim. Min didît bê zarokên Kurd çawa di temenê biçûk de dikin noker, hevkar û sîxur, ev yek di kesayetiya min de bû sedem ku jê birevim, nikarîbûm biçim. Mîna deqek li ser paçekî spî xwe nîşan dida ku em ji heman xwînê nînin. Min digot, divê ez ne li vir bim. Lê belê daxwaza malbatê ya xwendina li dibistanên dewleta Tirk û bûyîna zilamekî mezin, ti carî ez îqna nekir. Mîna her malbateke Kurd dixwest li ser min jî razemeniyeke mezin bike û digot, divê vê yekê garantî bike. Ji ber vê yekê jî ez ketim nava nakokiyên mezin. Lê belê min digot, nakokî tenê têrê nake, ji bo çareserkirinê divê bikevim ser rê û bimeşim.

Di sala 2006'an de dema li dibistanê bûm Hevalê Dengtav li navenda Wanê çalakiya fedaî kir û vê yekê gelekî deng veda. Mîna işaretek bû ji bo min. Yekemcar min gotina fedaî nas kiribû. Wate û têgihiştin tune bû, lê belê bi nezantî jî be ketibûm bin bandora wê. Di navbera salên 2007-2008'an de min ji hevalan re got ku ez ê tevlî bibim. Hdevalan jî diyar kirin ku şert û merc guncav nîne, ji min xwestin ku bisekinim. Herî dawî sala 2008'an komek ji hevalên ku hatin me bibe û tevlî bbin, şehîd bûn. Dijmin çekên kîmyewî bi kar anî bû. Cenazeyên wan bi erdê re kaş kirin û anîn. Vê jî têrê nekir, bi cenazeyan lîstin. Dîmenê şênber ê dewleta Tirk a faş^sıt bû, piştî rojekê em çûn cihê heval lê diman, me bombeyeke Rûsî, gomlekekî gabardîn, çaydan, çend qedeh, destmaleke bi xwîn dît. Ev yek ji bo min rewşeke jinûve sozdayin û tolhildanê bû. Di nava civaka me de yek careke din bûbû hezkiriyê celadê xwe. Ev yek xiyanet bû, nokerî û xwefirotin bû. Yên ketî şênber bû, lê belê ji bo min derdek bû ku partiay me ew li navenda gund girê nedan, tevî vê yekê jî min zanîbû ku PKK tevgereke tolhildanê ye û wê hesab bipirse. Geliyê Zîlanê dewama Agirî bû. Ew cih e ku dijmin komkujî, qirkirin, talan, şewitandin û hilweşîn lê kiriye, mirov lê kom dikir û piştre bi mîtralyoz qetil kir. Bi saxî zikê jinan diqelaştin û lê dinihêrîn bê 'Pitikê tê de keç e yan kur e?' Bi gotina 'Ji bo sibe nebe bela li serê me' dikuştin. Li aliyekî dîrokeke me ya bi vî rengî ya bi xwîn hebû, li aliyê din jî hin kes hebûn ku bi nokerî, xayintî û sîxuriyê dibû palpişt ji dijmin re. Tiştek nebe jî ev dîrok divê hesta têkoşîn û tolhildanê bide me.

 

Di navbera salên 2008-2013'an de li metropolên Tirkiyeyê mam. Dema ku lê bûm ji aliyekî ve dixebitîm li aliyê din jî diviyabû êdî ne li Kurdistanê lê li metropolên Tirkiyeyê tevlî bibim. Lê belê lêgerîna min a ji bo dîtina hevalan, xwegihandina hevalan hebû jî min nekarî encamê bi dest bixim. Ji ber ku nikarîbûm ji civaka gund qut bibim, nikarîbûm bikevim nava jiyana li bajêr. Li nava bajêr, mirovên ji civaka gund mîna ku masiyê ji nava avê derketiye, bi tenê hatiye hiştin lê tê, ku li hemû qadên jiyanê enerjiyê winda dike. Ji ber lawaziya manewiyatê, her wiha nêrîna madî ya li mirovan dibû sedema vê windabûnê. Yanî ji aliyê cewherî ve ya hate windakirin dîrok û nirx bû.

Di mijara tevlîbûna li nava partiyê de ya ku herî zêde bala min kişand, rêbaza jiyanê ya hevalan bû ku temsîla Apoyî dikirin. Bêguman nuqteya hevpar a ku ew digihan hev ne tenê rêbaza jiyanê bû. Di heman demê de hevrêtî û yekîtiya gel, partî û Rêbertî bû. Biryardariya serhildana li dijî her cûre zordariyê bû, israra dilnizmî, pakbûn, durustî û têkoşînê bû. Di zivistana 2013-2014'an de tevlî bûm û li Garê beşdarî perwerdeya şervanên nû bûm. Di vê perwerdeyê de tevî ku min fêhm kir ku çiqasî dereng mam e jî di nava wê têkoşînê de bûm ku bibim mirovekî nû. Rêbertî, partî, jiyan, azadî bala min dikişandin. Her wiha di gelek mijaran de rê vekirin. Li aliyekî pîvanên qanûnê azadiyê hebû, li aliyê din jî şerbeta sîstemê. Ji bo vê jî pêwîstî bi şerekî mezin hebû. Têgihiştin hebû. Lê belê tevlîbûna min ji tevlîbûneke têgihiştî bêhtir, tevlîbûneke hestewarî bû. Min avantaj, dezavantaj, xetereya wê fêhm dikir. Nêzî du salan li nava heza giştî mam û min kar kir. Piştre jî min xwest bibim parçeyek ji agirê ku bi çirûska bexwedana xwerêveberiyê pê ket. Berxwedanên SÛR, CIZÎR, NISÊBÎN'ê di asta bilind de bûn û vê berxwedanê pêşengî ji pêvajoyê re dikir.

Ev pêvajo ji her alî ve pêvajoya xwebûnê bû. Her wiha çalakiyên fedaî jî bênavber derbên mezin li dijmin dixist. Lewma min qebûl nedikir ku ji dûr ve lê binihêrim, wijdana min qebûl nedikir. Lê belê min kêmasiya xwe ya leşkerî û îdeolojîk jî didît û min zanîbû ku divê xwe hîn bêhtir şareza bikim. Êdî dem hatibû ku ji pozîsyona tevlîbûneke ji rêzê derkevim û tevlîbûnek li gorî ruhê pêvajoyê pêk bînim. Û li ser vê bingehê min ji bo Hêzên Taybet pêşniyar kir. Piştî ku pêşniyara min hate qebûlkirin, min soz da ku ez ê vê şensa ku partiya me da min bi rengê herî baş û rast li cihê rast bi kar bînim. Dema ku tevlî nava karên saziyê bûm, min xwest ku bi sedema avabûna saziyê, rola wê, mîsyon û berpirsyariya wê tevlî pratîkê bibim. Dihate zanîn ku serketina şer tenê bi xwestinê nabe, rêya vê yekê jî bi êş e, divê ev yek bê dîtin û fêhmkirin. Di vê demê de her ku min heval û sazî nas kir, min ji kûrahî ve fêhm kir ku barekî giran li ser milê min e.

Rêveçûna pêvajoyê bal dikişand ser asteke dîrokî û nû, lewma nêzîkatiyên kêmmayî yên li hemberî pêvajoyê nedihate qebûlkirin. Bersivnedana li bendewarî û daxwazê tê wateya qebûlkirina ji rêzêbûyînê, hînbûna ji rêzêbûyînê. Tecrîda li ser Rêbertî, êrîşên qirkirinê û polîtîkayên bêmirovhiştinê her roj giran dibû, bi rengekî bêperwa dihatin ferzkirin. Li hemberî van êrîşên hovane jî divê em bi pêngavên dîrokî bersivê bidin. Ya ku ji me dihate xwestin, tevlîbûneke bi dilnizmî bû. Dem ew dem e ku ji her demê bêhtir xwe nû bike, xwedî kesayetbûyîn û afirandinê ye, dema lêdaneke mezin a li dijmin e.

 

Hevrêyên hêja!

 

Di wê baweriyê de me ku serketina çalakiyên mezin bi sebreke mezin dibe. Lê belê sebra ku dibe sedema bêçalakîtiyê jî neserketin bi xwe ye. Weke sazî piştî demeke dirêj tevlîbûna çalak a li pêvajoyê cihê kelecaneke mezin e, daîmîkirina vê eykê jî tê wateya serkêşiya ji pêvajoyê re. Hin tişt hene ku şer li mirovan ferz dike. Mîna mirin, kuştin, xwendîderketin û ji bo nemirinê kuştin. Yekane rêya ku ji me re hatiye hiştin jî şerê ji bo jiyanê ye. Ji bo mirov karibe şerekî mezin bike divê mirov zanibe bi rengekî rast bijî. Şerê bi wate yê di oxira nirxên bilind û armancên bedew ên artêşeke fedaî her tim tê wateya jiyanê. Fedaî di oxira nirxên ku jê bawer dikin çalakiyê dikin. Fedaîtî herikîna serketina li hemberî xwe ye. Her ku tu li hemberî xwe bi ser dikeve ya ku tu diafirîne û tu yê biafirîne wê ji bo yên din be. Ma fedaîtî bûyîna ji bo hinekî din nîne? Divê têkiliya navbera armanc û wateyê baş bê dîtin. Mîna ku hevrêyên me gotin, 'Bi parastina can, mirov nikare aşiq bibe', esasê eşqê helandin e, helandin. Serketin wateyeke mezin e, yekane mifteya wê yekê ye ku mirov timî dixwazin xwe bigihînin. Em hemû bi tecrûbeyên xwe hîmê destpêkên nû datînin, li ser wê bingehê jî bi xwezaya xwe, bi rastiya xwe dihesin. Her ku dibe yê xwe, em ê bibin parçeyekî heqîqetê, dawiya dawî em ê bibin heqîqet bi xwe. Tevlîbûna rast a li nava PKK'ê navê bidestxistina nasnameyeke nû ye. Girêdana bi xurtî ya li jiyanê, liv û tevgera bi navê jiyana azad a ji her alî ve, şertê mirovbûyînê ye. Nêrîna li fikrekî cuda, lêgerîneke cuda tê wateya beza li pey koletiyê.

Asta ku şerê me yê azadiyê îro gihîştiye, nîşaneya jiyana azad e ku her kes li dorê civiyane. Xeyala vî şerî coş, kelecan, hêz, hişmendî û ruhê ji yekê bûyîna hezaran, ji hezaran bûyîna milyonan a girseyê ye. Xwegihandina li rastiya gelekî şerker nîşaneya dengê lingê şoreşa me ye. Tişta di vir de girîng ew e, ku ne tenê mîrateya dîrokê ji me re hiştiye, xwegihandina wê ferasetê ye ku divê em ji xwe tiştekî tevlî bikin. Kesên ji berpirsyariyên xwe yên dîrokî direvin ew kesayet in ku berpirsyariyên xwe yên li pêşberî jiyanê, kevneşopiyê ji nedîtî ve tên. Hevrê Mazlûm Dogan bi şênberî nîşanî me da ku li Kurdistanê jiyan bi berxwedanê dibe. Berdêlên mezin ên di oxira jiyana azad de têne dayin, her tim ruhê bilindkirina têkoşînê jinûve pêşkêş kiriye. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi navê dîrok û mirovahiyê tê meşandin di berdêlên mezin de veşartî ye û ev berdêl jî şerê me yê gel bi xwe ye. Bi vê rastiyê divê em tevbigerin û tevlî bibin. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi tevgera PKK'ê destpê kir bi navê mirovên azad têkiliyên jiyan, azadî, nasname, kesayetî, têkoşîn û şer bi gelek aliyan da ber lêpirsînê. Di nava rastiya Kurdistanê de PKK mîna rêberekî ye ku nîşanî Kurdan dide divê bi çi rengî bijî. Her kes li pêşberî rastiya PKK'ê, mîna li pêşberî eynikê dikare xwe bi hêsanî bibîne bê kî ye û dixwaze çi bike. Rastiya Rêbertî ya di vê eynikê de rastiya fedakirina bi hezaran hevrêyên fedaî ya ji bo dîrokê ye.

 

Di fedaîtiyê de zayendîperestî nîne. Rastiya pîroz û jiyayî heye. Ev rastiya ku xwe weke cewhera PKK'ê pênase dike, bûyereke gelekî mezin e. Ev bûyer nîşaneya şênber a wê yekê ye bê eşq xwe çawa di nava fedaîtiyê de dihelîne. Hakî, Mazlûm, Kemal, Hayrî, Çaran, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Ronahî, Bêrîvan û hîn bi hezaran ên mîna wan ku min nekarî navê wan bînim ziman, di nava vê rastiyê de jiyan. Mîna pêlên mezin ên okyanûsê bi coş bêrawestan bi kîlometreyan enerjî dewrî hev kirin û tenê xwe gihandin peravê yanî xwe gihandin cihê ku dixwazin.

Eşq û hezkirin; zimanê hezkirin û bûyînê ye. Ya ku cudahiyê, fedakariyê diafirîne, ya ku her zor û zehmetiyê ji holê radike, hêza afirîner a wateya mezin e. Em bi vê hêzê li ser piyan e, jiyana me bi wate dibe û dibin em bi xwe. Eger di jiyana me de rastî serwer nebe wê şaşitî serwer be. Bi qasî koletiya ji şaşitiyan re tiştekî ketî û têkçûyî nîne; ji ber vê yekê hurmeta li jiyanê û jiyana bi rengê hêjayî wê, şertê mirovbûyînê ye. Bûyîna xwedî jiyana bi wate ya li çiyayên azadiyê ku eşqa Zîlan lê geş bûye, nîşaneya şênber a hezkirinê ye. Ez jî dixwazim xwe weke çirûskeke vî agirî pênase bikim. Dema ku vê dikim zanim ku wezîfeyeke min heye. Di rêya fêhmkirin û fedakirinê de ez ê xwe bihelînim, hezkirina xwe ya li jiyana azad veguherînim hesteke mezin a tolhildanê, bi dilsoziya xwe ya li jiyanê û mirovan li ber koletiya hezaran salan rabim. Ji vê yekê gelekî moral û kelecanê werdigirim û ji xwe bawer dikim ku ez ê bi ser bikevim.

JI BO RÊBER APO KU JI DAYIKBÛNA ROJÊ YE

Rêberê min!

Berî her tiştî, ez xîtabî we dikim. Bi vê zanebûna ku ez nikarim bi çend peyvan rastiya we û wateya we hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo mirovahiya pêşverû bi tevahî vebêjim, dizanim ku wê ji dilopeke okyanûsê zêdetir nebe. Dîsa jî ez bawer dikim ku vegotina wê, wezîfeya min a dîrokî ye û wê wate qezenc bike. Weke şervanekî we yê ku îdîaya xwe ya milîtaniyê dike, ji vegotina hest û ramanên xwe yên li hemberî we hêz û moraleke mezin distînim û li aliyekî jî ji bo vegotina we ez lewaz im.

 

Rêya ku we li ser navê mirovahiyê serî lê daye, ji dilopekî avê derbasî çeman bû û gihişt hemû gelên cîhanê. Ji xwe tê zanîn ku vê yekê wateyeke dîrokî qezenc kiriye. Coş û kelecana vî çemê bêsînor, hemû geliyên kûr derbas kir û çola ku di zuhabûnê de derizî, dara ku bi zorê li hember hêza bayê rawesta û kulîlkên rengîn ên ku ji toz û dûmanê nayên dîtin ji nû ve zindî kir. Çola zuha ku çem zuha kır, veguherand şînkahiyê. Ti kesî bawer nekir ku ev çem wê ewqas bi coş bibe. Ne çola tî û ne jî geliyên kûr ên asê nekarîn gihiştina çem a okyanûsê asteng bikin. Ji bo vê yekê hêzeke mezin û îradeyeke xurt pêwîst bû. Ya ku ev afirandî jî ew kûrahiya veşartî ya okyanûsê bû. Her ku em kûr diçûn, careke din hate îspatkirin ku hemû gerdûn tê de ye, hebûn li cem me em di hebûnê de tune bûn, weke neyî jî ev sirê hebûnê bû.

 

Hûn li welatê rojê ji dayik bûne, hûn bûne vejîna dîrok, nasname û çanda gelên windabûyî û yên bi tunebûnê re di nava pencên qirkirina çandî de asê mane. We rastiya gelê ku xwe înkar dike û xwe paşguh dike û di pozîsyona guhdana axayên xwe de ye, we gav bi gav veguherand rastiya gelekî ku şer dike. Îdeolojiya ku we afirandiye bêsînor e ku bi parçebûna di nav damarên tenik de, mîna ku dara fêkî di kûrahiya axê de biherike. Ya herî şênber jî îro di nava civakê de, li cem jinan, ciwanan, li her cihê ku jiyan lê heye fêkiyên gihayî dide. We ev rastiya Rêbertiya gerdûnî ne tenê ji gelê Kurd re, ji tevahî mirovahiyê, gelên bindest û her kesî re daye. We zanebûna cewherî, îrade, bawerî û îradeya têkoşînê da û hûn bûn pêşengê şerê azadiyê. Hûn bûne hevbendiya hest û ramanên perçebûyî, mejî û dilên ku di bin şert û mercên Kurdistanê de di warê netewî û civakî de rastî her cure tundî û dagirkeriyê hatine. Hûn ji bo hebûneke nexweş, girtî, bêhiş û di rewşa komayê de, bûn hêviya jiyanê. We em afirandin. Ji bo ku em bi mirovî bijîn, we êş girt ser milên xwe û ji bo ku em bibin civak jî hûn tenê man. Berhemê we PKK û têkoşîna me ya azadiyê ya ku di bin pêşengiya wê de pêşket, dikare ji bo hemû mirovahiyê şerekî mezin bigihîne serkeftinê. Meşa me ya azadiyê ji her demê zêdetir bi serkeftinê tacîdar dibe. Li gorî mîsyona pêvajoyê, em dixwazin biqîrin ku bi tarzeke çalakiyê ya bi vî rengî, em tiştên ku tên ferzkirin qebûl nakin. Di vê wateyê de ez dixwazim bi çalakiya xwe ya ku wê bibe dîrok, ji bo rexnedayîna xwe ya hevrêtiya bi we re ya kêm, bibim bersiv.

 

BIJÎ BIJÎ RÊBER APO

BÊ SEROK JIYAN NABE

BI CAN BI XWÎN EM BI TE RE NE EY SEROK

 

 

JI HEMÛ HEVRÊYÊN JIN RE YÊN LI SER RÊYA ZÎLANBÛNÊ DIMEŞIN

 

Hevrêyên hêja, pêşengiya we ya şoreşa Kurdistanê di nava şoreşên cîhanê de, tê wateya vegera li dayîkê, israra li ser cewher û çanda xwedawendiyê. Ji ber hûn ji aliyê Rêber Apo ve veguherîn  Zîn û Edûlê ya rastîn, hûn bûn hêz û cewhera bingehîn a civaka paşerojê û jiyana azad. Her ku hûn digihîjin vê cewherê, hûn dibin sirek ku bedewiya rastîn a evîn, rastî, jiyan û şer di nava xwe de dihewîne. Jiyana rast bi hezkirin û hestên jinan derket holê. Hestiya ku bi herikîna enerjiyê di jinê de çêdibe tevgerê çêdike. Tevger jî balê dikişîne ser pêkhateyên nû. Ew azadiyê nîşan dide. Lê dîsa jî xetereya li ser azadiya we ji holê ranebûye. Ev tehdîd di şexsê we de hemû civak e. Em nikarin azadiyê di nav sînorên mutleq de bigirin dest. Dê ne realîst be ku mirov wê tenê bi tiştê ku xuya ye îfade bike. Ji ber ku cewhera azadiyê ne tiştekî ku bi destan were girtine, tiştek ku dikare were jiyîn e. Azadî bi qasî ku rêgezek e, di eslê xwe de bûyerek xetê ye. Rê û xeta me diyar e. Ew şopa şehîdên me yên azadiyê ne. Bêrîtan, Zîlan, Ronahî, Bêrîvan û gelekên din ev rêgez bi rengê jina azad anîne cem hev û kirine mîsogeriya jiyana azad.

 

Dema ku min zîhniyeta xwe ya serdest weke hevrêyê we yê mêr analîz kir, min kêmasiya dûrbûna xwe ji we fêm kir. Dema ku min we nas kir û bi we re parvkirinên min çêbû, min vedîtina jiyana rast bi bedewiya we hîs kir. Her çend ez pê hesiyam ku pêwîst e ji têgihîştin û perspektîfên ku dîroka serdest di genên min de bi cih kiriye paqij bibim jî, lê mixabin min ev yek tam bi dest nexistiye. Lê ez dikarim vê bi hêsanî bibêjim; Ez dikarim bibêjim ku ez di çarçoveya paradîgmaya jiyana azad de di nava têkoşîneke berdewam de me. Ez vê yekê ne tenê ji ber ku ez şervan im dikim, pêwîstiya mirovê azad e ku ez di oxirê wê de şer dikim e.

 

Ez we hemûyan bi hezkirin û rêz silav dikim û di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim. Ev çalakiya ku ez ê bikim wê ji bo we bibe rexnedayîna hevrêtiya rast be.

 

JI GELÊ KURDISTANÊ RE YÊ BI HIŞMENDIYA AZADIYÊ TÊDIKOŞE

 

Di nava şert û mercên herî giran ên demekê de ku di destpêka dîrokê de pêşengî ji mirovahiyê re kir û li xaka Mezopotamyayê veguherî pêvajoyên qlan û qebîleyan, we bi dilsoziya xwe ya li vê jiyanê destaneke bi rûmet afirand û pêşengî jê re kir. Di têkoşînê de ku bi pêşengtiya jinan li ser navê mirovahiyê tê kirin, bi rolê xwe bûye wek pirekê, ewladê bêbext ku di hembêza dêya xwe de mezin bûye, hatiye rewşeke wisa ku nirxên hatine afirandin, dergûşa jînê ya mirovahiyê û gelan bi xwînê bişo. Ewladê bêbext ku wiha rabûye pêdarê, xwînê dixwe, warê lê çêbûye ji bîr dike. Kurd û Kurdistanîbûna we her cihê şanaziyê bûye. Dijmin her çiqas hûn kiribin kemînê û hûn rû bi rûyê qirkerî û talanê bin jî we bi vîn, sekin û berxwedêriya xwe dijmin bi hezaran caran têk biriye. Wê îsbat kir ku hûn çiqas azadîxwaz û bi we bi bedelên ku dan we peyitand ku hûn ê xwe azad bikin. Ji wê boneyê hûn li ser pêyan bûn. Car heye ku we gelek bedel da, car heye wê canê xwe kir mertal. Yên ruhê têkoşînê di asta herî bilind de daye berendamên mîlîtantî û kadrotiya tevgera azadiyê hûn in. PKK her çiqas ked û mîrateya Rêbertiyê be jî, PKK’yîbûna we tê wê wateyê ku hûn li dijî vê jiyana kirêt a ne tu jiyan e, hûn bi helwest in.

 

Hûn dizanin, ji berê ve em hem gelekê fedaî ne hem jî Bekoyên me hene ku evîndarên celadê xwe ne, xwe înkar dikin, dibin hevkar û xiyanetkar, têkoşîna me ya azadiyê ji paş re dibin. Berê em ji xwe û çanda xwe direviyan, me jê şerm dikir, bêyî nasname û vîn, tirsonek û bêçare bûn û her ku diçû diguherîn. Lê bi derketina holê ya Tevgera PKK’ê re, bi rastîniya Rêbertiyê em ji wê rewşê derketin û me hay ji xwe çêbû. Kurdbûn sûcê potansiyel bû. Bes bû ku ji ber navê bê qirkirin. Rastîniya Rêbertiyê ev hemû berovajî kirin û tevgera heyfhildanê bi pêş ve bir. Di dîroka Kurdistanê de gelek rêberan bi tenê bi malbat û eşîra xwe bi sînor mane û nekariye berê serhildanan bidin birêxistinbûneke rast û hatine tepisandin; sedem, nebûna bîreweriya neteweyî û avêtina gavên dûrê azadî û birêxistinbûnê ye. Lewma rastîniya Rêbertiyê û tevgera PKK wek Serhildana 29’emîn derketiye holê, hemû serhildanên têkçûyî ji xwe re kirine ders û bû çalakiya afirandina mirovên azad û israr û inyadê. Îro em her ku diçe xwe digihînin rastîniya gel ku şer dike, bi coşa şoreşê dicoşin. Bingeha vê mîrateya gelek bedelan e ku hatiye dayîn, têkoşîna bi çil û pênc salan e ku li ber serkeftinê ye. Divê em ruh û azweriya têkoşînê ji her car bêhtir geş bikin û Rêbertiyê azad bikin û vê şoreşê pêk bînin. Ev şerê me dibe zemînê jiyana ji nû ve ya van rojan. Vê têkoşîna dîrokî bi derfet û fersendên dane me, emir dide me ku em şoreşekê di nav şoreşê pêk bînin. Revîna ji rastîniyeke wiha wê li dijî gelê em jê ne, mirovahî û dîrokê xiyanet be. Roj ew roj e ku mirov sînga xwe bide ber qêrîn û êşên em dikişînin û serkeftinê bikin mayînde. Dayikên me bi gotina ‘’em namirin û em bernadin’’ baweriya me bi serkeftinê qat bi qat zêde dikin, dibin coş û kelecan û moral û hêz di vê rêya azadiyê de. Her gotinên wan ên bi tilîlî yên li ser navê berxwedanê wê bibin garantiya pêşerojeke azad.

 

JI BO MALBATA MIN!

 

Min ku terciha jiyaneke nû ya ji we cuda kir, dibe ku ya di vê mijarê de herî pir zor lê hat hûn bin, ez fam dikim. Ne hêsan e helbet, veqetîna ji yekê ji xwîna xwe. Lê bila ji bîr nebe ku ez di heman demê de ji bo bibim liyaqê keda we li vir im. Dibe ku heqê min ê careke êşê bi we bidim kişandin nîn be. Lê li Kurdistanê kesê êşa ewlad nedîtibe nîn e. Li dijî berpêbûnên dijmin hûn her li ser pêyan bûn. Hûn li Kurdbûn û nirxên Kurdîtiyê bûn xwedî, we parast. Dijmin bi hemû bêperwatiya xwe, êrîş li Rêbertiya me, gelê me û tevgera me dike. Ez dizanim û hest pê dikim ku hûnê bixwazin ku ez xwe li nedîtina vê daneynim lê li ber rabibim. Ez ji dil bawer im ku ev erkeke hem neteweyî hem jî mirovî ye.

 

Malbata min a hêja; divê hûn bizanin ku bi exlaq û çanda min ji we girtiye ez hatime kîjan astê. Di her hevrêyekê/î de hûn dikarin me bibînin. Lewra ew ê bibin pênaseya me ya zindî, em ne bi tenê kurên we ne. Bi hezaran keç û kur li serê çiyayên azad di govenda azadiyê de ne. Em ku bi wan tên ziman, ew li hilhatina rojê ne.

 

Ez pê bawerim ku hûn bi taybetî jî dayika min wê bi xurtî şehadeta min pêşwazî bikin, li ser piyan bimînin. Ez zanim wê dengê xwe neke, lê di dilê wê de bi bêdengî wê volqan biteqin û vê yekê hîs dikim. Ev volqan jî nîşaneya hêza wê ya wateyê ye. Ez bawer dikim ku sekna di dema şehadeta kekê min de we nîşan da, hûn ê careke din nîşan bidin. Vê çalakiyê bi îrade û pêşniyara xwe dikim. Zanim ku di vê mijarê de min zor da partiyê. Nehêlin ku êrîşên dijmin an jî yên li derdorê çalakiya min berevajî bikin, çi dibe bila bibe ji we dixwazim ku bi vê nexapin, têkiliyeke xurt bi partiyê re daynin û xwedî li çalakiya min derkevin.

 

Bi hezkirin û hurmetê we hembêz dikim, di rastiya Rêbertî û şehîdan de soz didim ku ez ê hêjayî hevrêyên xwe bim.

 

BIJÎ RÊBER APO

BIJÎ TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ PKK

BIMIRE HER CÛRE PAŞVERÛTÎ

BIMIRE RASTIYA FAŞÎST A DEWLETA TIRK

Silav û hurmetên şoreşgerî

ROJHAT ZÎLAN

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram