Pirsgirêkên Dîrokî û Civakî

Pirsgirêkên Dîrokî û Civakî

Rêberê me bi Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk re nêzîkatî û nêrînên teng ên ji pirsgirêkên dîrokî û civakî re derbas kir, bi şîroveyên xwe yên nû re, bi awayek kûr, felsefeya yekpareyî û dîyalektîk jinûve pênase dike.

Ji ber pirsgirêkên civakî hatine asteke wisa ku; civak ji civakbûnê hatiye derxistin û civak anîne asta qedandinê. Dînamîkên bingehîn ên civakê hatine perçiqandin, qadên exlaq û polîtîka ku tevnên civakê ne anîne rewşa ku nikaribe kar bike û civak ji her cureya mêtingeriya hêzên hegemonîk û yekdest re vekirî hatiye hiştin. Ji ber vê jî divê bi awayekî yekpareyî jinûve pirsgirêkên civakê werin destgirtin û rêbazekî çareseriyê were pêşxistin.

Pirsgirêkên Civakî Çawa Derketin Holê?

Pirsgirêkên civakî ew pirsgirêkên ku bi destê mirov hatine afirandin. Pirsgirêkên civakî bi xirabûna têkîliyên di navbera kesayet-civak, xweza-civak, jin û zilam de derketine holê. Piştî civak ji pêşketina xwe ya xwezayî hate qûtkirin û ev pêşketin ji aliyê pergala zilamê desthilatdar ve ji rê hate derxistin şûndetir, herku çu pirsgirêkên civakî zêde bûn û di nava pêşketineke herdayîm de heya roja me ya îro hat.

Destkeftiyên madî û menewî yên di civakê de hatin qezenckirin, piştî ji hêla rahîbên Sûmeran ve hatin xespkirin, berhema bermayî girtin destê xwe û pergala xwe damezirandin; bîrdoziya vê derxistn holê, şûndetir yekemîn car xirabûna civakî di dîrokê de derkete holê û ev pirsgirêk kûrbûyî heya roja me ya îro hatine. Li serê hêzên ku weke sazî û pêkhateyan nirxên bermayî xest dikin û civakê di bingeh de digewirînin (oyma) de yekdestên (tekel) sermaye û îqtîdarê tên. Eger çi bi destê dewletê be, çi jî taybet be nirxên bermayî bi rêkên çandinê, sanayî û tîcarî hatibine gel hev, tê wê wateyê ku yekdest çêbûne. Tekelên ku di qada aborî, leşkerî, polîtîk, tîcarî û bîrdozî de çêbûne tevahî nirxên bermayî û berhemên bermayî yên ji keda civakê mêtine û bi qasî hêza xwe di navbera xwe de parvekirine. Van di nava dîrokê de dabeşî saziyên curbecur bûne. Lê weke cewherîn heya roja me ya îro domane.

Şaristaniya Navendî Hem Encam Hem jî Sedema Pêşketina Zîncîrî ya Yekdestiyê ye

Dema yekdest xwe bi berfirehkirin û mezinkirinê re gihandiye roja îro, civak jî ji kevneşopiyên xwe yên dîrokî hatine qûtkirin û mêtingerkirin. Sedema ku pirsgirêkên civakî derdixe holê bajêr, çîn û dewlet e, ku cewherê yekdestan çêdikin. Herku derfetên nirxên bermayî zêde bûn, yekdestî zêde bû, teşeyên bajêr, çîn û dewlet li pey hev hatine damezirandin. Ji bo ku van pêkhateyên xwe rewa bikin kevneşopiyên hişk/tund çêkirin û ti çîrok-meselên derew neman ku pêşnexînin. Di pêşketinên dîrokî de pêkhateyên weke saray, gor, perestgeh û stadyum ên bi keda mirov hatine çêkirin, bûn şanîkerên hêzên yekdest. Piştî pirsgirêkên civakî hatin damezirandin, gelek bîrdoziyên dij-pergalê xwestin pirsgirêkan çareser bikin. Lê ji ber pirsgirêk rast pênase û tehlîl nekirin, nekarîn çareseriya rast jî danên holê. Wek mînak; ji bo pirsgirêkan çareser bikin teolojî nêzîkatiyên olî pêşkêş kir, Marksîstî jî tenê ji aliyê aborî ve tehlîla çînî kirin û hewl dan bi venêrîneke teng ve pirsgirêkan çareser bikin. Lê ji ber nekarîn pirsgirêkan di çavkaniya wan de çareser bikin, bi demê re nekarîn xwe ji ketina bin xîzmeta pergalê rizgar bikin.

Dema şaristaniya dewletî pirsgirêkan bidest digre, xwe bi anîna asta destnedayînê ve qismeke elît esas digre, qismên din ên civakê jî tine dihesibîne. Nêzîkatiya zanyariya pozîtîvîst jî civaka xwezayî dadixîne ser hezaran diyardeyan, nirxên wan ên civakî çelexwer dike û didaxîne bin xîzmeta desthilatdar; wek ku ticar nehatine jiyîn nêzî berxwedanên civakî dibe. Ji ber vê jî ji çareserkirina pirsgirêkên civakî wêdetir, ew giran kirine û bi pêvajoya modernîta kapîtalîzma îro re ev pirsgirêk gihiştine rehenga pençeşêrê.

Ekol û hizrên curbecur hene ku di derbarê pirsgirêkên civakê yên bingehîn xwedî nêrînên cuda ne. wek mînak; anarşîst her cureya otorîte û teşeyên dewletê red dikin, lê nikarin projeyeke çareseriyê deynin şûna wê. Ji ber Femînîst pirsgirêkê di ferq û cudahiya di navbera jin-zilam de dibînin û bi awayekî seranser pirsgirêkê dadixin ser her du zayendan, nekarîne bersivekê ji pirsgirêkên civakî re çêbikin. Ji bilî van hinek îqtîdar û dewletê, hinek xîzanî û bêkariyê, hinek mîlîtarîzmê û hinek jî ketina exlaqî wek pirsgirêka civakî dibînin. Tevî para rastiyê di van tevahiyan de heye jî, lê nekarîne xwe bigihînin çavkaniya pirsgirêka civakî. Ji ber vê sedemê jî bersivek neafirandine ji pirsgirêkê re.

Paradîgmeya Marksist; bi awayekî yekpareyî pirsgirêkên civakî negirtiye dest, civak tenê ji aliyê du çînan ve bidest girtiye û pirsgirêka bingehîn ya civakî nedîtiye. Tevî berxwedan û têkoşînên pir mezin pêş xistine jî, ji ber nekarîne bi awayekî rast pirsgirêkên civakî tehlîl bikin, piştî demekê bûne cîgirê şaristaniya dewletî. Rêberê me hem pir rexne li şaristaniya dewletî, hem jî li venêrîna paradîgmaya Marksîst dike û bi pêşxistina dewlemendiya rêbaz re bi awayeke yekpare pirsgirêkên civakî digre dest û çareseriya wê pêş dixîne. Diyar dike ku şaristanî û şaristaniya kapîtalîst ne têşeyekê civakê ye, vana rûyê din ê madalyonê ne, lê rûyê wê yê din jî civaka xwezayî pêktîne. Ango şaristaniyê hebûna xwe li ser nirx û nuveyên civaka xwezayî pêk aniye.

Civak çî ye?

Civak ew komcivaka mirov a ku di erdnîgariyeke diyar de dijî, xwedî berjewendiyên hevpar e, di navbera wan de piştevanî heye, xwedî çandeke hevpar e û xwe birêxistin kiriye ye. Cihê hevpar, ax, berjewendiyên hevpar, çand û rêxistin kevirên bingehîn ên civakekê çêdikin. Civak organîzmayeke zindî ye. Dînamîk e, diguhere û vediguherîne. Di civakîbûnê de domdarî û nejêbirînî heye. Di tevahî qadên madî-menewî de, di mercên wextcih de rastiyên civakî têne damezirandin, têne selihandin, têne hilweşandin û şûna wê cihên nû têne avakirin. Ji ber rastiyên civakî ew rastiyên ku hatine damezirandin. Bi qabiliyeta mirov têne damezirandin. Civak ne damezînekên ser-mirov in. Wekî ku ji aliyê mirovan ve hatine damezirandin, ew bi xwe jî kesayetên mirov didamezirîne. Ya civakekê dike civak, nirxên wê yên manewî ne. Van nirxên manewî jî; diyardeyên weke exlaq, polîtîka û zîhniyet in. Civak xwe bi van re îfade dike û nasnameya xwe bi saya wan çêdike.

Rastiyên civakî weke ku li jor hatine îfadekirin in, lê civaka kevneşopiyên dewletê, avahiyên olî û bîrdoziyên dewletî weke avahiyên statîk ku nayên guhartin ser civakê têne ferzkirin, hewl didin civakê bi xew ve bibin û bi vî rengî hewl didin serhildan û têkoşînên civakî bisînor bikin. Cîhazên weke îqtîdar, mêtinger û berjewendiyan jî weke hebûnên xwedayî didin nîşandan, sifetên weke dest nikare lê were dayîn, pîroz û mezin in lê bardikin û bi vî rengî hewl didin desthilatdariya xwe li ser civakê pêkbînin. Ango dikevin nava nêzîkatiyeke weke hertişt di mucîda çarenûsê de pêktê, ger di çarenûsê de çi hebe dê ew pêk were. Ji bo vê jî amûrên bîrdozî pêşdixînin. Van amûran; amûrên olî, hizrî, hunerî, çandî û medyatîk in.

Pirsgirêkên Civakî bi Destê Mirov Hatine Damezirandin

Me li jor de jî diyar kiribû ku bi destê mirovan pirsgirêkên civakî hatine çêkirin. Wê demê gelo, em dikarin ji her pirsgirêkên ku di civakê de têne jiyîn re bêjin pirsgirêka civakî? An jî ma civakan di dîroka xwe de pêvajoyeke bêpirsgirêk nejiyane?

Wek mînak; karesatên xwezayî ku ji derveyî vîna mirov in û em nikarin ji van re bêjin pirsgirêkên civakî. Felaketên weke erdhej, hezaz, ziwayî, şewitîna daristanan û nexweşiyên cubecur ên şewbê, ne pirsgirêkên civakî ne. Lê pirsgirêkên civakî ew pirsgirêkên ku bi destê mirov hatine damezirandin. Û bi giştî jî piştî ku civaka xwezayî ber bi şaristaniyê ve hat, pirsgirêkên civakî derketin holê, ku ev jî xwedî dîrokeke pênc hezar sal e. Ev pênc hezar sal jî tenê ji %2 dîroka civakan pêktîne. %98 jî di têşeya civaka xwezayî de pêşketiye û di vê wexta %98 de jî mirov nayê rûberûyê ti pirsgirêkên civakî. Ji ber feraseta jiyaneke wekhev û komînal serwer e. Diyardeyên weke dewlet, îqtîdar, mêtingerî û çînatî nîne di van civakan de û civak biyaniyê têgehên wekî van e; zîhniyeta wî jî dest nade pêkhateyên wisa. Ji ber bi gelemperî jin ji vê civakê re pêşengiyê dike û rengê xwe didê, bi hezaran salan li hemberî şaristaniya dewletî ya pişt re derketiye holê têkoşîn daye. Me li jor de sedema derketina pirsgirêkên civakî diyar kiribû, ji bilî wê jî me venêrînên curbecur û nêzîkatiyên cuda yên di derbarê pirsgirêka civakê re jî diyar kiribû. Em li vir careke din jî pêwîst dibînin ku vê bikirpînin; Rêbertî diyar dike ku pirsgirêka bingehîn ew e ku civak ji civakbûnê hatiye derxistin. Ger civakek hatibe vê astê ku nirxên hebûna wî yên bingehîn nexebite û êrîş li dijî van nirxan hebe, li vir pirsgirêk heye û ev pirsgirêk mezin e. Me li jorê qala nirxên bingehîn ên civakê kiribû. Ger exlaq û polîtîka ku tevnên bingehîn ên civakê ne, hatibin korkirin, di wê rewşê de be ku nikaribe rola xwe bilîze, civak nikaribe jiyana xwe ya xwezayî berdewam bike, nikaribe xwe bixwe birêve bibe, nikaribe di rastereya vîna xwe de biryaran bigre, ji lewra nikaribe xwe ji bûna tabiyê pergalê û ketina bin mêtingeriya wî de rizgar bike, ev tê wateya ku tevna exlaqî û polîtîk ya civakê hatiye asteke wisa ku nikaribe bixebite. Civak ji civakbûnê hatiye derxistin. Ev rewş civakê bi demê re tîne rewşa bêparastin, ku ji vê xalê şûndetir jî êdî ji bilî nîjadkujî û şkestina civakan tiştek din dernakeve holê. Mînaka vê ya herî şênber jî di roja me ya îro de, di pêvajoya modernîta kapîtalîst de tê jiyîn. Pêşengiya modernîteya kapîtalîst jî DYE dike.

Di Roja Me ya Îro de Pirsgirêkên Civakî Gihiştine Lûtkeyê

Di roja me ya îro de pirsgirêkên civakî ku bi derketina şaristaniyê re gelek têşe û rêjeyên cuda qezenc kirine, li her qadê gihiştine lûtkê. Tevî hemû pêşketinên zanyar-teknolojîk, endûstriyel û yên din pirsgirêk nehatine çareserkirin, berovajî qetmer bûye û gihiştiye rehenga pençeşêrê. Çarsed salên dawî yên şaristaniya Ewrûpa şahidî ji şerên zêdetirî tevahiya dîrokê kiriye. Bi mîlyonan mirov di van şeran de jiyana xwe ji dest dane, welat hatine rûxandin û jenosîd hatine jiyîn. Pirsgirêkên zihnî, siyasî, aborî, leşkerî, demografîk, ekolojîk gihiştine asta herî jor û di maskekirin û kûrkirina pirsgirêkên civakê yên weke zayendperestî, neteweperestî û oldarî de, bi awayekî pir girîng rola negatîf lîstiye û dilîze. Şaristanî di çavkaniya pirsgirêkên civakî yên pênc hezar salan de radizê, ku ji xwe şaristanî bi xwe bûye gloka pirsgirêkên mezin. Hegemonya yekdestî xwe xistiye nava tevahî qadên jiyana civakê. Pirsgirêkên civakê bi modernîteya kapîtalîst gihiştiye rewşeke wisa ku civak ji civakbûnê hatiye derxistin û şkestiye. Hegemonya yekdestî ji bo bikaribe civakê ji mêtingeriyê re vekirî bihêle sanaltî afirandiye û hewl daye bi bombebarana medyayê re zihne civakê çelexwer û fetih bike. Civakan ji kevneşopiya wan, ji dîroka wan qût dike, wan tîne rewşa kêriyan û wan bêvîn dihêle.

Me got ku yekdestiya sermaye û îqtîdarê ku berhem û nirxa bermayî xesp dike çavkaniya pirsgirêkan e. Rêberê me di bin 12 serekeyan de van pirsgirêkan hîn şênbertir rêz dike.

1-Pirsgirêka îqtîdar û dewletê

2-Pirsgirêka civakê ya exlaq û polîtîka

3-Pirsgirêka civakê ya zihniyet

4-Pirsgirêka civakê ya aborî

5-Pirsgirêka civakê ya endustriyalîzmê

6-Pirsgirêka civakê ya bajêrvaniyê

7-Pirsgirêka civakê ya çînatî û burokrasî

8-Pirsgirêka civakê ya zayendparêzî, malbat, jin û nifûsê

9-Pirsgirêka civakê ya ekolojiyê

10-Pirsgirêka civakê ya perwerde û tendurûstiyê

11-Pirsgirêka civakê ya materyalîzmê

12-Pirsgirêka civakê ya aştî û demokrasiyê

Pirsgirêka dewlet û îqtîdarê çavkaniya pirsgirêkên civakî ye. Ji derketinê heya roja me ya îro ji bo civakê bêhêz bihêle, bi lewazkirina tevnên wê yên exlaqî û polîtîk ji mêtingeriya yekdest re amade kiriye.

Di bingeha tevahî pirsgirêkên ku di roja me ya îro de têne jiyîn, pirsgirêka dewlet û îqtîdarê heye. Bi polîtîkayên ku dimeşînin û bi hêrsa xwe ya kar û qezencê civak ji civakîbûnê derxistine. Azadiya civakê hatiye fedakirin ji azadiya kes re. Kesayet; bi navê ezezîtî û azadiyê ji kesayeta xwe hatiye derxistin û ew li hemberî civakê kirine pirsgirêk. Şîrketên global ên tevahî çavkaniya fînansê di destên xwe de digrin jî weke lîstokan di destê dewlet û îqtîdara xwe de têne lîstin. Ji bo berjewendiyên xwe dema dixwazin wan diguherînin û yên nû datînin şûna wan. Civak ticaran weke vê demê bi metirsiya belavbûnê re nehatiye rûbirû. Ti caran weke vê demê bi hilweşandina exlaqî û polîtîk re rûbirû nemaye û nejiyaye.

Dewlet û îqtîdarê huqûq daniye şûna exlaqê û îdaregeriya dewletê daniye şûna polîtîkayê. Di exlaqê de xirabûn wiha pêşketiye. Xirabûna exlaqê, girêdayî tekelên ku li jorî nirxan pêşketine. Hilweşandina exlaqî bi modernîteya kapîtalîst re jî gihiştiye lûtkê. Civak anîne rewşeke wisa ku nikaribe nefes bigre, xwe binase, rêgezên xwe yên exlaqî pêkbîne, nîqaşên polîtîk ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn nikaribe bike û nikaribe biryaran bigre.

Dema Rêber APO di Manîfestoya xwe ya Şaristaniya Demokratîk de derketina ji pirsgirêkan, çavkanî û pêşketina wê didane holê, rêyên çareseriya wê jî datîne holê. Bi awayekî şênber dide diyarkirin ku wê jinûve rojanekirina nûve û nirxên menewî yên civaka xwezayî bi têşeya civaka demokratîk, bibe çareserî ji pirsgirêkan re. Di bingeha pêşxistina Şaristaniya Demokratîk li hemberî şaristaniya kapîtalîst, pêşxistina modernîteya demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst û rêkên çareseriyê datîne holê. Hewl dide ji bo vê jî zanista civaka şaristaniya demokratîk û têgehên wê çêbike, jinûve wan têgehên ku navaroka wan ji aliyê modernîta kapîtalîst ve hatine valakirin pênase û biwate bike û têgehên zanisteke civakî ya nû çêbike. Bi pênasekirina civaka exlaqî û polîtîk re rêyên çareseriya pirsgirêkên civakî destnîşan dike. Van rêyên çareseriyê bi awayeke berfireh di Manîfestoya xwe ya Şaristaniya Demokratîk de vedike.

Tişta dikeve ser milê me;

Tişta dikeve ser milê yên ku ji xwe re dibêjin ez şoreşger, demokrat û welatparîz im jî ev e; pêwîstê em li hemberî pirsgirêkên civakê hîn hişyartir bin, bi zanista vê, berpirsyariya ji nû ve avakirina civaka exlaqî û polîtîk dikeve ser milê me û li ser vê bingehê divê em bibin xwedî helwest, sekn û tekoşîneke berfireh.

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram