Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bi Pêşengtiya Jinên Kurd Biser Bikeve

Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bi Pêşengtiya Jinên Kurd Biser Bikeve

Berxwedana ku Rêber APO destpê kiriye, mîna pêlên deryayê îro hem li girtîgehan hem jî li çiyayên Kurdistanê bilind û belav dibe. Ev berxwedana birûmet ku sedsala me jêre şahidî dike, em bawerin ku mînakên wê yan qet nîne yan jî gelek kêm e. Wê şaş nebe ku mirov bêje biqasî ku ev berxwedanî ji bo nasname û rûmeta netewa Kurd e, ewqas jî bi navê nirx û rûmeta mirovahiyê vîneke bêhempa tê nîşandan.

Ji ber, ev berxwedan çavkaniya xwe ji hemû nirxên ku di dîroka mirovahiyê de hatine perçiqandin û ber bi tinebûnê ve çûne, digre. Lewra jî ne sertewandinê, ne jî binkeftinê dipejirîne û ji bo xwe bigihîne jiyaneke azad, bi hemû hêza xwe liser lingan e. Koka jiyana komînal, wekhev û azad ku xwe di vê axê de bicih kiriye, tevî hemû êrîşên dewletperest, nîjadperest, desthilatdar û zayendperest pûç nebûye û neriziyaye. Îro jî bi tevgera azadiya Kurdistanê re cara yekê piştî bi hezar salan şensê jiyanê bidest dixe. Şoreşa heqîqetê ku Rêber APO di hemû waran de pêş xistiye, hiştiye ku ev nirx careke din serê xwe hildin û vîna jiyanê biafirînin. Lewma jî şerê ku di navenda Îmraliyê de destpê kiriye, ne tenê di navbera Rêber APO û dewleta Tirk de ye, ev şer di navbera nirxên modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye. Mezinbûn û firehbûna vî şerî bêguman bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Ger îro cîhan li hember pergala Îmraliyê ya bilenet bêdeng dimîne û wek tirbên miriyan sar û ker e, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digre. Çawa ku berê di navbera xwedayên başî û xerabiyê de şerên mezin diqewimîn û di binkeftin û serketinên van hêzan de mirovatî an lenet dibû, an jî pêşketinên mezin avadikir, îro jî dîrok û mirovahî bi rewşeke wiha re rûbirû ye. Ji ber ku berpirsyarî gelek mezin û dijwar e. Lewma jî berxwedana Rêber APO, şervanên azadiyê li çiya û girtîgehan, sekna gelê Kurd jî di asta ku herkesî/ê matmayî bihêle, xwedî têgihîştineke dîrokî, felsefîk, gerdûnî û vîneke bêsînor e.

Di sala 2012’an de hêzên mêtinger bi her awayî hêvî dikirin ku tevgera azadiya Kurdistanê teslîm bigrin û serketina xwe îlan bikin. Herwiha bi konsepteke hevbeş tevgeriyan û ji bo tesfiyekirina tevgera me hemû rengên şerê taybet xistin meriyetê. Tecrîda giran li ser Rêber APO, êrîşên ser gêrîla, komkujiyên siyasî û leşkerî ser gelê Kurd, qedexeyên li ser çapemeniya azad a Kurd û girtina wan wek rêbazên bingehîn ên vê planê ketin pratîkê. Dîsa û wek hercarê yek ji polîtîkayên wan ên sereke ew e ku Kurdê xwe, Kurdê xwefirotî û Kurdê sipî bixin dewrê. Bi vî rengî dixwazin hêviya serketinê di civaka Kurd de vemirînin û mîna sedsala 20’an Kurdan bêstatû û bênasname bihêlin. Herwiha hewldan ew e ku dîsa Kurdan bikin qurban û ji bo netewên din bi serbestî bijîn, Kurdan bişewtînin. Ne tenê ev, armanc ew e ku bi tesfiyekirina xeta modernîteya demokratîk ku tevgera me jêre pêşengtî dike, hêzên emperyalîst bikaribin destwerdaneke nû ji herêmê re pêş bixin. Lê belê wek tê gotin “hesabê malê û sûkê li gor hev derneket” dev jê berdin têkçûn û binkeftina tevgera me, berovajiyê wê, ne planên Emerîka di herême de bi cih hatine, ne jî yên hukûmeta AKP’ê. Helwesta ku Rêber APO pêşxistiye, berxwedana gêrîla û bilindkirina pêla şerê gel ê şoerşgerî, dîsa berxwedana dawî ya ku di girtîgehan de pêşket û şoreşa başûrê Rojava hukûmeta AKP’ê û piştevanên wî xistiye nav qeyeraneke mezin û xistiye rewşeke wiha ku êdî nikare birêve biçe. Bi şûna ku tevgera azadiyê têxe nava goşegiriyê, berovajî vê hukûmeta Erdogan bi piraniya hêzên herêmê re ketiye nava pevçûnê û goşegiriyeke dîplomatîk dijî. Kongreya AKP’ê ya dawî ku xwestin xwe bi her awayî xurt bidin nîşandan, rewşa heyî bi awayeke baş danî holê. Derveyî PDK’ê, Hemas, Partiya Îxwanî Elmuslûmîn a Misrê, kes li derdora wî nemaye. Herçiqas Erdogan xwest xwe mîna Fatîh Sûltan bide nîşandan, lê di rastiyê de rewşa dewleta Tirkiyê ya heyî dişibe rewşa dewleta Osmanî ya di dawiya sedsala 19’an. Lewma jî bi derew, gef û kûrkirina nîjadperestî û bi rêya şerê taybet dixwazin binkeftina xwe veşêrin û raya giştî bixapînin.

Di sala 2012’an de şerê gel ê şoreşgerî kete pêvejoyeke nû, ji destpêka biharê heta niha Kurdistan û Tirkiye bûye qada şereke dijwar. Careke din diyar bû ku ger em li gor pêdiviya stratejiya 4’emîn tevbigerin û ji taktîkên gêrîla dernekevin, tevî hemû teknîkê jî artêşa Tirk nikare liberxwe bide. Ev saleke ku artêşa Tirk di bin agirê gêrîla de ye. Çalekiya Şitazin, Oremar, dorpêçkirina Şemzînan, Bêşebabê û herwiha gelek çalekiyên din dewleta Tirk tengav kiriye. Bi vê gavê re girêdayî, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, rê li pêşiya pêvejoya berxwedana giştî vekiriye, ku ev jî pêvajoya herî bilind a şerê gel ê şoreşgerî ye. Bi pêşengtiya Rêber APO, hemû kadroyên tevgera azadî û Kurdên birûmet helwesta xwe li hember bindestî û desthilatdariyê danîne. Didin nîşandan ku ti êrîş nikare me teslîm bigre û me ji armanca me qut bike .

Yek ji seknên ku mohra xwe li vê pêvajoyê daye têkoşîn û helwesta azadiya jinên Kurd e. Di hemû pêvejoyên şoreşa azadiyê de, jinên Kurd pêşengtî kirine û seknên qehremantî pêş xistine. Rêheval Berîvan Agal, Berîtan, Zîlan, Sema, Rojbîn, Şilan, Viyan û bi hezaran şopdarên wan, bûne xeta berxwedana radîkal li hember êrîşên dijmin ên derve û hundur. Di jiyan û çalekiya xwe de, bûne pîvan û prensîb ji bo her milîtaneke heqîqetê. Îro jî di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de jinên Kurd bi heman ruh û cesaretê, vê kevneşopiyê berdewam dikin. Ji bo azadiya Rêber APO û parastina nirxên netewî, di heman demê de li hember zihniyeta baviksalar, jinên Kurd di sala 2012’an de jî bi her awayî li ser lingan bûn. Di şer de heta dawiyê ruhê êrîşê, cesaret, bi fermandariyeke berpirsyar, di taktîkê de kûrahî û di plan de ziravî, wek taybetmendiyên bingehîn ên ku xwe di tevlîbûna hevalên jin de dane pêş di pratîka 2012’an de derkete holê. Wek hêzên YJA-Starê tişta herî balkêş jî, bilindbûna hejmara çalekiyên xweser bû. Bi xwebawerî, di armancê de zelalî, di têgihîştina rêxistinî û bîrdozî de kûrahî, hiştiye ku di çalekiyê de jî xuliqkarî û dewlemendî derkeve holê. Herwiha di dema derbasbûyî de hevlên jin tenê beşdarî çalekiyan dibûn, lê niha hem di warê taktîkê de, hem jî di plan û pêkanînê de xwedî roleke aktîf û sereke ne. Ne tenê di qada gêrîla de, di heman demê di qada siyasî û civakî de jî jinên Kurd ji bo azadiya Rêber APO û parastina rûmetên netewî, hem di greva birçîbûnê de, hem jî di serhiladanan de herdem pêşeng bûn. Mirov vê bi awayeke eşkere di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger a ku biharê li Ewrûpayê destpê kir û ya ku li girtîgehan û di qada legal de berdewam kir, baş dibîne. Ji keçên biçûk bigre heta dayîkên 80’ê salî jinên Kurd li ber devê girtîgehan nobeta azadiyê girtin û di nava çalekiyê de bûn.

Têkoşîna jinên Kurd li ser civakê jî bandorek mezin ava kiriye. Cesaret, fedekarî û israr di jiyana azad de ku dayîkên Kurd nîşan didin, dihêle ku çanda berxwedanê di civaka Kurd de bibe kevneşopî û bibe şêwazeke jiyana xwezayî. Ji ber civaka ku jinên wê serhildêr bin, ti hêz nikare wê civakê esîr bigre û kole bike. Bi vê rastiyê ve girêdayî sala 2012 jî şahidî ji qehremantiyeke destanî re kir. Li hember hemû tang, top û firokeyên dijmin, gêrîlayên jin û dayîkên Kurd bi berxwedanê heta nefesa xwe ya dawî şer kirin. Berxwedana rêhevala Arjîn û 14 hevalên wê, dê di dîroka gelê Kurd û dîroka jinê de, herdem mîna findekê geş be û rêya me ronî bike. 15 jinên ku li hember xiyanet, nûkertî, koletî û hemû çekên wan, serî netewandin û heta fîşeka xwe ya dawî li berxwedan. Wan di helwesta xwe de nûnertiya herî birûmet ji hemû berxwedêrên vê axê re kirin. Şervantiya heqîqetê çawa tê pêkanîn, wan bi xwîna xwe li zinar û kevirên Gerzanê nivîsîn. Xiyanet û qehremantî li ser vê xakê herdem di nava şer de ye, lê vê carê ne Enkî, ne jî Mardûk biser ketin. Tovê berxwedana van 15 jinên Kurd li ser vê axê belav bûye, ev tovê berxwedanê her roj di dil û mêjiyê gelê Kurd de dibe zeviyê bedewbûn û azadiyê. Cûdiyê jî şahidî ji berxwedana jinan re kir.  Rêhevala Binefş, Zîlan, Şîlan û rêhevalên pêre li ser Cûdiyê Mirada pîrozbahiyeke nû zêde kirin. Li kêleka efsaneya Nebî Nûh û lawikê Xerîb, efsaneya keçên Cûdiyê wê herdem bibe cihê ziyaret û pîrozbahiyê. Çawa ku Nûh hewlda mirovahiyê ji felaketa xwezayê rizgar bike û sefîna xwe bire navsera Cûdiyê, jinên Kurd jî ji bo ku mirovahiyê ji çanda destdirêjî, koletî û bêexlaqiyê rizgar bikin ji serê tayê porê xwe heta tiliyên lingên xwe, xwe diyarî azadiyê kirin. Yek ji qehremana 2012’an de jî rêhvala Rojîn Gewda bû. Rêhevala Rojîn ji roja tevlî bû heta roja şehadetê, yek ji wan hevalan bû ku bi awayeke herî aktîf tevlî şerê gel ê şoreşgerî bû û di artêşbûna jinê de bi rolê pêşengtiyê rabû. Wê, di kesayeta xwe de senteza cewhera civaka dayîktî û çanda azadiyê ya PKK’ê afirand. Lewma jî bi tevlîbûna xwe ya jidil, dilnizim, fedekar, bi coş û morala xwe hêlîna xwe di dilê her mîlîtaneke azadiyê de çêkir. Dibê ku wê Rêber APO bi awayeke fîzîkî nedîtibe, lê ew bi dilê xwe yê paqij û hizra xwe ya zelal, şopdareke xwezayî ya Rêber APO bû. Ew di jiyana xwe ya şoreşgerî de herdem mîna zozanên feraşînê bedew, mîna Cîlo asî û mîna Çarçêla serbilind bû. Ew qet neçû dibistanên dijmin, ew şagirteke serketîbû di akademiya jiyana azad de. Tevî ku gelek caran birîndar bû, lê wê herdem di cepheyên herî pêş de cih girt û bêhesab tevlî têkoşînê bû. Ew, yek ji wan kesên ku fikir, zikir û çalekiya xwe kirine yek, bû. Ew evîndara lûtkeyên çiya bû, lewma jî herdem mîna teyrê baz li Herekol û Sunbulan difirya. Ew, rêhevala rêhevalan bû, wê herdem li ser bingeha heqîqetê rêhevaltî dikir. Rêhevala Rêvan jî ji pêşengên pêvajoya 4’emîn Bû. Wê di kesayeta xwe de herdem nirxên civaka komînal parast û ji bo wan jî, di asta herî bilind de ked û fedakarî nîşan da. Di têkoşîna azadiya jinê de herdem xwedî israr bû û di xwe de her roj exlaqa jiyana azad diafirand. Lewma jî di hemû pêvajoyên zor de ew milîtana demên tengbû. Her wiha rêhevala Canda, Zîn û bi dehan hevalên wek wan, di hemleya 2012’an de di warê fermandarî, di hevaltî û ruhê milîtantiyê de destanên lehengiyê afirandin.

Jinên Kurd ne tenê di têkoşîna netewî de, di heman demê li hember polîtîkayên AKP’ê yên cinsiyetparêz jî helwestên radîkal nîşan dan û di têkoşîna demokrasiyê de jî pêşengtî kirin. Herwiha ji qada siyasî bigrin heta qada leşkerî, ji serhildanan bigrin heta girtîgehan bi pêşengiya jinê di civaka nû de xebatên avakirina netewa demokratîk pêş dikeve. Mirov vê rastiyê, ne tenê li bakur, li rojavayê Kurdistanê jî dibîne. Jinên Kurd di şoreşa rojava de rola sereke dileyîzin. Hem di sazkirina pergala xweseriya demokratîk de, hem jî di parastina gel de bûne mertalên zindî, yanî bi her awayî jinên Kurd pêvajoyeke Ronesansê dijîn. Wê ne şaş be ku mirov bêje; di vê sedsalê de, di Rojhilata Navîn û cîhanê de ti jin mîna jinên Kurd xwedî têgihîştineke polîtîk, civakî, bîrdozî û çalak nînin. Jinên Kurd çend şoreşan bi hevre birêve dibin. Ev jî vîn, cesaret û hişmendiyeke mezin dixwaze. Li hember zayendperestî, Nîjdaperestî, zanistperestî û olperestiyê têkoşîna herî bi bandor, îro jinên Kurd pêş dixin. Lewma jî ev têkoşîn, ne tenê ji bo civaka Kurd, her wiha Ji bo civakên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jî perspektîfeke xurt pêş dixe û ji bo jinên têkoşer û azadîxwaz, tevgera azadiya jinên Kurdistanê manîfestoya vê sedsalê temsîl dike.

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram