Şerê Taybet - Netewperestî

Şerê Taybet - Netewperestî

Serokatiya me dibêje; “bandora zor li ser rêveberiyê kêliyeke. Ji ber vê yekê birdozî dikeve meriyetê de.” Ev pênase, birdoziya netewperestiya ku îcadê netew-dewlet û şerên kapîtalîzm û şerê taybet bi awayekê eşkere vedike.

Netewperestî yekane argûmana olî yê modernîteyê ye, lê xudayê ku xîzmetê wê dike û dibin emrê wê de ye netew dewlete. Ji bo heqîqetê berovajî bike û bi nuxîmîn e tê bikaranîn. Têgihekê koka xwe ji Rojhilata Navîn nagre, li Rojava hatiye derxistin. Bajar dewlet li Rojhilata Navîn, netew-dewlet jî li Ewropa derketiye. Netew-dewlet di qirna 18’mîn de li Ewropa di welide, di qirna 20.de derbasî Rojhilata Navîn dibe. Netewperest avahiyekê ku yek netew, yek ziman, yek welat, yek al û yek çande. Yekanetiya xwe dayndarê avahiya fikrê xwe û hişmendiyê xwe yê tariye. Netewperestî tundî û şerê ku hatiye tîr kirine. Koroyekê yek dengî û jiyanekê yek rengî ye. netewperestî, rêveberiya dîkta yên rejîmên totalîter di welidîne. Civaka ku dibin xeleka emîr, komuta de ji jor berbi jêrve tê rêvebirin, bi çandekê mîlîtarîst û zanabûyîn ve tê perwerde kirin. Di mîlîtarîzm de disîplîn yek deng, yek dil û axiftinên ji devde bi yek dengê tê kirin civakê rêvedibin. Netewperestî, pergalekê ku bi milîtarîzmê re hatiye avakirin bi zagonan pêşdixe. Propagandayê rêş û gewr herê zêde di demê netewperestiyê de tê kirin. Bi derbeyan bekaya pergalê tê dest xistin.

Netewperesti ango nîjadperestî, weke cudabûyîn û serdesti mirina civak û nasnameyên din şerd dike. nîjadperestî di faşîzma Hîtleran de gihiştiye asta herê bilind, bi destê wezîrê ku avakirine leşker-civak avakiriye, disîplîna Alman ruxmê ku mînakekê neyênî ye jî lê heya roja me ya îro jî erênî tê dest girtin. Dewlet baba çi gotiye civak bawer kiriye, buye hevkarê kuştinên li kêleka wê çêdibe, gava Çîngene, Yahudî, Sosyalîst tên qetil kirin, bi awayekê dilxwaz alîkarî dane dewletê û derketine nêçîra mirovan. Wezîrê propagan da ji bo serdestiya nîjadiya Alman ji bo mirovên zer, çavşîn, dest û lingê wan rast, bejin bilind bi welidin gelek dayîka qanî kirine bi dilxwazî, dayîk zarokên xwe yên astengdar ne xwastine ya jî ketine rewşekê wisa de ku wan zarokan bigujin. Bi teza “seriyê sexlem, di bedena sexlem de peyda dibe” yekbûna beden û bê qusur, ji bo zekîbûyînê perçeyê bingehîn tê dîtin. Her çiqasî di roja me ya îro de civaka Alman ji bo jenosîda Yahudiya şermbûyîna xwe bidin diyar kirin jî, netewa mezin a Almana weke panzêrên bin nakevin didin diyar kirin. Gava taxima futbolê yê Almana di kupaya cîhanê de dibin yekemîn “dibêjin panzeran perçiqandin û derbasbûn” ev gotin nîşaneya nîjadperestiya derketina ji derveyê ye. her çiqasî çanda Nazî weke şerm û lekeyê reş were nîşandan jî, gelek bûyerên ku nava dewletê de hûrmet dayîn, biştgirî dayîn û ne lêpirsîna vê hişmendiyê tê kirin. Serokê rêxistina parastina zagonan tevlê civîna teşkîlata Naziya dibe, kesên xwedî hişmendiyê nazî ne erkê îstîxbarat û leşkeriyê didinê ev yek di ragihandinê de jî hate gotin. Ji mirovên Rohilata Navîn re dibêjin “yên serî reş”gava mirovên Rojhilata Navîn ji hêla van kesan ve tên kuştin, ev kesane nayê cezakirin, ya jî bi cezayekê pir kêm tê dayîn, ev yek encamê ev hişmendiyê nîjadperestiyê ye.

Di Rojhilata Navîn de netewperestî, polîtîkayekê ku bi olperestî re nava hev de tê meşandin. Avabûyîna TC xwe dispêre birdoziya Tirkbûyînê. Kesên ne Tirkin, birdoziya Tirkbûyînê dipejirînin û dibin Tirk, ger xwe înkar bike, dikare di vê dewletê de bijî û li ser bingeha derpêşkirinê dikare polîtîka bike. Taybetmendiyê bingehîn yê vê pergalê tekparêzî û navendparêzî ye.

Nîjadperestiya ku bi plana Şark Îslahat ya sala 1925’an re têşe digre, li hember Kurdan bêeman hatiye pêkanîn. Ev plan bi pantûrkîzm û panîslamîzm re li hember gelan, baweriyan, çandan di serî de tundî, zor, bi riya sepandinên şerê taybet re tê pejirandin. Çiya, rubar, zozan, gelî, daristan, gund, şaroçka û bajaran bi navên nû tên binav kirin, navên bi Kurdî hatine înkar kirin û hatiye qedexe kirin.

Mafê bingehîn yê mirovekê ku ji dayîkbûyînê tê weke zimanê xwe axivtin, çanda xwe jiyan kirin ji destê gelê Kurd hatiye girtin û înkar kirin. Zarokê Kurdan ji malbatê wan hatine dizîn û bi birdoziyekê kemalîst-netewperest hatine perwerde kirin û weke amorekê yê xistina civaka Kurd erkdar kirine û rê kirine Kurdistanê. Girêdanbûyîna jinên Kurd yên bi ziman û çanda xwe re jî wan kirine hedef. Ji ber vê yekê her ku zimanê faşîst vebûye, ji bo pirsgirêka Kurd çareser bikin gotine bila zilamê Tirk bi keçên Kurdan re bi zewicin. Ya jî ji bo ku Kurd di hêla fizikî de tunebibin, ji bo jinên Kurd êdî zarokan neynin bi riya hemşîreyên xwe yên cellad derziyê sitewrbûyînê li jinan dixin, gelek jin jî seqet dibin. Kabûsê her zarokê Kurd çûyîna dibistanê ye. ji destpêka çûyîna dibistanê destpê dike ji ber ziman, çand, sekna xwe, lêdan, ceza sepandinê keyfî, biçûk dîtin û cûdabûyînê re rû bi rû dimîne. Ev rêbazane bi birdoziya nîjadperestiyê hatiye pêşxistin û weke encamê xweferzkirina Tirkbûyîn hatiye sepandin. Heman demê de netewperestiya Fars û Ereb nasnameya hişk ya netew-dewlet a yekperestiyê hewildaye li ser spartina înkarkirina Kurdan pêkbîne. Çeka netewperestiyê di mêtingeriya Kurdistanê de weke çekekê bi bandor bikaraniye. Ji xwe Îran bûye dewletê nûnertiya netewperestiya ku bi awayekê vekirî olperestî ji xwe re kiriye nasname. Rojhilata Navîn spartina yekitiya cudabûyîna mozaîka gelan pêşketinekê di çavkaniya dîrokî jiyan dike, bi netew-dewlet re dixwazin ev cûdahiyane bikin wesîleya guhertina pevçûn û tunekirinê. Ev polîtîka ne tenê polîtîkayekê ku hêzên mêtînger yên Rojhilata Navîn li herêmê bikartînin, di esasê xwe de polîtîkayekê ku hêzên mêtînger yên hegemon bi riya hêzên herêmê yên dewletparêz dixwaze pêkbîne. Ango netewperestî di Rojhilata Navîn de hawirdorên ku rê liber pevçûna nava cudabûyîna de vedike, amorê herê bi bandor yê ku xîzmetê jî rêxistinkirina desthilatdariyê re rê vedike. Dewletên Erep yên ku avahiya wan yê bilind netewperestî bi temamî, sepandinên yerel de netewperestiya wan çavkaniya xwe ji vê yekê digre. Hem kevneşopa dewleta Ereb hem jî di kevneşopiya dewleta Şîa-Îran ê de bi hezaran mînakan têşeyê sepandinên netewperestiyê dikare were şînber kirin. pirsgirêka hatiye çêkirin yê Fîlîstîn-Îsraîl ya ku nayê çareserkirin di holê de ye. Bi kurtayî; çîroka heman amorê ya ku bi versiyonên cuda lê, xîzmetê heman armancê dike. di rastiya Rojhilata Navîn de meşandina şerê cîhanê yê siyemîn encamê şixulandina van amoran ve girêdayî ye.

Li DYE nîjadperestî hişmendiyê ku dibe sedema, mirovên reş pîs dîtin, weke çîna duyem û rezîl dîtin ê. Li DYE mirovên spî her tim li hember mirovên reş dipêşdene û hertim aliyê ku serdikevin ewin. Mirovên reş weke zencî gazîkirin, di gettoyan de bi cîh kirin, sûd ji xîzmetên sosyal negirtin, ne peyda kirina kar, ruxmê ku dibistanên herê baş qezenç dikin lê weke gêja li wan tê meyzekirin, karên herê çors li wan kirin, weke xîzmetçiyek dîtin û ji bo xistina wan ji wan re meymûn gotin mînakên ev nîjadperestiya ku xwe dide dere.

Ev meyzekirina birdozî ya cubabûyîn û çînetiya avadike, ji bo şerê taybet amorekê gelek girîng hatiye dîtin û veguherandina sepandina li ser civakan. Bi taybetî jî di demên krîz de, şertên şer, xîzantî û felakêtên civakî de çeka herê zêde serlêdana wê tê çêkirin çeka netewperestî ye. Dewlet û pirsgirêka dewletê yê beka, dixin weke pirsgirêka bekaya millet. Têgeha weke keştiya ku binav dibe aîdê herkesê ye avakirin, propagandayên weke, ger dewlet têk biçe wê hertişt têkbiçe û were winda kirin bi tevahî amorên şerê taybet re bi awayekê bandor tê bikaranîn. Civakekê ku aşitiyê na pejirîne îştaha xwe ya ku bi coşa milîtarîzmê nepixandiye di fetih, ganîmet û dewlemendiyan de dibîne. çima leşkerekê ji DYE diçe Vîetnamê ya jî tê Iraq ê bêqiymet tê dîtin û tavê jin plana başde. Xêliya netewperestî ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê argûmanan ava dike û bi lez belav dike.

Têgehekê ku weke netewperestî ji bo berjewendiyên tenq yên netew û li ser bingeha mîllîkirina dewletê ji hêla kapîtalîzmê ve weke ku demekê hatiye şixulandin, piştê wê ji bo pêwîstiyê pazara ji derve û rekabet bi polîtîkayên netewa serwer ûst re derbaskirina wê çêbûye, ev yek di roja me ya îro de weke propagandayê lîberalîzmê yê ji derve tê diyar kirin. Di rastiyê de cihê ku lîberalîzm lê be netewperestî jî zindî tê girtin. Ev eyar bi riya dewlet û saziyên dewletê di astekê diyar de, lê weke kartekê di dest de tê girtin. Mînak; şêwazê jiyana lîberal yê weke demokrasiya YA tê îfade kirin, pêşketinên aborî û têkilî, di demên krîz de her tim pozîsyonekê ku lêgerîna suçdarekê de ye. di her welatên Awropa de ji derveyê partiyên weke çep û rast rêxistin dikin, her tim grub û partiyên zêde zêde rastgirin heye û derdikevin pêş. Ev partiyên zêde meylê wan hene gava welatekê dikeve krîzê de ji nişkave bi ostatiyekê dengê xwe bilind dikin û berbi desthilatdariyê ve diçin. Ne got ku ev ostatiya van partî û meyla ne, ev qartê veşartî yê netewperestî ê ku dewlet di destê xwe de digre û nava qeliştokan de amade ye, lê ev yek veşartî tê hiştin. Ji nişkave eleqeyê civakê yên li hember van aliyane pêşdikeve mijara analîzkirina psîkolojîk û sosyolojî yê ye. civaka ku zêde fêrî rehetiyê tê kirin, bi tirsa winda kirina cawaziya xwe, ji bo êrişkirina li ser neyarê ku nîşa wê têkirin û di êriş kirinê de amade tê hiştin. Ger ku tu bê karî sedemê wê seri yê reşe. Serî reş hatiye welatê me xanî kiriye, buye xwedî kar, lê ez hêja karker û bûrokratim. Hestên ezezî yê weke; ger ew nebûya wê ev yek hemû yê min bûya” ev hes dibe sedema neyartiyê. Mînak; gava êrişên ÎŞID li ser Fransa zêde bû ew tirsa ku civaka Fransa li hember Mislimana jiyan dikirin veguherî nefretê. Bi propagandayê wê misilman mudaxeleyê şêwazê jiyana û têkiliyên me bike cudabûyîn ji nû de derxistin pêş. Neo-liberalîzm, netewperestiya di roja me ya îro de hatiye zirav kirin û boyaxkirine. Dewlet ji bo pêşketin û rêxistinkirina van polîtîkayan tevahî alîkariyê dide û li ser vê bingehê jî rêxistinbûyînên xwe yên veşartî li ser navê civakê dike.

Şoreşa mezin ya Cotmehê çalakiya herê rewnaq ya pêwîstiya gelan a azadiyê û weke destkeftiyên wê şînber bûye, bi vê yekê re girêdayî qawêra reel sosyalîzm a birdozî û avahî rê liber hilweşandina pergala Sovyetê vekiriye. Rusya weke hêza navendî ya mîrasa Sovyetê, xwe dixe dipişbirka pêşengiya hegemonîk de, ji bo vê jî xwe dispêre hewildanên wê yên di hûndirde pêşxistina netewperestiyê. Stalîn weke dînê netewî tê penasekirin, gelê Asya yên ku bi hevre şoreşê pêkanîne di karên herê xirap de tên karanîn, dixwazin nasnameya Slav ji nû de weke nasnameya serwer bikarbînin. Welatê Tirk û Ereban de kesên karê herê xirab te tê bikaranîn jî Kurdin, di karên herê zehmet lê erzande tên bikaranîn ev yek jî dispêrin nasnameya wan û rawa didin diyarkirin, ger ku patron ne xwase pereyê wan ne de Kurdê herê a-polîtîk jî bi terorîzmê suçdar dike. Gava Kurd nehegtiyê re rû bi rû tê netewperestên Tirk yên ku neheqtiyê kirine gava di kolanan de dirûşmeya tavêjin bûyer dibe neteweyîbûn, qet nayê zanîn yê ku neheqtiyê re rû bi rû maye, neheqetî li ser wê tê kirin. Ji ber ew mensubê qewmê ku nasname, ziman û hebûna wê biçûk tê dîtin e. însanekê ku di welatekê biyanî de jiyan dike, çand, ziman û nasnameya wê her tim weke pirsgirêkek hatiye dest girtin. Ev qada ku lîberalîzm weke bêpirsgirêk nîşan dide, di rastiyê de gelek pirsgirêke.

“Forma birdozî ya bingehîn a Netew-dewlet netewperestî, bi temamî bi cewherî olî re hatiye nuximandin. Çiqasî netew-dewlet modernîteya kapîtalîst e, netewperestî jî ewqasî olekê modernîste. Weke ola civaka felsefeya pozîtîvîst hatiye amadekirin. Welatparêztî weke xwezaya civakî, lê berovajiya civaka netew were fikrandin. Netewperestî di vê wateyê de birdoziyekê herê dijberê netewe. Netewperestî, diyardeya netewa demokratîk, ji bo xistina dibin hegemonyaya birdoziya kapîtalîst de xîzmeta herê mezin ya yekdestiya mêtîngeran dike.Tevahî netew heya dawiyê weke mal, mûlk û mêtîngeriya hevpar yên yekdestiyên ku nava xwe de îttîfaqê wan hene tê dîtin. Bi taybetî jî ev erkê xwe dibin ola pozîtîvîst ya milîger tênin cîh.” Weke ku Serokatî jî vegotina wê dike netewperestî weke olekê pozitivîst, wê diyarde dike. di meyzekirina xwe de cudabûyîna kirde-heyberî pêşdixe. Rasyonalîzim, taqîkerî, pozitivîzmê esas digre û yê şînber û tê dîtin di pejirîne. Bitûniyê dike perçe heqîqetê şolî dike û bandora wê lawaz dike. pêvajoya agahî girtinê bi vê rêbazan seqet dike. Agahî ji hev qut dibe. wêneyê rastiyê ji hêla ferdan ve ti deman nayê têgihiştin. Ji ber vê yekê têgehek berûvajî û hişmendiyek berûvajî û sepandinan ve dibe. Ji lewre netewperestî xwe dispêre vê yekê temenê xwe dirêj dike, hem jî xwe bi birdoziyekê mesûm ve di nixûmîne.

Daxuyanî

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Di Operasyona Şoreşgerî Ya Zapê de 1 Jê Serbaz 37 Dagirker Hatin Cezakirin

19.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Girê Amediyê Kepçeyek Hate Derbkirin

16.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Li Zapê Kepçeyek Hate Derbkirin

10.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Serhed Tekoşîn Bi Rêzdarî Bibîrtînin

09.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Sason û Jêhat Bi Rêzdarî Bibîrtînin

07.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram