Ji bo gelê me û raya giştî a demoqratîk!
36. salvegera partiya me PKK'ê, di serî de, li Rêber APO ku, bi xebatek mezin û bê hempa partiya me avakirî û roja îro ji li rexmê ku di şert û mercên bê eman, esaretî de tekoşîna azadiyê roj bi roj pêşdixe, li tevahî rêhevalên partiya me, welatparêz, gelê me û tevahî mirovahiyê pîroz be.
Rastiya PKK'ê rastiya Şehîdane. Divê qet fikar neyê kirin kû yên tekoşîna rizgariya Kurdistanê gihandî van rojan ruhê apocî yî yê fedayane ku şehîdên me dane avakirine. Ji Heqî, Mazlum, Kemal û Xeyriyan heya digihe Egîd, Zîlan, Viyan, Erdal, Adil, Nûda, Rostem, Xebat, Hûseyîn, Rojîn, Mehmet, Kerîm, Reşîd û Sarayan bi rêzdarî minnet bi bîrtînîn. bîranîna Şehîdên me yê ezîz, gelê meyê ji bo wan canê xwe feda kirî, ji bo gihandina tekoşîna azadiyê ya xaka me û tevahî gelên hatin tepeserkirin, soza gihandina lutkeyê didîn.
avabuna PKK'ê, mudaxeleyeke ku li hemberî dîroka zilm û dagirkeriyê li ser navê gelê Kurdistanê hatî pêkanîne. Rêber APO, bi keda xwe ya bi derzî kolana bîrê PKK'ê aniyî rewşa partiya pêşeng, li ser xeta mirin û jiyanê temaşe kirî, ji bo gelê kurdê ku esameya wî ji ne hatî xwendin rêya jiyan û hebunê vekir. gelê Kurd cardin derxistiye dîka dîrokê. Gelê Kurd yê li derdora xeta berxwedanê ya PKK'ê dor hatîn, têgihiştina tekoşînê, ezim û wêrekî qazanç kirîye. Gelek kor û guh nebihîs, bê ziman hatî hiştin, PKK'e bu zihinyeta ronakkirin û jiyana gelekî bivî awayî. Bi tena serê xwe moral coş, exlaq û îradeya şer ya dayî qezanç kirin rê li ber şoreşekî civakî vekiriye. tevahî gelê Kurd, jin, zilam, xort, bi temen bi vê tekoşînê re buyî yek û li gel vê nasînbuna cewherê xwe, bi nasandina cewherê xwe hê bêhtir li PKK'ê hatine dorhev. îro ji li ser encama wê dorhev hatina li derdora PKK'ê tekoşîna gelê Kurd ji rewşa fîguranek li herêmê derket weke aktorek lê hatiye. Îro gelê me bi pêngavên hêj bawer berbî azadiyê ve diçe. Li rojava azadiya gelên herêmê, serkeftina li ser xeta sêyemîn ku weke xeta biratî û demoqrasiyê ye, serkeftin û tekoşîna azadiyê ya gelê me ku bilind dibe delîlên vekirî yê vê tekoşînê ne. Vekiriye ku PKK rewşa rêxistinek Klasîk derbaz kiriye, hatiye rewşa rêkxistinek di cewherê îdeolojîk de, bi sekna xwe ye felsefe û jiyanî buye hêza pêşeng ya avakirina sîstemek pêşeng.
dîroka PKK'ê, ji roja hatî avakirin heya roja îro berxwedanek destanwarî bi nefes nefes pêşketîye. Di her berxwedan û tekoşîna hatî pêşxistin de ku sal bi sal weke tekoşîna fedaiyane sala bi biryarbun di xaka Kurdistanê ya bi, zor û zehmet de, li ser xaka Rojhilata Navîn destanê serfiraziyê yên gelê Kurd hatine nivîsandî. Bi hêza gel ya cewher û PKK a bi îradeya serbixwe ya gel dimeşe, bê nîqaş ku buye hêza demoqrasî , heq û huquq, nirxê mirovahîyê buye temsilek rast. Buye hêzek dînamîk pêşeng, gelemperî, azadîxwaz û demoqrasî, bi qarekterek sosyalistî a diyar.
avakirina PKK'ê li hemberî hemû koledarî, zordestî û polîtîkayên dagirkeriyê, bi wêrekî û qehremanî, şert û zuruf çi bibin bila bibin, heyînî çiqas kêm bibin ji, di mirovbunê de, soza berxwedana di azadiyê de mayînê ye. Ev soz carekê hatiye dayîn. Rêber APO, Şehîd û rastiya tekoşîna ya partiya me di bin her şert û mercê de buye îfadeya girêdayînbuna bi soza xwe ya şeref kû dayî. ji bilî vê ji bo tu curê jiyanê û serdeçûnan, ki bibe bila bibe qet neyê qebul kirin jî.
weke HPG'ê, di bin rêbertiya Rêber APO, xeta temsîlê serkeftinê a PKK'ê, baweriya tacîdar kirina tekoşîna azadiyê gihandina serfiraziyê, biryarbuna wê û ji herdemê hêj bi hêztir şert u mercan jiyandikîn. Li ser vî bingehî salvegerra 36.e mîn li ser bingehê projeya ji nuve avakirin û kurbuyînê, bi awayek hêz xwe ji nuve nuvejenkirinê, bi Rêber APO li ser azadiya gelê me misoger buyî pêşwazî dikin. Bi tecrubeyên muazzem û endamên tekoşînek bi ceribandî ji her demê bêhtir û bilindtir xebat û tempoyek dîrokî, xebat û hewla bicihanîna wan di rewşa herî berz deye. Di 36. sala tekoşîna partiya me PKK'ê di rêya armanca serkeftinê de yekane endamên azadiyê, bi tevahî hêzên xwe bi cihanîna diyardikin, di rêya dîrokî ya serkeftinê de carekî din salvegra partiya me li tevahî gelê me û gelên berxwedêr tevahî rêhevalan pîroz dikin.
26 Mijdar 2013
Fermandariya Biryargeha Navendi Ya Parastina Gel
