HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî ya demoqratîk re!

Di demek kû Kurdistan û tevahî herêmên me, şahîdiya pêşketinên di wesfên dîrokî diki de, di serî de li Rojava û tevahî Kurdistanê pêşketinên şoreşgerî yên hatin jiyan kirin, kariye bi serkeftî pirsgirêka Kurd bixe navenda rojeva hêzên navnetewî û hêzên herêmî. Di van rojên ku gelê me coşa rihê şoreşê di lutkeyê de jiyan dike de, pêşxerê rihê agirê şoreşê ji fermandarên me rêheval Reşîd di yekemîn salvegera şehadeta wî de bi minetdarî û rêzdarî bibîrtînîn, weke HPG di kesayeta rêheval Reşîd de soza serfiraziyê ya ku em ji bo tavahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dayî da carekî din nuvejen dikîn.

Di sala 2011'an de dewleta Tirk a faşîst û hûkûmeta AKP'ê ji pêşketinên di Rojhilata Navîn de fersend dîtî, piştî hilbijartinên Heziranê li hemberî gelê me û tevgera me bi şêwazekî Tamîlîyane, hêrîşên tevkujî xistiye rojevê. Ji bo bersivdayîna van êrîşan Rêber APO li Îmrali sekin û fedekariyek mezin nişandaye. Li hemberî êrîş û planên tevkujiyê yên AKP'ê hêzên parastinê ên Kurdistanê di bingehê perspektifên şerê gel yê şoreşgerî de berxwedanek destanwarî nîşandayî tevahî planên berhewa kirinê bê encam hiştiye. Ji tevgera Şemizînan, Bêşebab, Çewlîk, û heya Serhedê di tevahî herêmên gêrîla de, bi pêşxistina çalekiyên şoreşgerî êrîşên berhewa (îmha) kirinê ne tenê bi bê encam hiştinê, buye delîlê têkneçûyîna hêza gêrîlayên Kurdistanê. Ev berxwedana destanwarî û serkeftin bi berdêlên gelek mezin hatine qazanç kirin; keç û xortên gelê Kurdistanê yên binirx ji bo di oxura vê de ji bo canê xwe ji feda bikin qet paşde gav ne avêtine.

Yek ji wan kesên ku ev rihê fedayî dayî nîşandan ji, rêhevalê me Reşîd Serdar e. Rêheval Reşîd ku hem di plankirin û pratîk kirina pêngava şerê gel yê şoreşgerî de bi çalak rol leyîstî, bi yekanê pêşengtî û rêveberî kirina tevgera şoreşgerî a şemizînan di serkeftina pêngavê de mîsyonek mezin leyîstiye. Heval Şehîd Reşîd Serdar rihê pêvajoya demî, fermandarîya afrêner, şêwaza û buye temsîlê stratjiya tewera lêxistina bibandor.

Reşid Serdar - Mehmet Can Gûrhan

Rêheval Reşîd li gundê Êrsî a Sêrt ê ji malbatek welatparêz ji dayîkbuyî û mezinbuyî derketî, hina di temenek biçuk de bi asîmîlasyon û tevkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê pêkaniyî nasibun pê kiriye, zarokatiya xwe bi qetlîamên dewleta dagirker a Tirk û şahidî kirina şewitandina gundan û îşkenceyan derbaz kiriye. Ji ber vê sedemê ji, ji temenê xwe yê biçuk ve li hemberî mêtingerî û siyasetên înkarwarî hêrsa mezin ya girtî û xwesteka pirskirina van hesabane buye taybetmendiyên rêheval Reşîd yên here sereke. Rêheval Reşîd ku di sala 1992'an de bi gurubek hevalên xwere tevlî nava refê gêrîlla dibe, ji Botan ber bi, Amanosan, heya Zagrosan di refên şer yên herî pêşde, di pratîkên herî zor û zehmet de cih girtiye.

Rêheval Reşîd ku bi hezkirinek kûr ya nîştîman û gel jiyan dikir, bi kesayeta xwe ya şoreşger, jîrbun û wêrektî di nava refên gêrîlla de pêşketinek lez nîşan daye. Rêheval Reşîd vê meşa xwe ya bi hezm ku li qada perwerdeya Rêbertî de ji dîtiyî berhevkirî, di serdest kirina rêgez û pîvanên milîtantiya Apocî di kesayeta xwede buye xwediyê berxwedanek bê hempa. Bi van taybetmendîyên xwe rêzdarî û bawerîya rêhaval û rêkxistina xwe ya bi xwe dayî qazanç kirin, heval Reşît di demek berpirsyartiyên rêkxistin û fermandartiyê girtiye ser milê xwe. Li cem fermandartiyên tîm, tabur, eyalet, qadê jî di endamtiya konseya HPG' ê de ji berpirsyartî û erkên giring girtiye û bi layîqî temsîl kiriye.

Rêheval Reşîd kû di tevahî ya pratîka xwe ya şer de herdem rêgeza herî li pêşbunê esas girtî, di cihgirtina hêzên serdeçûnê yên dehan çalakiyê berfirehde li pêş rawestana wî buye cesaret û mînaka fedekariyê ji bo tevahî rêhevalên wî. Di şerên ku tevlîbuyî de rêhval Reşîd ku bi dehan caran birîndar buyî, di plankirin û pêkanîna dehan çalakiyên weke çalakiya Serxeta, Dimê, Oremar û Bêzelê de buye fermandarek serkeftî yê gêrîla. Herî dawî ji di sala 2012 an de bîzat di nava şerê gel yê şoreşgerî de ji keşîf heya plansazî û hemû amadekariyên wê kêlî bi kelî heya pratîkbuyîna wê tevgera şoreşgerî ya şemzînan pêşxistiyî, bi taktîkên xwe yên hêja û afrêner bi zaîyat û têkçuyînek mezin dayîna dijmin berbî têkbirinê ve bir û kariye vêna pêkbîne. Rêheval Reşîd bi fedekarî û dil roniya xwe ya ji bo şoreşa Kurdistanê ku temenê xwe di qaden cengê de derbas kirî, li Kurdistanê gêrîlatî çawa tê kirin, şervantî û çawa buyîna bersiva pirsa fermandariyek mutlaq ya serkeftinê ji bi jiyan û pratîka xwe buye bersiva herî sehm.

Heval Reşîd ku fermandarê mezin Mahsum Korkmaz xwendî, lêkolîn kiri û mînak girtî, herwiha bi egîdane şerkirin esas girtinê û buyîna şopdarê şoreşgerek rast yê riya Mahsum Korkmazan kariye bi serkeftinê re bigihine.

Di yekemîn salvegera şehadeta Rêheval Reşîd de, li ser esasê şerkirin û jiyana Reşîdane ya ji bo şehîdên me, gelê Kurdistanê û ji bo Rêber APO weke HPG soza serkeftinê ya mutlaq nû dikîn, tevahî şehîdên me yên şoreşê bi minet û rêzdarî bibîrtînîn. Di serî de tevgera ciwanên welatparêz yên Sêrtê bangawaziya tevahî ciwanên Kurdistanê dikîn ku bibin şopdarê rêya fermandar Reşîd.

18 Mijdar 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel