Ji gelê me û raya giştî re!
Di demên dawîn de ji hêla Artêşa TC’ê ve, di serî de li dij cahşan li dij mirovên me yên sivîl, çalakiyên qetilkirinê yên plankirî tên bi pêş xistin.
Vê mijarê ku me berê bi gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re parve kiribû, me pêwîst dît ku em careke din bidine daxuyandin:
Di 27’ê gulanê de ji hêla gerîlayên me ve li hember tecawizkarên ku li navçeya Perwarî ya Sêrtê û li Sêrtê bi xwe, ji bona cezakirina van derdoran çalakiyek hatibû lidarxistin.
Ji ber zirûfan bêyî ku gerîlayên me hesap ji van derdora bipirsin, bi leşkerên nîzamiya Qereqola Cendirmeyan ya Perwarî re ketibûn pevçûnê û gerîlayên me li ser vê yekê qereqolê hedef girtibûn. Encax qaşo maşîneke ku diçe taziyeyê, tê de dafikek hatiye teqandin. Bi vê teqîna duyemîn re tu têkiliya gerîlayên me nîn e. Rojek şûn ve leşkerên ku li herêma Gûneyçam û Navyana Şêxa yên ku bi ser Şirnexê ve derketibûn operasyon, bûbûn hedefa gerîlayên me. Bes di vê operasyonê de dijmin bi zanebûn cahşek kuştiye û hewl daye têbixe stûyê me. Der barê vê polîtîkya qirêj a şer, fermandariya sehaya me ya Botanê daxuyanî dabû.
Di 18’ê pûşperê de jî cahşên eydî gundê Betkarê ku girêdayî Şemzanînê ye, Artêşa TC’ê cahşan dixe kemînê û li vir cahşek bi navê Emrûlah Demîr dikuje û sê ji wan jî birîndar dike. Me vê yekê bi gelê xwe re berê parve kiribû. Di vê demê de Artêşa TC’ê van xwestekên xwe yên qirêj û kirêt berdewam kiriye û di 19’ê pûşperê de li Şemzînanê piştî çalakiya girê Konserveyê, ji gundê Cenetê keça 15 salî ya bi navê Rûşen ku keça Mihemed Hecî Mecîd e qetl kiriye û kurê wî yî bi navê Gelawê jî birîndar kiriye.
Di 21’ê pûşperê de saet di 20.00’an de li piştî ku hêzên gerîlayên li dij Qereqola gundê Başnîqî ku bi ser Farqîna Amedê ve girêdayî ye çalakî li dar xistin, piştî çalakiyê leşkeran bi çekên dirêj maşîneke sivîl gulebaran kirine.
Di 24’ê pûşperê de jî piştî ku hêzên gerîlayên me li dijî Qereqola Cendermeyan ya Yoğunagaca girêdayî Depa Elezîzê ye çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê dijmin bi zanebûn gundiyên ku ji zeviyên xwe dizivirin hedef girtiye. Di encama êrîşa dijmin de dayîkeke 70 salî bi navê Şerîfe Gezîcî jiyana xwe ji dest daye û kesên bi navê Elî Gezîcî (49), Bedriye Gezîcî (38), Îsmaîl Gezîcî (19) û Mazlum Gezîcî (5) birîndar bûne.
Dîsa di 23’yê pûşperê de hêzên gerîlayên me li dij qereqola Girê Sor ku girêdayî Şaxa Wanê ye çalakiyek li dar xistibû. Piştî ku dijmin windahiyan da, dijmin gundê Karçete ya cahşan bi hawan û obûsan bombebarîn kiriye.
Bûyerên ku me li jor rêz kirin, yên ku em dizanin. Dewleta TC’ê diçe pêkanînên faşîzan bi pêş dixe û leşkerên wan jî sivîl û cahşan hedef digire da ku têbixe stûyê gerîlayên me.
Destpêkê, divê hemû cahş vê bizanibin ku em rasterast tu carî cahşan hedef nagirin. Heta ji dest tê, ji bona ku zirarek neyê serê cahşak bi pejinkarî û hişyarî tevdigerin. Ger ku bên ser me jî, em bi neçarî tenê xwe diparêzin. Ji bona ku rewşên wisa neyê jiyandin, pêwîst e ku cahş dev ji vê bêrûmetiyê berdin. Ku vê nekin jî, bila tenê parastina gundê xwe bikin û beşdariya operasyonan qebûl nekin û neyên lîstika dijmin.
Dîsa di demên dawîn de, ji ber ku dijmin lêdanan dixe, heyfa xwe ji mirovên sivîl digire. Pêwîst e ku mirovên me yên sivîl hişyar bin. Dijmin hewl dide bi polîtîkayên şerekî gelek qirêj, mirovên sivîl dikuje û têdixe stûyê gerîlayên me. Dijmin gotin di cî de be, bi derewan hewl dide rewşa rewa ya berxwedaniya gelê kurd şolî bike. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk vê bizanibe ku, em tu carî sivîlan hedef nagirin û hetanî ku cahş tevlî operasyonan nebin û berê çeka xwe nedin me, em cahşan jî hedef nagirin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG
25 Pûşper 2010
