HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Dewleta TC’ê û hêzên wê yên çekar, lîstikên xwe yên qirêj didomînin. Li hember lîstikên qirêj ên dijmin, em hişyarkirina gelê xwe û raya demokratîk wekî peywir dizanin.

1. Li derdora gundê Kêhê ku girêdayî Colemêrgê ye, yekîneyeke kontra ku ji 15 kesan pêk tên digerin. Ev yekîneya kontra ku kincên gerîlayên li xwe dikin, li Siwarê Xalê, Mintika Teye û derdora wê kemînan davêjin. Divê gelê me li hember van yekîneyan hişyar bin û bi tena serê xwe negerin.

2. Li qada Xorxola Çewlikê yekîneyeke kontra bi kincên gerîlayên li gundan digerin. Divê gelê me li hember van yekîneyên kontra hişyar bin.

3. Digel ku me berê cahşên gundê Çirikê ku girêdayî Kanîreşa Çewlikêye hişyar kiribûn, hê jî bi dijmin re tevlî operasyonan dibin. Divê cahşên gundê Çirikê li hember gerîlayên me tevlî operasyonan nebin. Ku tevlî operasyonan bibin, bivê nevê wê bibine hedefa me. Em ban li cahşên Çirikê dikin ku tevlî operasyonê nebin, nexwe ji pirsigêkên ku bêne jiyandin em ê berpirs nîn bin.

4. Li Kopa Mûşê hêzên çekdar ên Artêşa TC’ê ji bona ku alavên xwe bi maşînên gel bikin, dest datînin ser maşînên wan. Wekî din dijmin ew maşînên ku dest daye ser, bi veşartî cîhazên ku cî nîşan didin û deng digirin bi cî dike. Divê ev baş bê zanîn û gelê me li gorî vê tevbigere. Dijmin her dikeve tengasiyê serî li rêbazên wisa dide. Divê gelê me hişyar be û çi dibe bila bibe, gelê me nehêle ku dijmin dest deyne ser maşînên wan.

5. Hikûmeta AKP’ê li Gimgim û Kopa Mûşê, li ser navê alîkariyê alavan belav dike. Di nava van alîkariyan de, dijmin cîhazan bi cî kiriye. Bi vî awayî hewl didin gelê me bixine bin kontrolê û bêyî ku haya wan jê hebin agahiyan ji wan bigirin. Wekî mînak di nava ampûlên ku belavkirine de cîhazên ku sînyalan digirin cî kirine. Ji ber vê divê gelê me van alîkariyan negire. Yên ku alavan girtibin jî, divê van alavan texrîp bikin. Nexwe wê her dem di bin kontrolê de bin.

Wekî encam, Artêşa TC’ê, ji bona ku gelê me bixe bin kontrolê, bixe nava şaşiyan, bixe kemînan û wan berde hev, çi ji dest wan tê dikin.

Divê gelê me van lîstikên qirêj ên dijmin bizanibin û li gorî wê tevbigerin. Divê gelê me yekîtiya xwe bi pêş ve bibe û bi hev re tevgbigerin. Bi taybet li bejahiyan bi tena serê xwe negerin. Herî dawîn li Hatayê jî hate dîtin ku, artêşa faşîst a TC’ê dikare mirovên sivîl qetil bike û bixe stûyê me.

Em ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re raber dikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG

29 Pûşper 2010