HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re;

Di 16’ê kanûna 2010’an de saet di navbera 13.00 û 14.00’an de artêşa TC’ê li dij Qadên Parastina Medya gundê Sinaht û derdorê wê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşe bi hawan û obûsan lidarxistiye.

Digel biryara me ya bêçalakîbûnê, ev êrîş berdewam kirine û di encama van êrîşan de berê hevalek me şehîd ketibû. Êrîşa ku duh li dar ketibû de jî, gundiyek bi navê Yasîn Yasîn Îsa ku ji gundê Girg Sindeya Zaxoyê ye jiyana xwe ji dest daye. 
Em sersaxiyê ji gelê xwe û ji malbata Îsa dixwazin.
Em bang dikin ku gelê me li hember van êrîşên dij hiqûqî helwest bigirin.

 

17 Kanûn 2010

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG