HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa TC dixwaze li dijî gerîla yê me yê li gorî pêvajoya bêçalakitî yê tevdigere, bi armanca tunekirin û deşîfre kirina cîhê wan rê û rêbazên cûda bikartîne. Li gelek herêmên Kurdîstanê bi cil û bergên nêçirvaniyê yekîneyê xwe yê kontra dişîne û dixwaze cîh û rengê tevgera gerîla yê me deşîfre bike.

ji berk u çanda kurdan a kevin nêçirvanî bi armanca tasfiyekirina Tekoşîna Rizgariya Gele Kurd tê bikartîne, ji ber van rêbazên qirêj gelê me yê li herêma Cûdî yê heta daxuyaniyeke din pêwiste dernekevin nêçirê. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê welatparêz wê di vê mijarê de bihistyar be. Kesên di nêzîkatiyên cûda bikin wê weke kesên dibin amûrên leystokên qirêj ên Artêşa TC’ê û noker were nîrxandin.

 

22 Cotmeh 2010