HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re !

 Pêvajoya agirbestê ya bi deklarasyona Rêber Apo ya 21’ê Adara 2013'an weşandibû destpê kir, her çiqasî cih bi cih ji aliyê hêzên artêşa dewleta Tirk ve hatibe îxlalkirin jî her dualiyan heta îro bi rê ve birin. Piştî du salan cara yekê ye artêşa Tirk li hember hêzên me yên  gerîla operasyoneke hewayî pêk anîye. Li herêma Oremara a navçeya Gevera Colemêrgê bi van êrîşên li hemberî du baregehên gerîlayên me agirbest hatiye îxlalkirin.

1. 13’ê Cotmehê (duh)  di navbera demjimêr 13.00 û 15.00’an de ji baregeha Leşkerî ya Oramar a girêdayî artêşa Tirk li hemberî herêmên Şehîd Rehîme û Şehîd Xefûr bi hewan û obûsan êrîş pêk hatine. Heman rojê di navbera 15.30 û 16.30’an de balafirên şer yên girêdayî arteşa Tirk li hemberî heman herêmên dibin ewlekariya gêrîlayên mede êrîşên hewayî pêk anîne. Li hember êrîşên balafirên şer hêzên me yên gerîla bi doçkayan bersiv dane. Dîsa duh êvarî saet, 20.30’an artêşa dagirker a Tirk careke din bi obûs û hewanan êrîşî herêmên Şehîd Rehîme û Şehîd Xefûr kiriye. Hêzên me yên gerîla jî bi hewanan bersiv daye van   

êrîşan.

Di van êrîşan de hêzên me ku tu windayî nedane, der barê windahiyên aliyê din de agahî nehatine wergirtin. Li ser herêmê jî balafirên bê mirov liv û tevgera keşifkirinê dike.

2. 13’ê Cotmehê di navbera demjimêrên 14.30 û 18.00’an de qada di navbera Colemêrg-Gever de balafirên şer bi awayekî berdewam firiyane û li hemberî gundê Zerê yê girêdayî Oramar bomberdûmanek pêkanîne. Di navbera saet 16.30 û 23.00’an de jî bi awayekî bê navber balafirên keşfê geriyane.

3. 13’ê Cotmehê di navbera demjimêrên 14.00 û 15.00’an de artêşa Tirk a dagirker li hemberî herêmên me yên Gomankê û Dertê yên girêdayî Oramar û Şitazin bi obûs û hewanan êrîş pêkanîn. di navbera demjimêrên 17.00 û 18.00’an de li herêmê ku balafirên şer nizm firiyan ji duh bi şev ji demjimêr 21.00’ê heta niha balafirên bêmirov keşfan pêk tînin. Di êrîşên li hemberî van herêman de tu windahiyên hêzên me yên gerîla çênebûne.

4. 13’ê Cotmehê jî di navbera demjimêrên 15.00 û 17.00’an de balafirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya firiyane. Dîsa ji Baregeha Leşkerî ya Bîlîcan a girêdayî Çelê herêma derdorî xwe  bi çekan gulebarankirin û di navbera demjimêrên 17.00 û 23.00’an de balefirên keşfe li herêmê firiyane.

5. 13’ê Cotmehê jî di navbera demjimêrên 19.00 û 24.00’an de li herêma Heftanîn bi navber balafirên şer firiyane û keşfên bi balafirên bêmirov jî bi awayekî bê navber berdewam kiriye.”

Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.

14 cotmeh 2014

Fermandariya Biyargeha Navenda Parastina Gel