ji gelê me û raya giştî re!
Li Kurdistanê geşadanên girîng pêk tên. îro YPG/YPJ’ê li Kobanê qehremantiyek mezin nîşan dide û Gelê me ye Bakur ku li hemberî berxwedana ku li Kobanê pêk tê bêdeng nema û xwedî lê derket. Ev yek jî ji bo demokrasiya me ya netewe û xwedîderketina li nirxên me pir girîng e. Ev seknek bi wate ye. Em bi gelê xwe bawer in ku di çarçoveya meşruiyetê de ev sekna xwe berdewam bike û wê tu êrîş bi gelê me gav nede avêtin. Wê gelê Bakur, gelê Kobanê tenê nehêle. Em sekna gelê xwe ye Kobanê û Bakurê Kurdistanê silav dikin.
Dewleta Tirk û hevkarê wê yê kontra li dijî gelê me êrîşên qetlîamê pêk anîn. Her wiha ketine nav hewldanên ku tevgera gelê me ya mezin ku nîşan daye bi hin tiştên din re girê bidin. Di vê çarçoveyê de bûyerên şidetê pêk hatine. Di van bûyerên şidetê de welatyên me yên welatparêz hatine qetilkirin. Em ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku bîranînên wan di têkoşîna azadiya xwe de bidin jiyandin.
Ji bo pêvajoya çareseriyê Rêber APO heta 15’ê Cotmehê dem diyar kiriye û Heta vê dîrokê di çarçoveya geşedanên ku pêk bên de, biryara KCK’ê bide ku vîna me ya siyasî ye girîng e. Di rewşa heyî de ji aliyê tevgera me ya siyasî ku vîna me temsîl dike, ji bo em li hemberî dewletê û hin aliyên din çalakî pêk bînin talîmat nehatiye dayîn. Ji ber wê jî heta niha tu çalakî û xebatên ku ji aliyê hêzên me ve pêk bên çênebûye. Di destpêkê de li Çewlikê û Kurdistanê êrîşên ku li dijî gelê me pêk hatine bi tevahî rewşa herêmî ye. Weke Fremandariya Navenda HPG’ê tu têkiliya van bûyeran bi navenda me re tune ye.
Lê ev li dijî êrîşên ku li hemberî gelê me pêk hatiye, di çarçoveya parastina cewherî de mafê me ye mîsîleme heye.
Ji çapemenî û gelê me re rêzdarî radighînin.
10 Cotmeh 2014
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
