Ji gelê me û raya giştî re!
Di 9’ê Sibatê de li Çewlikê li bajaroka İlicalarê di navbera artêşa dagirker a tirk a derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûneke kurt qewimiye. Di vê pevçûnê de 9 gerîla yê me bi sekneke fedaî gihîştiye şahadetê, 2 gerîla yê me jî bi birîndarî dîl ketiye dest.
Kurd bi hezaran sale li çiyan bi cî û war bûye, fêrî zivîstanên sar û seqem de, şevên bi berf û sermayê de bûn, di mehên sibatê de jiyaneke giran û gelek êş derbaskirin. Êşê xwe yê herî giran di Sibata beriya biharê de bihurandin. Ji ber vê jî baweriya Kurdan bi rengê û tama şoreşê de ye. Ji ber vê jî zarokên Kurdan evîndarê şoreşan in, ji bo agirê şoreşê geş bikin xwe dikin qût.
|
Nasnav: Mahîr Cudî
|
Di tekoşîna Azadiya Gelê Kurd de mêrxaseke din ê her roja xwe bi coşa şoreşê jiyan dikir ber bi nemiriniyê ve birêket. Hevalê Mahîr ê Endamê Meclîsa Leşkerî ya HPG’ê di 9’ê Sibatê de weke gelek canên bi çalakiyên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” xwe li derdora Rêber APO kirin gilokeke ji agir, weke nûnereke sekna congorî navê xwe li dîrokê nivîsand. Li gel 8 hevalê xwe ji bo dîl nekeve dest dijmin tekoşîneke bûye remza berxwedana li dijî îxanetê bû xwedî helwesteke cangorî. Bi berxana xwe bû şopdarê mîrateya kesên ji jiyanê bi qasî ji bo wê bimrin.
Hevalê Mahîr di temeke biçûk tevlî nava tekoşîna azadiyê bûye. Ji roja tevlêbûna wî heta roja şahadeta wî bi hêza felsefeya APOyî û gerîla hemû herêmên lê maye li dijî dijminê xwe tirseke mezin avakiriye. Hema bêjin tu herêmên Hevalê Mahîr lê nemaye nîne. Wî navê xwe li çiyan weke fermandarê bi hêz ê xwedî lêdana xurt, bêdudilî nivîsand. Li herêmên Zagros, Dersim, Derya Reş, Erzirom, Elbak, Zap û Qendîlê her dem li dijî dijmin di şer de li herî pêş şer dikir û bi girêdana xwe herdem bûye mînak.
Hevalê Mahîr xwedî kevneşopiyeke berxwedêr bû. Xwedî sekneke rêxistinî û îdeolojîk bû. Fêr dikir, perwerde dikir, bi pratîk pêk dianî, di fêrkirinê de bi sekna xwe ya mînak pêşeng bû, Hevalê Mahîr remza fedakariyê bû. Tevî her cûre zor û dijwariya li çeperên herî pêş cihê xwe digirt, tu car astengiyên fîzîkî li pêşiya xwe weke bend neditît, herdem ber bi serkeftinê dimeşiya. Hevalê Mahîr gelek caran ji parsuyê xwe, çongê xwe, ji destê xwe brîndar bibe jî yek rojê jî ev ji xwe re nekiriye weke hincet. Her dem ji bo gur kirina agirê şoreşê kêliyek xwe jî vala derbas nedikir.
|
Nasnav: Pilin Bîngol
|
Yek ji hevalê me yê di vê pevçûnê gihîştiye şahadetê Hevalê Piling ê ji bo xwesteka komploya navntewî vala derxîne di sala 2000’î de tevlî nava refê gerîla bûye. Hevalê Piling kesayeteke bi welatparêziyeke kûr û çanda berxwedêr a Çewlikê bi hev re hûnadibû û bi vê mebestê weke mîna Hevalê Mahîr di her kêliya jiyanê de bi şoreşê re dijiya, bi ruhê şoreşgerî tekoşîn dikir. Bi pratîka xwe ya li Serhed, Qendîl, Amed, Erzirom û Amedê meşandiye sekneke fermandarê serkeftî nîşan dida.
Tevî ji çavên xwe birîndar bû di şert û mercên herî dijwar de ezma meşandina tekoşînê nîşan dida. Di arîfeyeke din a 15’ê Sibatê de bûye nûnereke Kurdê azad, xwedî ruhê cangorî yên APOyî û germahiya giloka ji agir careke din nîşanî me daye.
Hevalê Piling xwe li çiya perwerde kiriye û sonda şopdariya bi felsefeya jiyana nû daye. Bi gotina “em deyndarê Rêbertiyê û şehîdan in” hewl daye her kêliya jiyana xwe dagirtî û bi wate derbas bike.
Di serî de hevalê Mahîr û Piling hemû hevalên mey ê şehîd ketine heta serkeftinê em ê li pey şopa wan biçin, bi biryardarî û bi israr bimeşin. Em ê her dem bîranînên wan di tekoşîna xwe de bidin jiyîn û tola wan hilbigrin.
13 Sibat 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê


