HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Em dikevin çardemîn sala komploya navnetewî ya di 15 Sibata 1999’an de di şexsê Rêber APO de li ser hebûna gelê me û tevgera me konsepta komkujiyê dihate ferzkirin. Di serî de şehîdên me yê ji 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkiriye û bi şîara “Hûn nikarin ROJa me tarî bikin”, berxwedaniya gelê me yê bênavber berdewam kir, tekoşîna Rêber APO ya li dijî pergala zilmê û xwediyê wê nîşan daye bi rêzdarî silav dikin. Komployê bi kîn û nefret şermezar dikin û em sonda xwe ya tolhildana ji hemû komplogeran li ser navê gelê xwe û mirovahiyê dûbare dikin.

Rêber APO yê ji aliyê hêzên hegemonîk ên pergala modernîteya kapîtalîst ku DYA û YE pêşengtiya wê dikin, rehîn tê girtin. Bi riyên dijhûqûqê û ne rewa, bi operasyona rêxistina derveyî nîzamê Gladioyê ya girêdayî NATO yê ye, ji aliyê rêxistina leşkerî ya hevpar a pergalê dîl ketiye dest. Komploya çarçoveya wê ya siyasî-îdeolojîk ji aliyê dewleta Îngiliztanê hate diyarkirin, bi plansazî roja birina Îmraliyê roja 15 Sibatê ya komploya li dijî serhildana Şêx Saîd hate lidarxistin, hilbijartin.   Cardin ji aliyê heman hêza piştî darîzîneke tu sipartekên wê yê zaganî û qanûnî nîne bi şanogeriyekê, di roja 29’ê Hezîranê ku Şêx Saîd hate dervekirin Rêber APO bi darvekirinê hate mehkûmkirin. Eşkereye ku bi vê siyaseta bi awayekî sîstematîk ku pêşengtiya wê Îngilistan, Îsraîl û DYA dikişîne, di pirsgirêka Kurd de peymanên Lozan, Sykes-Picot û Kahîrê bingeh digrin. Li ser bingeha berjewendiyên navnetewî gelê Kurd rastî siyaseta înkar û tunekirinê tê. Bi nêzîkatiyên xwe jî nîşan dane ku kesên bixwazin vê derbasbikin an jî biguherînin mafê jiyanê jê re nîne.  Bi komployê eşkere bû, operasyonên înkar û tunekirina mezin a li ser Kurdan 75 sale bênavber berdewam dike. Di rastiya Rêber APO de DYA û YE di çavtirsandina dardakirinê li hev kirine. Li ser navê cezaya muebbet a girankirî de di pergala îşekenceyê ya Îmraliyê de bi statuya rehîn girtinê, polîtîkayên xwe yê Kurdên rêxistinkirî û xwedî vîna azad terbiyekirinê fermî kirine. Bi vî awayî xwestîn Rêber APO li devreyî pêvajoyê bihêlin, Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin û xeta Kurdê radestiyê dipejirîne, hevkar û îxanetkar serdest bike. Gelê me û tevgera me ya berxwedêr li gor pêwistiyên berjewendiyên siyasî yên ji hêzên serdest û zalim hatiye diyarkirin, terorîst hate îlan kirin û di mijara binpekirina riyên rewa bi navê tekoşîna bi terorê re li hevkirine.  Weke encama vê jî  li ser bingehê komploya navnetewî rola dane hukumeta AKP’ê, tevahiya gelê me weke sûcdarên potansiyel nîşandan û li girtîgehan dagirtin. Bajarên Kurdan û metrepolên Tirkiye yên hejmareke zêde gelê me lê jiyandikin kirin girtîgehên vekirî. Zarok, jin, kal negotin li ser hemû Kurdan zext zêdekirin. Rewşenbîr-hûnermend, siyasetmedar, akademisyen, rojnameger, herkesê dibêje ez Kurd im, demokrat im, li gor çarçoveya hişmendiya “tu nefikire pirsgirêka Kurd nîne” xistine nav çembera înkar û tunekirinê. Beramberî vê li dijî gerîla yê me di serî de kîmyasal, bi teknîka zêde, bi çekên nû hate bikaranîn, bênavber operasyonên leşkerî hate lidarxistin. Bi nêzîkatiyeke li çiyayên Kurdistanê yek zîndî jî nehêlin xweza texrîp kirine, bi vê armancê darisan hatine şewitandin, gund hatine hilwaşandin, bi bendawan gelek dever di bin avan de hate hiştin. Bi van hewldanan xaka me, mîrateya me ya dîrokî bi giştî dixwazin tune bikin. Herî dawî bi komkujiya Roboskiyê bi siyaseta AKP’ê tişta ji Kurda re rewa tê dîtin pir eşkere zelal bû. Hukumeta AKP’ê ji sala 2002’an destpêkir û her diçe tecrîda li ser Rêbertiya me kûrtir dike. Di 2006 û 2007’an de bi jahrdayinê, bi heqaretên devkî, bi zorê por qusandin û bi zextê fîzîkî destpêkiriye. Herî dawî jî di Tîrmeha 2011’an de bi asteng kirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re derxistine asta herî jor. Medyaya şerê taybet a tirk di serî de hemû sazî û dezgeh û cemaatên di bin wesayeta AKP’ê de, li ser esasê dijberiya Rêber APO, hevkar û îxanetkarên Kurd jî girtine nav xwe û komploya faşîzma kesk a Tirkparêzêyê bilind dikin.

Di serî de hemû hêzên komploger û dinya bûne şahîd ku di tevahiya çardeh salên derbasbûyî de li her çar perçê Kurdistanê û bi milyonan neferên xwe yê li cîhanê belav bûye, gelê me û tevgera me ya bi hezaran kadroyên xwe li derdora Rêber APO bûye yekwicûd, li derdora wî kîlît bûne. Sekna hemû gelê me û kadroyên Tevgera Azadiyê li dijî komployê bi şîara “Bê Serok Jiyan Nabe” bûye yek û biryardariya tolhildana ji hêzên komploger ên dest dirêjî Rêbertiya me dikin ji xwe bûye exlaqê tekoşîna me. Hêzên komploger yên bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê Rêbertiya me rehîn digrin, armanca wan ew e ku gelê me û tevgera me perçe bikin, dîl bigrin, gela bera hev din û muxtacê wan bikin, li beramberî xeta tekoşîna Rêbertiya me vala derketine. Eşkereye ku di pêvajoya 14 salan a ji aliyê Tevgera me ya Azadiyê û gelê me di pêşengtiya Rêbertiya me de bi tekoşîna tê dayîn, hêzên komploger perçe bûne, vala derketine. Li derdora Rêbertiya me di serî de gelê me di nav hemû gelên Rojhilata Navîn sekna alternatîf a li dijî pergala mêtinger û zilmê mezin bûye, berfireh bûye û kûr bûye. Bi tevgerên gel ên li Rojhilata Navîn di serî de dîktatoriya Husnu Mubarek, pergalên statukoparêz ên di komployê de cihê xwe girtine hilweşiyaye. Îngîlîztan û DYA di serî de hêzên hegemonîk ên navendî û bi wan ve girêdayî navendên şaristaniyê kapîtalîst ên weke Yunanîstan û Fransa lerzandina wan (hejandin) a bingehîn, li Îtalyayê hilweşîna desthilatdariya Berlisconî, xetimandinên avahiyên netew-dewletên statukoparêz û bermahiyên wan ê hevkar û hwd. hemû rastiya xeta îdeolojîk-polîtîk a berxwedana Rêber APO ya li dijî komployê û serkeftina riya rastiyê û heqîqetê nîşan dide.   Her ku perdeyên mijê yên tarî ji aliyê Rêbertiya me ji ser komployê dihate belavkirin, rastî bi hemû aliyên xwe eşkere bûye û ji aliyê hemû dinê tê famkirin. Li ser vê esasê fam bûye ku îttifaqa hêzên şaristaniya komploger ava kirine, di kesayeta Rêbertiya me de li ser hemû gelê me û gelên Rojhilata Navîn ferzkirina siyaset û pergala koledariyê ye. Rêber APO li ser navê gelê me, hemû bindest û alîgirê azadî û wekheviyê, tekoşîna xwe li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û dîroka şaristaniya dewletdar ên xwe dispêrin vê pergalê, vekirinên wan ê îdeolojîk û felsefîk, veguherandiye hêzeke mezin a alternatîf. Kombuyina li derdora vê hêza alternatîf gelê me ber bi yekîtîya demokratîk û netewî ve dibe û li ser vê bingehê ber bi çareseriya xweseriya demokratîk ve dibe. Bi heman awayî di serî de Tirkiye, Sûrî, Îran û İrak, yekîtîya demokratîk a Rojhilata Navîn pêşdixîne. Li ser bingehê tekoşîna me her ku hêzên komploger ên navnetewî û bermahiyên wan ên statukoparêz paşde bê xistin wê yekîtiya netewî û demokratîk, yekîtiya Rojhilata Navîn bilind bibe.

Em weke Hêzên Parastina Gel ê Kurdistanê HPG, li dijî hêzên komloger ên navnetewî sekna xwe ya parastina rewa, li ser bingehê azadiya Rêbertiya xwe bidestxistin û parastina xweseriya demokratîk bilind bikin. Li dijî siyaseta komkujiyê em ê şerê gel ê şoreşger di asta herî jor de bimeşînin. Em soza vê yekê didin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin da ku derdora Rêber APO kom bibin. Xwedî li hebûna xwe derkevin û azadiya xwe bidest bixin. Ji bo vê jî em careke din bang dikin ku tekoşîna demokratîk a serhildana bilind bikin.

Bimre hêzên komploger

Bijî Rêber APO

14 Sibat 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê