HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Gelê me û raya giştî ya Demokratîk re!

Em serokatiya xweya ku ji roja pêşî de komploya ku hêzên navnetewî li hemberî azadiya gelê kurd pêk anîn ji bo têk bibe berxwedaneke bê hempa li Îmraliyê pêk aniye, silav dikin. Em carekedin di xete Rêber Apo de şopdarên berxwedana rêber Apo ne û emê têkoşîna xwe bilind bikin û hesab bipirsin . Em soza xwe ya ku dê Rêber Apo azad bikin ji nû dikin.

Ji Komploya Navnetewî ya sala 1999’an heya niha li hemberî Rêbertiya me tecrîd hatiye kurkirin û li hemberî tevgera me jî konsepta tasfiyekirinê bi lestokên cûda heya roja meya îro berdewam dikin. Ji bo vala derxistina Komploya Navnetewî û ji bo ku gelê kurd azadiyê bi dest bixe Rêber Apo bi berxwedanek pir mezin di Greva Îmraliyê û li ser viya jî tevgera azadiya kurd bi hemleya şoreşgerî dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê têk biriye. Hikûmeta AKP’ê ji bo ku vê têkçûna xwe bertaraf bike, hemû hêzên rojhilatî yên derve welat girtiye pişt xwe û bi her awayî piştgirî yê didiyê û bivê yekê konseptekî nû ya têkbirinê xistiya dewerê. Dibin navê entegreya stratejîk ‘ Bi siyasetê muzakere li hemberî terorê heya dawî yê têkoşîn’ konsepta têkbirê ya nû tê ferzkirin.

Divê pêvajoyê de her çiqasî ku Rêber Apo li gel parêzerên xwe hevdîtinê pêk ne anîbejî li gor hevdîtinên Rêber APO li gel malbatê re li gel heyeta ku dewletê ku şandiye Îmraliyê pêk hatine dewlet vê hevdîtinê wek ku pirsgirêka kurd tê çarserkirin nîşanî raya giştî dide. Bivê yekê dixwazin gelê kurd bi xin nava hêviyan de.

ev alîgirên ku vi hewayî çêdikin di aliyê din de jî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê û gerîlayan bi her awayî êrîşan pêk tîn û wiha hat gotin: “Di dema ku bi hevdîtinan re nîqaş hatin kirin de li navenda Parîsê ji aliyên hêzên gladyo û NATO’yê ve bi awayekî hova ne yek ji kadroyên pêşeng ya partiya me Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di bin navê ‘KCK’ê de operasyonê li hemberî gelê me didomin her wiha li hemberî gelê meyê Ewropayê jî êrîş û binçavkirin didomin. Ev êrîş hemû bi destê AKP’ê û hêzên ku komplo pêk anîne li hemberî gelê kurd didin meşandin.

Li hemberî Komploya Navnetewiya ya 15’yê Sibatê ku bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertiya me xelek çêbû û ev komplo bi rihê fedaî yê Apoyî destan hatin nivîsîn ev destan ji aliyê Şehrîstan, Xebat, Rojbîn û bi sedan şehîdên me ve komplo vala hat derxistin. Di sala 2012’an de jî xwestin bi awayên cûda komployê pêş bêxin lê li hemberî vê yekê hemleya şerê şoreşgerî dîsa bi rihê fedai yê Apoyî bi berxwedana Mehmet, Rojîn, Nûman, Jin û hemû şehîdên me yên azadiyê têkoşîn bi serxistine. Komploya ku dikeve sala 15’emîn de em weke hêzên gerîlayên HPG’ê em soz xweya ku emê Rêber Apo azad bikin ji nû dikin û emê dixeta qehremaniya milîtanên xweyên fedaî de hesabê ji komplogera bixwazin û emê ser bikevin.

14 Sibat 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê