Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê û hêza wê ya Parastinê HPG’ê yên zêdebûne, her wiha konseptên nû yên înkar û îmhayê bi durûyî berdewam dikin. Artêş û hikumeta Tirk ku plan dike di sala 2013’an de jî dagirkeriya li Kurdistanê hîn zêdetir bike. Hikumet û Artêşa ku di sala 2012’an de li hemberî hêza gêrîlayên me têkçû, hewil didin bi êrîşên hewayî yên zêde û bigotinên aştiyê yên durû, propagandayên sexte yên medyaya şerê taybet encamê bigirin. Êrîşên ku di vê çarçoveyê de derketîn encamên vê yekê ne.
Artêşa ku serhildana gelê me ya ber bi serkeftinê ve dimeşe hezim nake û li dijî stratejî û textîkên gêrîlayan têkçûye, di şert û mercên herî zehmet yên zivistanê de teknîkên herî pêşketî bikartîne û êrîşên hewayî pêktîne. Pêwîste were zanîn ku, em weke HPG’ê li hemberî van êrîşan bêdeng namînîn. 14’ê Çileyê li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî hatine pêkanîn û di encama bombebaranê de 3 hevalên me giran birîndar bûne, lê rexmî hemû mudaxeleyan nehatine xilaskirin. Di encama êrîşan de 7 rêhevalên me şerkerên azadiyê gihane şahadetê. Em dê sibe nasnameya rêhevalên xwe yên şehîdketine bi gel xwe û raya giştî re parve bikîn.
Ev êrîşên ku pêktên dê berxwedan û meşa serkeftinê ya hêzên gêrîlayan ku misoger kirine hînbêhtir xurt û berxwedêr bike.
16 Çile 2013
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê
