HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Me konaxeke girîng a di tekoşîna ji 40 salî zêdetir a li dijî pergala mêtinger û dagirker a komkujiyê li pey xwe hişt. Nemaze ceribandinên komkujiyê di serî de li ser Rêber APO, gelê me û gerîlayê me piştî hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2011 destpêkiriye û di tevahiya mehên zivîstanî de derketiye asta herî jor û berdewam kiriye. Gelê me û ewladên wê yê mêrxas ên li dijî polîtîkayên komkujiyê, zextê, biçûkxistin, heqaret, bênasnameyî û bê statubûna li ser me tê ferzkirin di mehên zivistanî de destan nivîsandine.

Zarokê Kurd ên mêrxas li çiyan li dijî operasyonên bi armanca îmha û tunekirinê dihatin lidarxistin, li berxwe didan, li her çarperçê Kurdistanê jî gelê me li dijî pergala zext û îşkenceyê ala berxwedanê libadane. Û Rêber APO bi berxwedana xwe ya bêhempa ronahiya riya bi rûmet a pêwiste em bişopînin herdem bihêz nîşanî me daye, vê jî gelê me û tevgera me ber bi biharê, ber bi rojên berxwedanê yên bi hêz tê meşandin ve biriye.

Bêgûman armanca van êrîşan, armanca wan a hatiye diyarkirin, gerîla biqedîne, nekaribe şer bike, û nekaribe li berxwe bide. Rewşên neyînî yên zivistana li çiyayên Kurdistanê yên ji bo me afirandiye bikaraniye, cardin pişta xwe bi hevkarî û îxaneta li Kurdistanê germ kiriye û bi rênîşandana wan bi dijwarî êrîş kiriye. Bi vê jî xwestiye gihîştina gerîla ya biharê asteng bike. Dijmin bi êrîşên xwe yê zivistanî yên sîxûr, kontra û hevkaran tê de rolên girîng lîstin de, xwestiye van derfetên zivîstanî li gor xwe bikar bîne.

Li dijî êrîşên tunekirinê yên hatiye lidarxistin de gerîlayê me yê di bin fermandariya Mahîran de, Arjînan de, berxwedaneke mezin nîşan dane. Ji Botanê heta Erziromê li her qadan berxwedaniya PKK'ê careke din di dîrokê de neqişandine. Tevî vendahiyan, berdêlên mezîn daye jî tu carî ji ruhê berxwedaniyê tawîz nedane. Ev careke din nîşan dane.

Bîlançoya şer a 4 mehên sala 2012'an a êrîş gihîştiye lûtkeyê, him rastiya êrîşan, him jî li beramberî vê hêza berxwedanê nîşan dide. Bêgûman bîlançoya şer a çar mehan hemû berfirehiyan nagre nav xwe.

Hîn jî hin berfirehiyên bûyeran, cardin agahiyên nasnameya hin hevalên me yê şehîd pêwîstî were zelalkirin. Mehên zivistanî yên bihurî û ji ber bêderfetiyên gihîştina yekîneyên me hin agahiyên nerast jî di çapemeniyê de derbas bûn. Di vê mijarê de nemaze , di derbarê bûyerên li Cûdî, Besta û Garzanê de qewimîne, hin agahiyên nû gihîştine ber destê me. Xebatê me yê piştrastkirina van agahiyan berdewam dike. Di demeke nêz de em ê van agahiyên zelal bûye ji gelê xwe û raya giştî re par ve bikin.

Cardin di mijarên êrîşên dijmin de him kêmahî hene. Ji ber şert û mercên zivîstanî, têkiliyên me yên bi rêk û pêk bi hêzên me re çênebûye. Ji ber vê jî dibe ku hejmara operasyon û êrîşan, bi taybet ên li bakurê Kurdistanê dibe ku kêm be. Her çiqas ji aliyê çavkaniyên herêmî di çapemeniyê de derbas bibe jî, û ev hejmar ji yên me daye gelekî zêdetir be jî, ji aliyê leşkerî ve ji ber em tekmîlên hêzê xwe bingeh digrin, rewşeke bi vî rengî derketiye holê.

 

Bîlançoya çar mehan a sala 2012'an

Operasyonên ji aliyê dijmin ve hatiye lidarxistin

48

Êrîşên kobrayan ên ji aliyê dijmin ve hatiye lidarxistin

18

Êrîşên hewayî yên ji aliyê dijmin ve hatiye lidarxistin

20

Zap

8

Xakurkê

3

Heftenîn

2

Metîna

3

Qendîl

1

Garê

1

Êrîşên hewan û obusanên ji aliyê dijmin ve hatiye lidarxistin

71

Leşkerê dijmin ên ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin

121

Dijminên birîndar bûye

35

Çalakiyên ji aliyê gerîlayê me ve hatiye lidarxisitin

41

Pevçûn

12

Teçxîzatê dijmin ên hatiye rûxandin

 

Çeper

10

Balefira Keşfê

1

Wesayît

1

Kameraya Termal

1

Dûrbîna Nîcon

1

Çeka A4

1

Teçxîzatên hatiye desteserkirin

 

BKC (Çeka Biksiyê)

1

Çeka Ferdî a G3

1

Çeka Ferdî a HK33 (Melez)

4

Çeka Bombaavêj

1

Hejmara gerîlayên me yê şehîd ketiye

79

 

12 Gulan 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê