Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Gulanê de li navçeya Gimgima Mûşê li dijî Astsûbayê jendereme ji aliyê gerîlayên me ve ji bo bersivdayina operasyonên demê dawî de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê d astsûbayê cenderme ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê di 24'ê Gulanê de li navçeya Gimgima Mûşê li dijî gundên Leylek, Reqasa û Piznik ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di vê operasyona berdewam dike cîh cîh pevçûn qewimiye, herweha 3 gerîlayên me jî gihîştiye şahadetê. Di derbarê berfirehiyên vê operasyonê û nasnameyên hevalên me de dema ji aliyê me ve hate zelalkirin wê were ragihandin.
2. Di 25'ê Gulanê de li naveçya Nisêbîna Mêrdînê li derdora gundên Mêrbabê û Marînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî kêmîn tên vedan. Kemîn vedanên li herêmê hîn jî berdewam dike.
26 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê
