Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3'ê Çile de li Şirnexê li dijî Qereqola Girê Cotyar a bi ser Gabarêye ji aliyê gerîlayên me ve ji du baskan çalakiyek hatiye lidarxistin.
Gerîlayên me li dijî leşkerên di çepera A4 de ewlekariya qereqolê digire çalakiyek lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Herweha çeeka A4 jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.
Bi awayeke hemwext li dijî avahiya qereqolê jî gerîlayên me çalakiyek lidarxistiye. Di encama vê çalakiyê de 9 leşkerên dijmin hatiye kuştin 3 leşker jî birîndar bûye.
Piştî çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora cihê çalakiyê bê ser û ber hatiye bombebaran kirin û bi helîkopterên kobrayan mudaxele kiriye. Di saet 17.10'an de jî li dijî gundê Qarnê û Êrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4 Çile 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê
