Ji gelê me û raya giştî re!
Di 17'ê Kanûna 2011'an de li Deşta Sêrtê ya di navbera Sêrt û navçeya Hawêlê di navbera gerîla yê me û leşkerê artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Sefkan - Reşît Mamo bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Ji ber şert û mercên zivistanê me nekarî têkili bi yekîneya me ya li vê herêmê daynin. Ji ber vê jî agahiya şahadetê dereng gihîştiye destê me.
![]() |
Nasnav: Sefkan Garzan |
Hevalê Sefkan di sala 1983'an de li bajarê Başûr-rojavayê Kurdistanê jidayikbûye û li derdoreke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de tekoşîna pîroz a ji bo azadiyê tê meşandin dinase û hezkirina wê di dilê xwe de mezin dike û hîn di ciwaniya xwe de biryara tevlêbûna nava tekoşîna azadiyê dide. Di sala 2001'an de tevlî nava refê gerîla dibe û di her perwerdeyan de xwedî sekneke xurt e û roleke pêşeng dilîze. Di demek kurt de gelek pêşketinan bi dest dixe.
Hevalê Sefkan ê li her derê lê maye bi bawerî û girêdana xwe di dil ê hevalên xwe de ciheke cûda girtiye û xwe daye hezkirin. Hêviya wî ya herî mezin azadbûna gelê me yê li her çar perçeyan bû. Dema vê hêviya xwe bi lêv dike herweha Hevalê Sefkan soza dayina tekoşîneke xurt jî dide. Ji bo vê jî li qadên şer ê herî aktîf cîhê xwe digre.
Hevalê Sefkan ê bi tecrûbeyên xwe yê gerîlatiyê di Kanûna 2011'an de di pevçûna di navbera leşkerê artêşa dagirker a tirk de bi lehengî şer kiriye û tevlî nava karwanê nemiran bûye. Wê israra wî ya tekoşînê û bîranîna wî wê bibe biryara meşa me ya ber bi azadiyê.
17 Avrêl 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê

